Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser hebûna Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê, gefên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, dosyayên hevpeymana nukleerî, geşedanên li Yemenê, redkirina sendîkayên parêzeran ên Tirkiyê ji beşdariya merasîmên ku li qesra Erdogan hatin birêvebirin.

El-Beyan: Mork; xeta agirê Tirkiye-Sûriyê

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan bal kişand ser dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re û wiha nivîsî: "Piştî aramiya di navbera opozîsyona Sûriyê ya çekdar û artêşa Sûriyê de, serweriya artêşê ji Xan Şêxûnê re, nuqteyên stratejîk ên nû derketin pêş û êdî nuqteyên Tirkiyê yên li Morkê di bin guleyên artêşa Sûriyê de man.

Tirkiyê bi nêzîkbûna rûbirûbûna bi artêşa Sûriyê re, bi metirsiyê hesiya, nexasim ji ber ku hebûna wê li ser axa Sûriyê ne rewa ye û helwesta Rûsyayê jî li gorî berjewendiyên hikumeta Sûriyê ye, ji ber ku hevalbendê wê yê sereke di şerê li Sûriyê de ye.

Hikumeta Sûriyê li ser zimanê rayedarekî payebilind bal kişand ser girîngiya derketina hêzên Tirkiyê ji xaka Sûriyê, lê Enqere dev ji nuqteyên xwe yên leşkerî bernade û piştî Xan Şêxûn ji destê opozîsyona ku Tirkiye destekê dide wan derket, alîkariyên xwe yên leşkerî zêdetir kirin.

Enqere di şerê li Sûriyê  de dixwaze di qada siyasî û leşkerî de li kêleka Rûsyayê bimîne, di heman demê de jî hikumeta Sûriyê dixwaze hemû hêzên ji derve hatine, ji xaka Sûriyê derkevin da ku qada siyasî û leşkerî qezenc bike.

Da ku Enqere bibe beşek ji hevpeymana hundirîn, berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin tekez kir ku Enqere hevpeyman Soçiyê ya têkildarî rewşa Idlibê pêk tîne, her wiha destnîşan kir ku lûtkeya sêyemîn a têkildarî rewşa Sûriyê dê li paytext Enqereyê di 16`ê vê mehê de, di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de bi rê ve biçe.

Îro hebûna Tirkiyê li bejahiya Idlib û Hemayê zêdetirî demên berê di xeteriyê de ye, ji ber hikumeta Sûriyê bi desteka Rûsyayê serweriya xwe berfirehtir kir û gihîşt herêmên nuqteyên komên çekdar ku destekê ji Tirkiyê anku nêzî noqteyên Tirkiyê bû, di dawiyê de hêzên Sûriyê serkeftinê di qada hundirîn de pêk bîne, da ku bi Tirkiyê re bikeva nava dan û standinekê."

Şerq El-Ewset: DAIŞ’iyekî tunisî ji girtîgeha Rojhilata Sûriyê; komên çeteyan kesên nexweşên derûnî tev li operasyonên xwekujî kirin

Rojameya Şerq El-Ewset bal kişand ser çîroka çeteyekî DAIŞ`ê yê ji Tunisê û got: "Di destpêka axaftinê de kesê bi nave M.N. ji bo parastina malbata xwe, xwest ku navê wî neyê eşkerekirin, tevî ku kesên tunisî temenbiçûk bû jî lê tayeke reş di porê wî de nemabû. Çeteyê tunisî kifş kir ku naskirina ji Sûriyê re seranser bû, di nexşeyê de hebûna wê ne wekî dewleteke erebî ye û tevî ku bandora pirrengiya olan û neteweyan jî heye. M.N got wêneyekî rêola elewî ku bi erebên Sîna re şer dikirin û îbadete wê dikirin, her wiha Kurd bê bawerî ne û durzî jî dûrî baweriyê ne. 

M.N. çû Mexribê paşê çû Stenbolê, paşê çû bajarê Antakya yê li ser sînorê Sûriyê û bi rêya Tirkiyê cîhadî di kanora dawîn 2014`an derbasî Sûriyê bûn, paşê piştî DAIŞ`ê bajarê Reqayê bi temamî xiste bi kontrola xwe û kesên tunisî zêdetir di nava komên çeteyan cihê xwe digirtin li ser vî esasî pisporên girêdayî NY`yê gotin di Tîrmeha sala 2015`an de zêdetirî 4 hezar çeteyên tunisî li Sûriyê û Iraqê bûn."

Şerq El-Ewset: Heke Hizbullah kiryarên xwe bi dawî neke, Îsraîlê gef li Lubnanê xwar

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh Îsraîlê got heke Hizbullah êrîşên xwe ranewestîne, dê gefan li Lubnanê bixwe, daneyên Îsraîlê yên leşkerî û siyasî nîşan didin ku Hizbullah dê bersiva firokeyên nû yên li dijî taxa başûr a li Beyrûdê ku hefteya derbasbûyî rû da, bide."

Daneyên derve yên Îsraîlê diyar kir ku wezîrê Îsaîlê Yesraîl Kats ji wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas xwest ku vê gefê ji hikumeta Lubnanê re ragihîne. Gef jî wiha ye: Heke Hizbullah êrîşên xwe li dijî Lubnanê ranewestîne dê windahiyên mezin der heqê wan de pêk bîne. Duh Kats bi daxuyaniyekê got, divê Almanya cezayan li Hizbullahê bibire û bixe lîsteya terorê.

El-Ereb: Hêzên Siûdiyê li Şebwayê da ku cudabûnê bixe nava Meclisa Demkî û milîsên El-Islah

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Ereb wiha got: "Koalîsyona erebî gihandina hêzên Erebistana Siûdî ber bi parêzgeha Şebwa ya başûrê Yemenê ve ragihand. Hêzên Siûdiyê bi armanca agirbesta di navbera Meclisa Demkî û hêzên hikumetê de ku milîsên El-Islah ên Îxwanan serwer dikin, çûn Şebwayê.

Berdevkê Kaolîsyona Erebî Tirkî El-Malîkî di civîna çapemeniyê ya li Riyadê hate lidarxistin de, ragihand ku hemû aliyên Yemenê piştgiriya agirbestê ku di demên dawîn de koalîsyonê ragihandibû, kirin.

Piştî hêzên Meclisa Demkî Azran ku bajarê duyemîn ê parêzgeha Şebwayê serwer kir û paşê jê vekişiyan, hêzên Erebistana Siûdî gihaştin Şebwayê.

Şerq El-Ewset: Macron ji Îranê re pêşniyara 5 milyar dolar dike û dan û standinên der bare "Balistî"heye

Têkildarî rewşa Îranê rojnameyê wiha nivîsand: "Ji bo vegera Îranê ji ser qalkirina bergiriyên roja pêncşemê, li gorî hevpeymana nukleerî vekişandina ji girêdana xwe fişar li ser Îranê têne kirin. Ev jî da ku di civîna Lijneya Giştî ya NY`yê de ya di nîvê vê mehê de dê were birêvebirin, derfetê bidin însiyatîfa serokê Fransayê  Emmanuel Macron e."

Çavkaniyên dîplomatik ên ewropî ji Şerq El-Ewset re tekez kir ku însiyatîfa Macron destpêkê bal kişand ser, ji Tehranê re qerda bi nirxê 15 milyar dolarên Amerîkî beramberî ku Tehran ji tengaviyên xwe vekişe, pêşkêş bike. Tê zanîn ku Tehran di 8`ê Gulanê de dest bi astengiyan kir, di nav de bi kotekî zêdetirî kota di hevpeymana nukleerê de hatiye diyarkirin ku uranyûm çêke û kotaya wê bike ji sedî 3.67.

El-Ereb: Parêzerên Tirk têkildarî cezayên Erdogan gavên berbiçav diavêjin

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnamya El-Ereb wiha nivîsî: "Roja duşemê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan parêzerên Tirk ên ku bi bernameya sala nû ya dadgehê boykot kir, bi tundî rexne kir. Tê zanîn ku merasîma sala nû ya dadgehê li hundirê qesra serokatiyê hate birêvebirin û Erdogan di vê derbarê de got şêwazê hilbijartina sendîkaya parêzeran divê were guhartin.

Rojnameya Cumhuriyet bi bîr xist ku ji nav 79 sendîkayên parêzeran ên li herêmê 52 parêzeran daxwaznameya Dadgeha Bilind bi boneya sala nû ya dadgehê pêşkêş kir, red kirin.

Sendîkaya parêzeran li Enqereyê di kombûna bi dehan parêzeran de got mafên bingehîn û azadî nexasim mafên derbirînê li Tirkiyê hatine tunekirin. Erdogan jî beriya du salan bû  serokê yekemîn ê Meclisa Rêveber a li Tirkiyê û ji mafên wî ku endamên Meclisa Dadê û muwekîlan hilbijêre, di heman demê de berpirsê bijartina erkdariyên dadgehê ye jî.

Li ser vî esasî boykotkirina  saziyên dadgehê gaveke ne wekî gavên berê yên li dijî Erdogan e ku rojava û parêzvanên mafên mirovan ji ber êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê û destwerdana di kar û xebatê de wî rexne dikin.

(eh)


Mijarên Din