Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser agirbesta li Idlibê, şertên Rûsyayê û keysbaziya Tirkiyê ji agirbestê re. Her wiha bal kişandin ser sînordarkirina şerê di navbera Îsraîl û Lubnanê de, avakirina hikumeta Sûdanê, rewşa aborî ya Tirkiyê û hin mijarên din.

El-Beyan: Li Idlibê agirbest û Moskovê şertê rakirina Cebhet El-Nusra û Enqazê danî da ku agirbest dewam bike

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan bal kişand ser agirbesta li Idlibê û wiha nivîsand: "Li parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê aramiyek heye û hikumeta Sûriyê her wiha hevalbenda wê Rûsya agirbesta yekalî ji aliyê komên çekdar ve lê baldar in, tevî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama şerekî sînordar de 5 şervan hatin kuştin.

Gerînendeyê navendê Ramî Ebdulrehman got "Li herêmê tevî ku car caran bombe tên avêtin, lê aramî heye, di heman demê de hêj balafirên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji destpêka agirbestê de li herêmên qaşo bêçek şer rawestandiye."

Çavkaniyeke leşkerî ya Rûsyayê kifş kir ku Rûsyayê ji Tirkiyê xwestiye ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û hikumeta Enqaz a li parêzgeha Idlibê rake.

Çavkaniyekî li ser zimanê malperên medyaya civakî yên alîgirên opozîsyonê diyar kir ku Rûsyayê hevpeymaneke nû bi Tirkiyê re daniye, şert danîne û li ser vî esasî Rûsyayê ji bo 8 rojan agirbest ragihand.

Çavkaniyekî teqez kir ku şertê rakirina Heyet Tehrîr El-Şam pêşek e, rakirina hikumeta Enqaz a ku Heyet Tehrîr El-Şam daye avakirin, girtina buroyên îslamî û li hemû herêmên bakur hevpeymana xwe bi dawî bike. Çavkaniyê ragihand ku vekirina korîdora navbera parêzgeha Heleb û Hemayê de ya rêya "M5", parêzgeha Heleb û Laziqiyê rêya "M4" di nava şertên Rûsyayê de ne.

Şerq El-Ewset: Tirkiye keysbaziya agirbesta bêhêz dike û nuqteyên xwe li Sûriyê xurt dike

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameyê wiha nivîsî: "Enqere agirbesta li Idlibê ya ku rejîma Sûriyê pêr ragihand, ji bo xurtkirina nuqteyên Tirkiyê yên li herêmên qaşo bêçek, ji xwe re derfet dibîne.

Duh karwanekî din ê hêzên Tirkiyê derbasî Idlibê bû, her wiha artêşa Tirkiyê dewriyeyeke leşkerî ku ji 4 wesayitan, 2 panzêran ku li ser wan herî kêm 25 efserên Tirkiyê hebûn, şand ser rêya Şam û rêya navdewletî ya bakurê Sûriyê anku Helebê û bi hevkariya leşkerên artêşa Sûriyê ya azad ber bi parêzgeha Idibê ve çû, her wiha yên din jî nêzî gundê El-Kemarî yê başûrê Helebê hatin belavkirin. 

El-Ereb: Êrîşên DYA’yê hevpeymanên Rûsya û Tirkiyê yên li Idlibê binpê dike

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: "Êrîşên balafirên Amerîkayê yên li dijî nuqteyên bakurê Idlibê, di navbera DYA`yê û Rûsyayê de rê li pêşiya nîqaşeke nû vekir ku ew jî mekanîzmaya li hundirê Sûriyê ye, nexasim bakurê Firatê ku Rûsya û Tirkiye li ser vê herêmê di nava pêşbaziyekê de ne.

Rûsyayê duh DYA têkildarî xetereya li ser agirbesta li parêzgeha Idliba Sûriyê çêkiriye, tawanbar kir, ji ber ku Washingtonê roja yekşemê li dijî serkêşên cîhadîst derbeyên asmanî pêk anîn.

Her wiha çavkaniyên dîplomatîk ên erebî êrîşên DYA’yê wek veguherîneke nû ji stratejiyên Washingtonê yên li dijî terora li Sûriyê dibînin û senaryoya xwe ji rojhilatê Sûriyê û sînorê Sûriye-Iraqê veguhezand rojavayê Sûriyê anku hundirê herêmên qaşo bêçek ên li Idlibê ku di bin serweriya hevpeymanên Enqere û Moskovê de ye."

Şerq El-Ewset: Hizbullah û Îsraîl gereke bisînordarkirî û di bin kontrolê de ye

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameyê wiha nivîsî: "Piştî hefteyekê ji aloziya navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku Hizbullah mekanîzmaya leşkerî ya Îsraîlê kir armanc, paşê şer derket û kete bin serweriya wan de. Daneyên her du aliyan nîşana rûdana şer nadin û her wiha tişta balkêş jî ku şer ne gur bû ku bigihîje encamên giran.

Di heman demê de dezgehên ewlekariya Îsraîlê aloziya bi Hizbullahê re wek gavên sînordarkirî  wesf kir. Duh êvarê artêşa Îsraîlê piştî ku bersiv da û bajarokên başûr bi zêdetirî 400 moşekan kir aramanc, bêyî ku windahî çêbin, şer rawestand.

Hizbullahê îşaret bi windahiyên artêşa Îsraîlê kir û got 4 kes birîndar bûne, her wiha çavkaniyan ji rojnameyê re got roja yekşemê bersivê ne firokeyên Îsraîlê yên li taxa başûrê Beyrûdê kiribû armanc, lê navenda Hizbullahê ya li Sûriyê kiribû hedefa xwe û di encamê de 2 leşker hatin kuştin ku navên wan di nava ferzkirina pîvanên şer ên ku sekreterê giştî yê Hizbullahê regihandibû de hatibû ragihandin.”

El-Ereb: Sedema paşxistina ragihandina hikumeta Sûdanê di navbera Hemdûk û Deklarasyona Guhertinê de

Têkildarî mijara ragihandina hikumeta Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Gelê Sûdanê bendewarê navên hikumeta nû ya bi serokatiya Abdullah Hemedok e. Gelê Sûdanê sedema paşxistina ragihandina hikumeta nû nizane. Tê zanîn ku Deklarasyona Azadî û Guhartinê û Meclisa Leşkerî ya Demkî dema ragihandina nû xistibû Tebaxê, lê paşê bi paş xistin.

Têkildarî namzetên nû û hin wezaretan li gorî şertên heyî ku diyar kirine û hêzên sivîl jî erê kirine, duh Hemedok şêwira Deklarasyona Azadî û Guhartinê kir.

Serokê Hizbullahê Uma El-Qewmiyê Sadiq El-Mihdî duh rêbaza diyarkirina navên wezîrên dema demkî rexne kir û got: "Namzet wekî rêbazê berê hatine diyarkirin." 

Çavkaniyên Sûdanê ji rojnameya El-Ereb re diyar kir ku paşxistina hikumetê xwesteka Hemedok e, ji ber dixweze hin wezaretên ku zêdetirî erkekê hildigirin parçe bike her wiha ji ber palannameya xebatê meclisên di nava belgeya destûrî cihê xwe digirin tune ye, dixweze  her pênc meclisên wezaretê yên ku hatine pêşniyarkirin tevlî wezaretên din bike.

Her wiha diyar kir ku serokê hikumetê dixwaze zêdetir nûnertiya jinên hebe û got ku kota jinan, piştî merseleya bijardeyên destpêkê bi dawî bûn, kêm bû.

Di encama paşxistina hikumetê hişt ku navbera Hemedok û Deklarasyona Hêzên Azadî û Veguhartinê dan û standin veşdartî çêbibin.Beşeke mezin ji welatiyan bawerin ku serokê hikumetê bi lîsteya navên ku hatine pêşkêşkirin ne razî ye."

Şerq El-Ewset: Koalîsyon; derbeya Zîmar armanceke rewa ye

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsîn: "Koalîsyona alîgira rewabûna li Yemenê tekez kir ku derbeya duh a hêzên xwe ji nuqteyên leşkerî yên li Zîmarê anku başûrê Senayê re, rewa ye.

Berdevkê Koalîsyonê Tirkî El-Malikî bi daxuyaniyekê ragihand ku nuqteya li parêzgeha Zîmar hate armanckirin nuqteyên leşkerî bûn, ne wekî milîsên Hûsiyan angaşt dikin ku girtîgeh bûn.

El-Malikî sedema armanckirina Koalîsyonê ji nuqteyên li parêzgeha Zîmar li rawestandina karînên Hûsiyan vedigerînin û got milîsên Hûsiyan dixwazin bazirganiyê bi rihê gelê Yemenê bikin, her wiha têkildarî nuqteyên leşkerî yên li Zîmarê hatibûn armanckirin senaryoyên xwe guhertin û diyar kir ku ji bo dûrxistina sivîlan dema hedefkirina nuqteyên leşkerî hemû bergiriyên pêwîst hatine girtin.

El-Malikî destnîşan kir ku bendera Hudeydayê hêj nuqteya bidestxistina Hûsiyan a çekan e. El-Malikî diyar kir ku pêşxistina çekên milîsên Hûsiyan nîşana hebûna leşkerên Artêşa Pasdaran a Îranê ye.

El-Ereb: Tirkiye bi rêjeya betaliyê dilîze

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameyê wiha nivîsî: "Daneyên ku komseriya Tirkiyê ragihand nîşana ku di meha Gulanê de rêjeya betaliyê gihaştiye ji sedî 12.8’an anku nêzî 4.157 milyon kes betal in, lê di rastiyê de pirsgirêk jê mezintir e.

Heke em bi hurbînî li daneyên komseriyê bikolin, ji ber ku gelek hejar pirsnîşanê datîne, em ê serwext bibin ku kêmaniyeke balkêş heye û divê hejmara kesên li bazarê kar dikin jî pêk ve be.  Ev jî tê wateya ku yan ew ê karekî ji wan re peyda bikin û wan tev li arşîva karkeran bikin an jî wê hejmara betaliyê zêdetir bibe.

Rêjeya komseriya Tirkiyê ji kesên betal re tê wateya dûrxistina ji rastiya hejmarê û her wiha li peydanekirina derfetên kar an jî naxwazin kar bikin, vedigere.”

(eh)


Mijarên Din