Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rewşa Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê, şerê Îsraîl û Lubnanê, rewşa Lîbyayê, berdewama îstîfayên di nava AKP`ê de û hin mijarên din.

El-Ereb: Agirbesta Rûsyayê ji bo valakirina “herêma bêçek" a li Idlibê ji cîhadiyan e

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha nivîsî: "Êdî lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê têne kifşkirin. Tê zanîn ku roja sêşemê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Moskovê civiyan. 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh ragihand ku artêşa Sûriyê, li Idlibê  dê ji îro ve agirbesta yekalî bixe meriyetê, ev nîşana hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de ya valakirina “herêma bêçek" ji ji komên cîhadî re ye ku li gorî hevpeymana Soçiyê pêk tê.

Wezareta Parastinê bang li fermandarên komên çekdar kir ku dûrî nakokiyên bikevin û li herêmên di  bin serweriya wan de, beşdarî xebata aştiyê bibin. 

Çavdêr dibînin ku berovajî agirbesta meha borî hatibû ragihandin, tevî ku biryara wan di destê Enqereyê de ye, divê kom bi agirbestê ve girêdayî bin. Ev jî divê têkildarî lihevkirinên dawîn ên bi Rûsyayê re be, ji ber paşve gavavêtina ji vê lihevkirinê dê têkilî bi Moskovê re aloz bibe û ya xirabtir jî dê Tirkiye li ser sînor bi gelek koçberan re rû bir û bimîne.

Çavdêr dibêjin ku agirbesta Rûsyayê li Idlibê gaveke ji encamên serdana Erdogan ji Moskovê re ye, dema ku roja çarşemê şandeyeke leşkerî serdana rêya Heleb-Laziqiyê (4Um) kir ku bi destûra Rûsyayê di herêmên rojavayê Idlibê re derbas dibe.

El-Beyan: Polîsên Tirkiyê li nêzî Bab El-Hewa guleyan li xwepêşandêran direşînin 

Rojnameya El-Beyan têkildarî xwepêşandanên li dijî Tirkiyê yên li Idlibê wiha nivîsî: "Da ku hêzên hikumeta Sûriyê pêngava leşkerî rawestîne û Rûsya koridora ewle ji bo sivîlan veke, li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê anku li parêzgeha Idlibê xwepêşandanên girseyî têne birêvebirin. Di vê derbarê de şahidan got bi sedan kes ji gelek herêmên Idlibê derbasî korîdora Bab El-Hewa ya li ser sîror û Etma bûn û gihaştin aliyê Tirkiyê, ji ber vê yekê polîsên Tirkiyê gule û gaz li xwepêşandêran reşandin."

Şerq El-Ewset: Amadekariyên Îsraîlê û dosyaya moşekan Beyrûtê dixe nava fikaran

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Piştî her du êrîşên balafirên bêpîlot (dron) ên Îsraîlê li ser navendên Hizbullahê li başûrê Beyrûtê û gefên Hizbullahê yên bersivdayînê, Lubnan hîna di nava fikaran de ye. Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî hişyarî da û yekîneyên li ser sînorê bi Lubnanê re ketin nava amadekariyê.

Serokerkanê Îsraîlê general Aviv Kochavi duh rewşa yekîneyên xwe yên li ser sînorê Lubnanê şopand û got: “Artêşa me amade ye bersiva her êrîşekê bide û wê bersiv xurt be.” Her wiha fermandarê Lîwa Şemalî Emîr Beram got hêza wî amade ye berisva êrîşa Hizbullahê bide. Di heman demê de, balafirên Îsraîlê jî bi awayekî pir li ser asîmanê başûrê Lubnanê geriyan û êrîşên bêbingeh li ser Siwer û El-Naqûra pêk anîn.”

El-Ereb: Adil Abdulmehdi desthilata xwe li ser “El-Marqîn” a Heşd Şebî ferz kir

Têkildarî rewşa Iraqê, çavkaniyan ji hikumeta Iraqê ji rojnameya El-Ereb re got serokwezîr Adil Abdulmehdi, dan û standin bi hin fermandarên saziyên leşkerî re der barê sekinandina li hemberî hin komên ku di nava Heşdî Şebî de ne û serî hildidin, nîqaş kir.

Komên ku girêdayî Îranê ne û xwedî giranî ne, di nava Desteya Heşdî Şebî de ne, zexteke mezin li ser Ebd El-Mihdî dikin.

Ev kom dixwazin ku hikumet bersiva daxwaza Îranê ya derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê pêk bîne û têkiliyên xwe bi hin dewletên erebî re û di serî de Siûdiyê re lawaz bike.

Heman çavkaniyan ji El-Ereb re got Ebd El-Mihdî baş dizane ku hemû komên ku serî hildane, ne Heşdî Şebî ne, hinek aliyên din ên Heşdî Şebî hene ku girêdayî hikumeta Iraqê ne û biryarên wê pêk tînin.

Çavkaniyan got tabûrên Hizbullahê girêdayî cîgirê serokê Desteya Heşdî Şebî Ebî Mihdî El-Muhndis in û tabûrên Seîd El-Şuheda ku Ebû Îla El-Wîlaî bi rê ve dibe, serkêşiya serhildanê dikin.”

El-Beyan: Dan û standinên veşartî ji bo vekişandina milîsan ji Misrata ji eniyên şer

Têkildarî rewşa Lîbyayê çavkaniyekên dîplomatîk ji El-Beyan re got: “Dan û standinên veşartî di navbera aliyên şer ên Lîbyayê de hene û dibe ku di çend rojên pêş de ev alî bigihîjin çareseriyeke siyasî  û ev yek jî eniyên şer rawestandin. Çavkaniyan bi bîr xist ku dan û standin niha di navbera Fermandariya Giştî ya Artêşa Wetenî û saziyên leşkerî û civakî li Misratayê de pêk tên. Ev dan û standin armanc dikin ku hemû milîsên leşkerî ji eniyên şer ên bajar derkevin da ku neyên bombebarankirin.

Çavkaniyan da zanîn ku şandeyên ji Misratayê bi fermandarên leşkerî re civiyan û niha hevpeymanek tê amadekirin ku hemû alî erê bikin. Her wiha navbeynkarên rojavayî jî hewl didin hevdîtineke nû di navbera fermandarê giştî ya Artêşa Wetenî Muşîr El-Xelîfe Hefter û serokê Meclisa Serokatiyê Fayiz El-Sirac de ji bo tevgerkirina xebatên siyasî, pêk bînin û li gorî koma 7 dewletan da ku amaderkariya lidarxistina kongreyeke navneteweyî der barê aloziyê de pêk bînin.

Heman çavkaniyan anî ziman ku Meclisa Serokatiyê ji ber destwerdanên hêzên radîkal û nexasim koma Îxwan a terorîst û komên din ên terorîst di nava hêzên Hikumeta El-Wîfaq de, rastî aloziyeke hundirîn tê. Ev yek jî bi awayekî zelal Amerîka û Ewropayê ji El-Sirac re gotin.

El-Ereb: Îstîfakirinên nû ji AKP`ê, Erdogan ditirsîne û hêza Babacan xurt dike

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “Îstîfakirina 2 wezîrên berê yên AKP`ê, asta xerabûna têkiliya di navbera serokkomar Erdogan û kesayet, saziyên siyasî û partiyê yên nêzî wî de, zêde kir.”

Îstîfakirina wezîrên edalet û hundirîn ên berê Sadullah Ergîn û Beşîr Atalay ji AKP`ê piştî çend rojan ji îstîfakirina 5 generalên artêşa Tirk piştî civîna meclisa leşkerî ya bilind pêk hat.

Îstîfayên siyasî ji AKP`ê yan jî ji saziyên dewletê û artêşa Tirk, aloziyeke mezin ku wê bi serê Erdogan de were, diyar dike. Nexasim, piştî ku wezîrê aboriyê yê berê Alî Babacan avakirina partiyeke nû ragihand ku desteka xwe ji serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul digire. Di heman demê de serokwezîrê berê û avakarê AKP`ê Ahmet Davutoglu soz da ku ew ê belgeyan eşkere bikin ku ew jî wekî bersiva wî ya li ser axaftina Erdogan ku ji kesên îstîfa kirine re got “xayîn in”.

(eh)


Mijarên Din