Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa meydanî li Sûriyê, agirbesta  Lîbya û rewşa Yemenê û Tirkiyê û gelek mijarên din kirin.

 

 

العالم ////// مانشيت//

Şerq El-Ewset: Rejîmê dest bi qutkirina rêyên Idlibê dike

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset behsa pêşketina hêzên rejîmê li "herêm bêçek" kir û wiha got: "Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsya, dest bi qutkirina rêyên parêzgeha Idlibê kir, piştî ku bajarokê stratejîk li bakur rojavayê welêt kontrol kir.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh got, hêzên rejîmê roja yekşemê piştî şerekî giran bi komên çeteyan re bajarokê Hebîd gundewarê başûrê Idlibê kontrol kir. Kontrolkirina bajarok ku ji sala 2012`an di bin kontrola komên çekdar de ye, piştî ku hêzên rejîmê û Rûsya dehan bombebarên asmanî pêk anîn. Navenda Çavdêriyê jî ragihand ku ji ber giranbûna bombebaranê zerareke mezin gihîşt bajarok.

El-Beyan: Çekdarên Terablûsê agibestê binpê dikin û sivîlan bombebaran dikin

Têklidarî rewşa Lîbya, rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Çekdarên terorîst li Terablûsê duh agirbesta mirovî ku NY`ê banga wê kirbû, binpê kirin, çekdaran bi topên hawinan taxên sivîlan li herêma Xelê El-Fircan rojhilatê Terablûsê û sûka înê bombebaran kir. Navenda ragihandina odeya çalakiyan a Keramê ya artêşa Lîbya teqez kir ku gelek aliyên çekdaran hewl dan bi topan hêzên artêşa Lîbya bombebaran bikin, çekdaran ji taxa El-Zihûr û taxa Kilye Leşkerî ya berê top avêtin.

Artêşa Lîbyayê di daxuyaniyekê de got binpêkirina agirbestê niyetên hikumeta El-Wifaq a ne rewa û çekdarên wê raxist ber çavan û destnîşan kir ku çekdarên Terablûsê tenê komên çete ne û tu têkiliya wan bi zagonan an jî bi cureyên displînên leşkerî ve tune ye, ew itîrafê bi NY`ê û Civaka Navneteweyî nakin, rêzê ji dirûşmeyên olan re jî nakin. Her wiha di daxuyaniyekê de da zanîn ku çekdaran nehiştin rojeke xweş ji cejnê ser gelê Lîbya ve biçe.

El-Itîhad: Tirkiyê: Berpirsên berê yên partiyê bi Erdogan re ketine pêşbirkê

Her wiha rojnameya El-Itîhad behsa rewşa hundirîn a Tirkiyê kir û wiha got: "Hevkarên serokkomarê  Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên berê dest bi gavên pratîkî ber bi avakirina partiyeke nû kirin, ku çavdêr wê weke destpêka rast a dawîkirina AKP`ê li Tirkiyê ye. Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ehmed Davutoglu û berpirsê berê yê AKP`ê agahî dan ku roja înê kar destpêkirina partiyeke siyasî nû dibe.

Davutoglu daxuyaniyên girêdayî partiya nû di axaftinekê li kantona Quniya da, li gorî ku rojnameya "Suzco" a rojane ya çepa Tirkiyê ragihand.

Oglu wiha got: "Bi rêya kar em banga wijdana gel dikin.. em hemû baş dizanin ku wijdanê netewa me ew a ku me radike desthilatê."

Şerq El-Ewset: Bêdengiyek li Udenê û vegera xizmetguzeriyê û nakokî di helwestên "Demkî" de

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya Şerq  El-Ewset wiha got: "Di roja yekê ji cejna Qurbanê atmosfêreke bêdengiyê li bajarê Uden a Yemenê rû da, piştî 4 rojên reş ku li bajêr şer di navbera hêzên hikumetê û hêzên meclisa demkî ya başûr rû da."

Ekaz: Pyongyang: Tecrûbeya mûşekan a dawî ji bo testa çeka nû ye

Têkildarî rewşa mûşekên Koreya Bakur, rojnameya Ekaz wiha got: "Duh Pyongyang ragihand ku serokê Koreya Bakur  Kim Jong-un bi xwe berpirsyariya tecrûbeya mûşekan ku welatê wî duh pêk anî, kiriye û ew weke testa ji çeka nû re ye.

(jo)


Mijarên Din