Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên Erebî yên îro bal kişandin ser qada herêma"Qaşo bêçek"e, geşedanên li Bakur û Rojhilatê welêt, hilbijartinên Tunis, rewşa Lîbyayê, destekdayîna Qeterê ji Cebhet El-Nusra re û hin mijarên din.

Şerq El-Ewset:Piştî rawestandina agirbestê hêzên rejîmê li bakurê Hemayê pêşde diçin

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnemya Şerq El-Ewset bal kişand ser herêma"Qaşo bêçek" û wiha nivîsand: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku hêzên rejîmê roja çarşemê li bakurê-rojavayê Sûriyê di encama şerê dijwar ê bi komên êrîşkar re, pêş de çûn û nêzî 30 endam ji her du aliyan hatin kuştin."

Hêzên rejîmê li gelek eniyên bakurê bejahiya Hemayê angu li başûrê parêzgeha Idlibê êrîşên dijwar pêk tînin, di heman demê de jî derbeyên esîmanî jî bi dijwarî têne bikaranîn.

Navenda Çavdêriya Sûriyê got: "Hêzên rejîmê gundê Erebiyîn û bajarokê Zekat ê bakurê bejahiya Hemayê kontrol kirin." Navendê destnîşan kir ku di encama şerê dijwar ê ji êvara sêşemê de, 18 endamên komên çekdar ji wan 13 endamên tudrew in hatin kuştin, di heman demê bi dehan endamên hêzên rejîmê û  komên girêdayî wê hatin kuştin.  Hêzên rejîmê bi çend km dûrî bajarokê El-Letmanê ne ku girîngtirîn bajarokên di bin serweriya komên li bakurê Hemayê ne.”

Ragihandina fermî roja çarşemê diyar kir ku roja sêşemê li bakurê Hemayê, hêzên rejîmê êrîşên komên çekdar têk birin. Heyet Tehrîr El-Şam herêmê serwer dikin. Di heman demê de, komên islamî û hin jî komên oposizyon li wê herêmên hene.

El-Ereb: Der barê avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriryê lihevhatineke "şêlo" di navbera Amerîka û Tirkiyê de

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja çarşemê ragihand ku Enqera û Waşington`ê der barê avakirina herêma ewle de lihev kirine, bêyî ku kûrahiya herêmê diyar bike, ji xwe ev mijara ya herî aloz de di navbera her dû aliyan de.

Daxuyanî piştî hevdîtinên sê rojan ên di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêk hat.

Xuyaye ku her du aliyan lihev kirine ku bi hevre herêmê birêve bibin, lê sînorên herêmê ne diyar in, nexuyaye ka Waşington daxwazên Tirkiyê yên der barê kûrahiya herêmê de pejirandiye lê na. ji xwe eger wiha be, dê Kurd vê rewşê nepejirînin, ji ber rewşeke wiha tê hêviyên wan ên çêkirina statuyeke taybet têk bibe".

Şerq El-Ewset: li Edenê arîşe… Griffiths li ser saziyên dewletê bi fikar e

Der barê rewşa Yemenê de rojnameyê nivîsî: "Duh li paytexta demkî ya Yemenê, Eden`ê hin arêşe û pevçûn çêbûn, dema ku cenazeyê yek ji fermandarên "Zinara ewlehiyê" dihate birêkirin. Ev arîşe paşê gur bû, fermandarekî Meclisa demkî seferberî ragihand û doza girtina ser koşka serokatiyê ya li herêma Meaşîq`ê kir, di vê navberê de şandêrê navdewletî  Martin Griffiths fikarên xwe der barê saziyên dewletê de anîn ziman".

El-Ereb: Fişarên du alî ji bo hilweşandina rewatiya hikûmeta  Lîbyayê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî "Piştî ku hin kesyetên siyasî û civakî yên nêzî artêşê, daxwaznameyek ji sekreterê Neteweyên Yekbûyî re şandin û xwestin ku baweriyê ji hikûmeta li Trablusê bikşînin, fişarên li ser serokê hikûmetê Fayiz El-serac zêde bûn".

Rojnameyê her wiha nivîsî "Bi van fişaran re, şepêla Islama Siyasî jî behsa avakirina hikûmeta şer dike".

Rojnameyê wiha dewam kir "Hinek welatiyên Lîbyayê, ku di nava wan de rewşenbîr, çalakvan, siyastmedar û rojnamevan jî hene, pêşniyarnameyek arasteyê sekreterê gitşî yê Netewyên Yekbûyî kirin, xwestin ku di demek nêzîk bawerî û naskirina navdewletî ji meclisa serokatiyê û hikûmetê bikişînin".

Şerq El-Ewset: “Al-Nahda" Ebdilfetah Moro weke namzetê xwe yê serokatiya Tûnisê destnîşan kir

Rojnameyê nivîsî :" Duh Tevgera Al-Nahda ya Islamî" nameztê xwe yê ji bo hilbijartinên pêşwext ên serokatiya Tûnisê eşkere kir, ku tê payin hilbijartin nîvê meha Êlûnê ya vê salê pêk bên. Di vê navberê de gelek kesayet ji hemû pêkhateyan namzetiya xwe pêşkêş kirin.

Tevgera Al-Nahda duh di daxuyaniyeke kurt de diyar kir ku wan bi piraniya 98 dengan Ebdilfetah Moro weke namzetê hilbijartinên serokatiyê destnîşan kirine".

El-Ereb: Belgeyên Brîtanî: Bankeke Qeterê pere dane Cebhet El-nusra

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Li gorî belgeyê ku Dadgeha bilind a Brîtanyayê eşkere kirine, banka Dewha ya Qeterê hijmareke mezin pere ji bo Cebhet El-Nusra hinartine, ku ew jî di nava lîsteya navdewtî ya rêxistinên terorîst de ye. Ev yek dê fişarên li ser Qeterê sêzde bike, bi yabet piştî ku gelek belegeyê der barê piştgiriya Qeterê bo komên terorîs yên li welatên rojava û rojhilata navîn, derketin".

Rojnameyê nivîsî "Li gorî belgeyan, du birayên maldar, Banka Dewha, ku şaxekî wê li London`ê heye, bikar anîne û di dema şerê navxweyî li Sûriyê de, pere ji bo Cebhet El-Nusra veguheztine, ku yek ji komên Alqayid`ê ye.

(kn-eh)


Mijarên Din