Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yê îro der barê geşedanên li “herêmên bêçek" ên Sûriyê, gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya Tirkiyê ji bo çekdarên Lîbyayê, arîşeya li herêma Kendavê û gelek mijarên din de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Di êrîşên Rûsya û Sûriyê de li Idlib û Hemayê kuştî û birîndar

Der barê geşedanên li “herêmên bêçek” ên Sûriyê de rojnameyê nivîsî: "Opozîsyona Sûriyê duh sêşemê ragihand ku di bombebarana hêzên Rûsya û Sûriyê de, li gundewarên Idlib û Hemayê 5 kes hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.

Berpirsekî ewlehiya sivîl diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Sûriyê 11 bermîlên teqemeniyê û 3 mayinên deryayî avêtin bajarê Mork ê bakurê Hemayê, di encamê de 5 kes hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku 3 kes, yek ji wan zarok e, di encama bombebarana hêzên opozîsyonê de li gundên Elcîd û Eyinselmo hatin kutşin."

El-Ereb: Erdogan ketiya lîstika daxuyaniyên der barê rojhilatê Firatê de

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsand: "Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan dîsa li dijî şervanên Kurd li Sûriyê, gefên "êrîşeke nêzîk" xwarin. Tevî ku Washingtonê diyar kir ku tu êrîşeke li dijî hevalbendên wan ên Kurd naperjirîne.

Çavdêr dibêjin ku herêmên Bakurê Sûriyê ji bo hemû geşedanan vekirî ye, Enqere bi awayekî rasteqîn dixwaze derbas bibe, jixwe berê jî Erdogan gotibû ew dê destûrê ji kesî nexwaze, mebesta wî ji Amerîka ye.

Li gorî çavdêran, Washington nikare dest ji Kurdan berde, ew hesanê piştê yê stratejiya wê ya li Sûriyê ne, çi ji aliyê şerê li dijî DAIŞ`ê, çi ku ew bûne sedema mayina Amerîkayê û hevalbendê wê li herêmê, ji ber ku ev herêm bûye xaleke girîng di mijara arîşe û nakokiyên bi Îranê re.

Li aliyekî din ji Washingtonê tê xwestin ku tirsên hevalbendê xwe yê NATO`yê anku Tirkiyê kêm bike, ji ber ku Amerîka naxwaze bikeve arîşeyeke din, bi taybet ku ew niha bi arîşeya Îranê ve mijûl e.

Yek ji rayedarên payebilind ê Rêveberiya Xweser a Kurdan Aldar Xelîl diyar kir ku rêveberiya wan pejirandiye ku "berêma ewle" bi kûrahiya 5 km be, lê Tirkiye vê yekî napejirîne "ji ber ew dixwaze bi tenê li herêmê bibe desthilatdar.”

El-Beyan: Washington soz dide ku êrîşa Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê asteng bike

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Amerîka soz da ku nehêle Tirkiye êrîşî herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk li rohilatê Firatê bike, Amerîkayê alîkariyeke mezin ji QSD`ê re bi rê kir, nêzî 200 maşîneyên mezin ên alîkariyên lojîstîk û erebeyên leşkerî bi rê kirin.

Wezîrê parastinê yê Amerîkeyê Mark Esper diyar kir ku Washington dê nehêle Tirkiye êrîşî rohilatê Firatê bike, Esper got êrîşeke wiha nayê pejirandin û lê zêde kir: "Tu êrîşeke yekalî nayê pejirandin.”

Esper wiha dewam kir. "Tişta em ê bikin, em nahêlin derbasbûneke yekalî çêbe ku ev yek dibe bandorê li berjewendiyên hevbeş ên Tirkiye, Amerîka û QSD`ê bike.” Her wiha da zanîn ku Washington hewl dide bi Enqereyê re der barê rojhilatê Firatê de bigihîje lihevhatinekê.”

Lîbya

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Awsat nivîsî: "Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan duh balafireke barhilgir a Tirkiyê, ku tê de drone û çekên din hebûn û ji bo hikûmeta El-Serac dihatin rêkirin, rûxand.

Navenda ragihandinê ya artêşa Lîbyayê ya neteweyî got: "Hêzên parastina asmanî, li dijî balafireke leşerî ya Tirkiyê ku hejmareke mezin çek û drone tê de bûn, pêk anîn û ew rûxandin.”

Îran

Der barê rojeva Îranê de rojnameya Şerq El-Awsat nivîsî: "Washingtonê pejirand ku keştiyên petrolê yên Brîtanyayê li Kendavê biparêze, piştî ku Londonê jî ragihand ku ew jî dê tev li hevkariya navdewletî ya ji bo parastina deryavaniyê bibe.”

Venezuela

Der barê Venezuelayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Amarîkayê John Bolton got cezayê Amerîkayê bo serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, dê bandorê li piştgiriya navdewletî bike, Bolton Rûsya hişyar kir ku alîkariyê nede Venezuelayê.”

Bolton di civîneke çapemeniyê li paytexta Perûyê Lîmayê de got: "Dem hatiye ku hin tiştan bikin, Amerîka tev digere ku di aliyê diravî de Maduro tengav bike û veguhastina demokratîk bi lez bike. Em dîsa ji Rûsyayê re dibêjin pala xwe nedin dozeke têkçûyî.”

ANHA


Mijarên Din