Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro ango roja pênşemê, behsa civîna Astana, hlbijartinên serokatiya Tûnisê, serdana Kouchner ji bo Rojhilata Navîn ji bo propogendeya Hevpeymana Sedsalê, destekdayîna oposizyona Tirkiyê ji bo serhildana li dijî AKP`ê.

Şeriq El-Ewset: Moskov dixwaze li Idlibê bi çi temen bî beriya Astana bi pêş bikeve

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset behsa rewşa meydanî ya beriya destpêkirina Astana kir û wiha nivîsî: “Hêzên rejîma Sûriyê topbarana xwer li ser herêmên Bakur Rojavayê Sûriyê zêde kirin, Rûsya jî hêzên xwe yên taybet anin bejahiya Laziqiyê da ku beriya destpêkirina Astana bi çi temenî dibe, bi pêşve biçe. Oposizyona Sûriyê jî, roja sêşemê ragihand ku wan  bersiva êrîşên li bejahiya Hema û Laziqiyê dane.

Hêzên taybet ên Rûsya li xwe mûkir hat ku ew beşdarî êrîşa li bejahiya Laziqiyê bûye, malperên wan ên li ser tevna civakî gotin “Hêzên me yên esîmanî bi awayekî çalak destek dan hêzên bejahî, di vê çarçoveyê de, zêdetirî 100 êrîşên hewayî li dijî girên Kebîna pêk anîn. Tevî topbarana dijwar, lê astengî li hemberî pêşketinê hene. Hêzên me, bi rêya 10 gurupên ji hêzên bejahî yên ku perwerdeyên baş birine, hewl didin derbasî girên Kebîna bibin, em dixwazin bi çi temenî dibe bi pêşve biçin.”

El-Beyan: Şerê Amerîkayê yê li dijî şaneyên Îranê li Dêrazorê

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: " Piştî ku fermandarê Feyleq El-Qudis di Heris El-Sewrî Îranê Qasim Silêmanî bi fermandarên payabilind ji çekdarên Îranê û yên Iraqê yên ji Heşd Şebî li bajarê sînor re rûnişt, serdana  wî ya li bajarê Bokemalê hefteya çûyî, nuqteya guhertinê di aloziya Amerîka – Îranê li Dêrazorê çêkir,."

Çalakvanên ji Bokemalê ji rojnameya El-Beyan re teqez kirin ku tevgera çekdarên Îranê piştî vê serdanê pir balkêş e û li hemû bajêr belav bûne, dest danî ser gelek avahiyên sivîl û hikumetê û guhertinên ewlehiyê çêkirin. Çalakvanan diyar kirin ku di demên dawî de Îranê çalakiyên xwe li herêmên Rojhilatê Sûriyê berfireh kiriye û hin ciwanên li wan herêman dide leşkerkirin, her wiha destnîşan kirin ku hewl dide eşîrên Ereb li aliyên çemê Firatê jihev bixe, da ku eşîran dûrî Koalisyona Amerîkî Kurdî li herêmê bixe.

Her wiha çalakvanan texmîn kir ku hejmara çekdarên Îranê derdoar 2 hezar endam e, hemû yên Lîwaa Fatîmûn û El-Baqir in ku kesekî ji eşîran bi navê Newaf Raxib El-Beşîr birêve dibe.

El-Ereb: Pevçûna “dînbûnê” ji bo kontrolkirina herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê

Têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Moskov, Şam û Enqere û Yekîneyên Parastina Gel helwestên xwe li gorî pêşketinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin, ew yek di demeke ku wezîrê parastinê ya Amerîka Marik Esper di 16`ê Tîrmehê ragihand ku hêzên Amerîka yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta demeke ne diyar bimîne da ku hemleya dijî DAIŞ`ê dewam bikin.

Koma Aloziyên Navneteweyî ji wan aliyan bû ku bi kêfxweşî rawestandina biryara vekişandina Amerîka bi giştî pêşwaz kir, ji ber ku derfetê dide ku aloziyeke “dînbûnê” li vê herêmê ku lîstokvannên herêmî û navneteweyî têde hene, çênebe.

Rêxistina Navneteweyî di lêkolînekê ku ser malpera xwe de weşandibû, bal kişand ser van pêşketinan di bin sernavê " li Bakur rojhilatê Sûriyê" tê de bang li Washingtonê dike ku hêza xwe ya mayî fikarên  Tirkiyê der barê rola PKK`ê li Bakur Rojhilat çareser bike û di heman demê parastina YPG`ê bike.

Her wiha kom dibîne ku ne yekbûna helwesta Amerîka ji bo Sûriyê û paşdekişandina Serok Donald Trump ji biryara vekişandina bilez û erêkirina wê ji bo hebûna hêzên Amerîka li Bakur Rojhilat heta demeke ne diyar, derfetekê ji bo xistina herêmê di rêya istiqrarê de.

El-Ereb:Hilbijartinên serokatiyê dosyên partiyên li Tunisê tevlihev dike

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî:"Hilbijartinên ne di dema xwe, rewşa siyasî li Tunisê tevlihev kiriye. Di heman demê de bi diyarkirina dema hilbijartinên serokatiyê re, partiyên heyî daxwaza, di nava çend rojan de namzetên xwe diyar bikin, kirin."

Tê zanîn ku piştî serhildana 2011`an yekemîn serokê ku bi awayekî demokratîk bû namzet, El-Bacî serokê El-Sibsî bû û di heftiya derbasbûyî de koça dawîn kir. Di vê derbarê de piştî ku serokê parlaman Mihemd El-Nasir bû serokê demkî yê welêt,  welat plansaziyeke xwe ji bo hilbijartina serokekî nû danîn.

Roja sêşemê jî komseriya hilbijartina piştî civîna bi nûnerên partiyên siyasî li Tunisê ragihand ku dema hilbijatinên serokatiyê 15`ê Îlonê ye û namzet ji 2 heta 9`ê Tebaxê dê xwe hilbijêrin."

El-Heyat: Qiralê Urdinê li Umanê bi Kouchner re civiya û balê dikşînê ser aşîtiya her du dewletan

Der barê Hevpeymana Sedsalê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: "Roja çarşemê qiralê Urdinê Abdullah El-Sanî li Umanê bi zave û girîngtirîn şêwirmendên serokê Amerîkayê Donald Trump re Jared Kouchner civiya û îmaje bi xebata  aşîtiya navbera Îsraîl û Filistînê kir. 

Qiral tekez kir û got: "Proseya aşîtiyê girîng e, di nav de li gorî bendên hevpeymana 4`ê hezîrana 1967`an ku garantiya avakirina dewleteke filistînî serbixwe, paytexta wê Qudis El-Şerqiyê be û li kêleka Îsraîlê bi aramî bijîn dike."Her wiha qiralê Urdinê bal kişand ser ku divê ev yek li gorî "Însiyatîfa aşîtiya erebî, biryarên yesayî yên navdewletî yên bi heman mijarê ve girêdayî û xwe pispêre çareseriya her du dewletan be."

Berpirsên rêveberiya Amerîkayê ragihandin ku Kouchner vedigere herêmê û hewldana tehrîkkirina plana aşîtiya navbera Îsraîl û Filistînê, ku hîn hûrgiliyên wê nehatine kifşkirin, lê rastî redkirinê tê, dike.

El-Ereb:Opozisyona Tirkiyê di hundirê partiya serwer de, desteka serhildana hêrskaran dike

Têkildarî rewşa hundirîn a Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nîvsand: "Opozîsyona Tirkiyê da ku serweriya serok Recep Teyyîp Erdogan lawaz bike, di AKP`ê de, hewldana veguhartinên hundirîn dike. Tê zanîn ku ev rewş nexasim di dema zêdebûna kesên ji partiya serwer qutbûne û rola ku di aboriya Tirkiyê de bilîzin, da ku li rewşa xwe ya yesayî vegere, derket holê.

Tevgera opozîsyonê di nav wan de berpirsên payebilind ên wekî serokê berê Abdullah Gul, wezîrê karê derve û serokê hikumeta berê Ahmed Dawûdoglu û wezîrê aborî yê berê Alî Babacan, ji ber dikarin beşekî ji cemawerên partiyê tehrîk bikin, nexasim ku berpirsên saziyan ne û di demeke geşedanên partiya aborî de ne, li derdora Erdogan û hunirê AKP`ê bê aramiyek çêkirine.”

Serokê  nû yê şaredariya Îstenbolê yê girêdayî CHP`ê ya muxalif, Ekrem Îmam Uglu têkildarî liva wezîrê aborî yê berê Alî Bacan der heqê damezrandina partiyeke nû û pêşketinên berbiçav li wir û êdî dem rewşa kolanê diyar dike axivî. 

 Di heman demê de ku AKP`ê di qada hundirîn de rastî rewşeke cidî tê Oglu wiha got: "Bi hêvîme em hemû beşdarî xebatên baş bibin, mebesta min ji vê yekê ew ku pêwîstiya Tirkiyê bi diyalogên siyasî yên nû heye û em dibînin ku pergala yek mêrî zirar e dide.”

Şerq El-Ewset:Sûdan:Kombûna pîşeyan banga xwepêşandana bi milyonan dike û navbeynkariya Efrîqiyayê hişyariyê dike

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya Şerq El-Ewset got: "Duh dadgehekê Sûdanê rûniştina yekemîn a dadgehkirina serokê berê Omer El-Beşîr, ji ber rewşa ewlehiyê kirin nîva meha tebexê. Di vê derbarê de îro bi pêşbînkirina beşdariya kesên sûdanî ji diyalogên rasetrast ên belgeya destûrî, ku destpêkirina avakirina hikumeteke sivîl û ragihandina Partiya El-Şiwyî ji vekişandina ji danûstandinan re û beşdariya hikumeta demî ye, kombûna pîşeyan banga xwepêşandana bi milyonê kesan kir."

Kombûna pîşeyan avakirina komîteyeke ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Demkî ku lêpirsîna kuştina xwendekarên li bajarê Ebyedê bike red kir, her wiha kombûnê helwesta berpirsan der heqê parastina gel de rexne kir, xwepêşandan wekî mafekî destûrî dibînin soza berdewmiya xwepşandanan heta piştî derbasbûna qonaxa demkî dan.

Her wiha kombûna îro banga xwepêşandana bi milyonan kes bi slogana aşîtiyê kirin.Her wiha ji saziyên ewlehiyê û meclisa leşkerî ya demkî re daxwaza parastinê kirin.

(jo-eh)


Mijarên Din