Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa gefên Tirkiyê yên li ser Kurdên Sûriyê, gurbûna şer li bakurê rojavayê Sûriyê, aloziya li herêma Kendava Erebî, amadekariyên Îranê ji bo sekinandina li hemberî Amerîkayê li Sûriye û Iraqê, destekdayîna Tirkiyê ji çekdarên li Terablusê re li dijî hêzên Hefter kir.

El-Ereb: Erdogan gef li Kurdên Sûriyê xwar ku wê wan bixe bin erdê

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Gefên Tirkiyê yên li dijî Kurdên Sûriyê roja înê gihîştin lûtkeya xwe, serokkomar Erdogan gef xwar ku ew ê wan bixe binê erdê, di demekê de ku Erdogan di rewşeke xerab de ye û nexasim Enqere heta niha nikaribû rêveberiya Amerîkayê îkna bike ku dev ji Kurdan berde, ev daxuyaniya Erdogan hat.

Serokkomarê Tirkiyê got welatê wî di têkbirina terorê li rojhilatê Firatê li Sûriyê de, ger encamên dan û standinan bi DYA`yê re der barê avakirina herêmeke ewle de çi be jî, bi israr e.

Piştî bêdengiyeke dirêj, Tirkiyê piştî ku hêzeke mezin anî beramberî sînorê bi Sûriyê re, careke din îşaretên êrîşên li ser rojhilatê Firatê xistin rojevê.  Analîzvan dibêjin ku ji vegera Tirkiyê ya gefan, sedem ew e ku li gorî hin agahiyên hatine belavkirin, dewletên Ewropayê di nav de Fransa û Brîtanyayê qebûl kiriye ku hêzên xwe bi rê bikin rojhilatê Firatê da ku valabûna cihê hêzên Amerîkayê dagire. Analîzvan dibêjin dan û standinên berdewamkirî di navbera Enqere û Washingtonê de der barê wê herêmê de negihîşte encamekê, nexasim DYA`yê ne ji berjewendiyên wê ye ku derfetê bide Tirkiyê ku xetên wê yên sînor derbas kirin û taybet piştî ku Tirkiyê têkiliyên xwe yên leşkerî bi Rûsyayê re bi kirîna sîstema moşekên S-400, xurt kiriye.”

Şerq El-Ewset: 400 hezar koçber di 3 mehan de ji ber gurbûna şer li bakurê rojavayê Sûriyê

Têkildarî gurbûna şer li bakurê rojavayê Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: Li gorî raporeke AFP`ê zêdetirî 400 hezar kes ji bakurê rojavayê Sûriyê di 3 mehan de, ji ber gurbûna leşkerî ya hêzên rejîm û hevalbenda wê ya Rûsyayê, koçber bûn. Di heman demê de, NY`yê roja înê êrîşên berdewamî yên li dijî sivîlan, saziyên xizmetguzarî û tenduristiyê şermezar kirin.  

Li parêzgeha Idlibê û herêmên derdora wê ku derdora 3 milyon kes tê de hene, rojane rastî êrîşên balafirên Sûriye û Rûsyayê ji destpêka Nîsanê ve tê. Ev êrîş nexweşxane, dibistan û sûkan dikin hedef. Di heman demê de, şer bi piranî li bejahiya bakurê Hemayê rû dide.

Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji ber topbaranê zêdetirî 740 sivîl di 3 mehan de hatin kuştin. Di heman demê de jî, rêxistinên mirovî jî got herêm di rewşeke kabûsê de ye.

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb got: “Enqere şerê sekinandina li hemberî kontrolkirina Artêşa Wetenî ya Lîbyayê bi rêveberiya Muşîr Xelîfe Hefter li ser Terablusê, nexasim bi derbaskirina balafirên xwe yên bêpîlot di şer de ku wê bi xwe re aloziyê gurtir bike û dirêj bike, dimeşîne. Ev yek jî ne li gorî hewldanên civaka navneteweyî ya agirbestê û destpêkirina xebata siyasî ye.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Serokê Filistînê Mehmûd Ebas (Ebû Mazin) duh ferman da saziyên xwe yên ewlehiyê, da ku asta koordîneya ewlehiyê bi artêşa Îsraîlê re li Dufa El-Xerbî kêm bike, ev yek jî di çarçoveya biryarên ku rêveberiyê ji bo rawestandina xebata ku bi hevpeymanên bi Îsraîlê re li hev kirin, daye.”

Îran-Amerîka

Têkildarî şerê ku tê payîn di navbera Îran û DYA`yê de çêbe, çavkaniyên herêmî li herêmên Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Iraqê ji rojnameya El-Ereb re got general Qasim Suleymanî ku fermandarê Feyliq El-Quds e yê girêdayî Artêşa Pasdaran a Îranê ye, di rojên dawî de li herêmên kombûna milîsên şîe geriyaye û civînên girtî bi fermandarên meydanî yên girîng ên wan koman re li dar xistine.

Li gorî çavkaniyên ewlehiya kurdî ji Iraqê ragihandine, nîqaşên ku hatin kirin der barê detayên sekinandina muhtemel a li beramberî hêzên Amerîkayê li ser axa Sûriyê û Iraqê, ger ku şer di navbera Îran ji aliyekî ve û DYA û hin hevalbendên wê yên din de rû bide, ji aliyekî din ve.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî neçar ma ku guh bide rêveberiya Amerîkayê der barê hebûna Îranê li welatê wî de. Serokwezîr detayên der barê hin hevalbendên Îranê li Iraqê keşf kirin.

Kendava Erebî

Der barê tevgerên Ewropayê ji bo parastina Melaha li Kendavê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Serokê Amerîkayê Donald Trump got ew ê berjewendiyên Washington û hevalbendên wê li Hurmizê biparêze, ji aliyekî din ve jî tevgerên Ewropayê ji bo parastina Melaha li Kendavê zêde bûne.”

(kc)


Mijarên Din