Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa meydanî li Sûriyê, aloziya Sûdanê, şerê li Terablûs a Lîbyayê û Sûdanê kir.

Şeriq El-Ewset: Danûstandinên Amerîka û Tirkiyê der barê "herêma ewle" li Sûriyê bin ket

Rojnameya Şeriq El-Ewset der barê rewşa Sûriyê û herêma ewle de wiha nivîsand:"Enqereyê  diyar kir ku diyalogên ku ji aliyê nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey di nava 3 rojan de tu pêşketin der barê lihevkirina der barê detayên herêma ewle ku li Bakur Rojhilatê Sûriyê hatiye pêşniyarkirin, nehatin kirin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê  Mevlüt Çavuşoğlu got pêşniyarên Amerîkayê yên nû der barê herêma ewle de, Tirkiyê razî nake û aliyê Amerîkayê di dirêjkirinê tewanbar kir.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên ji Wezareta Derve ya Amerîkayê der barê serdana Jeffrey li Tirkiyê red kirin ku tiştekî bêjin. Berdeva wezaretê Michael Lavalli got Washington her dûbare dike ku diyalogên bi hikumeta Tirkiyê re ji bo çareserkirina metirsiyên Tirkiyê yên ewlehiyê yên rewa li Bakur Rojhilatê Sûriyê, dewam dikin û wiha dewam kir: “Der barê doza Minbicê de bi taybet, me xebata hevbeş lez kir û em ê bighêjin pêşketinekê der barê nexşereyê de.”

El-Beyan: Israîl bargehên Başûrê Sûriyê topbaran kir

Têkildarî topbarana Israîlê li ser Sûriyê, rojnameya El-Beyan got: “Televizyona fermî ya Sûriyê duh got, Israîlê  herêmeke istratejîk li başûrê welat ku li ser çiyayên Colanê serwer e, topbaran kir. Kenala Exbariyê jî got derbeyê herêma Til Hara kir armanc. Li gorî navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Israîlê moşek ber bi herêmên Başûrê Sûriyê ve avêtine, ku navendên leşkerî yên girêdayî artêşa Sûriyê yan jî hevalbendên wê, kirin hedefa xwe.

Navendê anî ziman ku moşekên Israîlê herêmên Başûrê Sûriyê yên nêzî çiyayên Colanê kirin hedefa xwe, ji wan Til Hara li parêzgeha Deraa û herêmên Çavkaniya Sexir û Til Ehmer ên parêzgeha El-Quneytera.”

El-Nehar: Di topbarana li Bakur Rojavayê Sûriyê de, 18 sivîl herî kêm hatin kuştin

Ji aliyê xwe ve, rojnameya El-Nehar behsa rewşa herêmên bêçek kir û got: “Di topbarana rejîma Sûriyê û hevalbendê wê Rûsya li Bakur Rojavayê Sûriyê li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, herî kêm 18 sivîl ji wan 5 zarok hatin kuştin.

Mûdirê navendê Ramî Abdullrehman ji AFP`ê re got 10 kesên ji 18 kesên hatine kuştin ji heman malbatê ne ji wan sê zarok û sê jin, ku di encama êrîşên esîmanî yên Rûsya li ser mezteya bakur bajarê Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê hatin kuştin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Xertûmê duh ragihand ku hewldana derbeyê ku fermandar jî ji wan serokerkan û sivîlên girêdayî rejîma berê û rêveberên tevgera islamî tevlê bûbn, têk çû.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Beyan got: “Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê duh li gelek eniyên şer li Terablûsê pêşketinên mezin bi destxistin. Mûdirê buroya ragihandinê ya Lîwayê 73 a bejahiya ku girêdayî fermandariya giştî ye Munzir Xertûş, got artêşa niştimanî ya Lîbyayê di pêşketinên xwe li eniyên cûda dewam dike û gelek  bargehên nû serwer kirin û milîs jî têk diçin.”

(kc)


Mijarên Din