Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê şerên li Sûriyê, hevdîtinên der barê Îranê de û her wiha rewşa Tirkiyê de nivîsîn.

Şerq El-Ewset: Çavên Amerîkayê li ser baregeha Îranê ya li Rojhilatê Sûriyê ne

Rojnameyê der barê mijarê de got: “Li gorî hin çavkaniyan, Îranê li rojhilatê Sûriyê baregeheke leşkerî ava kiriye, di navbera herêma ku di bin kontrola Amerîka û hevkarên wê yên li rojhilatê Firatê û baregeha Tenefê de. Çavkaniyan got ew baregeh her di bin çavdêriya Amerîkayê de ye.

Çavkaniyên Îsraîlê jî diyar kir ku Îranê li herêma Bûkemalê baregehek ava kiriye da ku ji wir êrîşî hêzên Amerîkayê yên rojhilatê Sûriyê bike, her wiha êrîşî hin deverên din ên Îsraîlê bike.”

El-Ereb: Şam ji bo ku xeta parastinê ya komên çekdar bişikîne, giraniyê dide hêza esmanî

Der barê şerên li Idlibê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, roja înê balafirên şer herêm û bajarên nû dane ber bombeyan li herêmên bakur û rojavayê Sûriyê, di êrîşan de 3 kes li Idlibê, 3 jî li Meret El-Nûman hatin kuştin ku her du bajarên mezin ên herêmê ne.”

Her wiha hate gotin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest daye li hin herêmên din. Hêzên hikumetê ji meha Nîsanê ve bi piştgiriya Rûsyayê êrîşên giran li rojavayê welêt pêk tînin.

Rojnameyê bi berdewamî wiha nivîsand: “Piştî nêzî 2 mehan ji destpêka êrîşên hêzên hikumetê bi alîkariya Rûsyayê li herêmên Idlib û derdora wê, Esad tu qezencên mezin bi dest nexistin.”

Li gorî çavdêran sedema vê yekî jî ew e ku Tirkiyê giraniya xwe daye ser vî şerî û piştgiriya leşkerî û lojîstîk dide komên cîhadî û îslamî. Idlib ji bo stratejiya Tirkiyê li Sûriyê mîna hesanê piştê ye, Tirkiye bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam û Eniya Nîştimanî ya Sûriyê, Idlibê kontrol dike.”

Pisporên leşkerî jî ji rojnameyê re axivîn û wiha got: “Komên cîhadî yên li Idlibê gelek ezmûn û tecrube girtine û şerekî dijwar dikin, lewma rewşa hêzên hikumetê ne baş e, lê ev tişt pir dirêj nake, xuya ye ku Şam û Moskovê giranî daye ser hêza asmanî da ku xetên parastinê yên komên çekdar bişikînin, her çi qas kuştî jî çêbin an jî zextên navdewletî.”

El-Quds El-Erebî: Piştî tevgera Îmarat û Siûdiyê li herêmên rojhilatê Firatê, Tirkiye hêzeke mezin bi rê dike wir

Der barê mijarê de rojnameyê got: “Ji nişka ve û bi awayekî bêdeng û dûrî daxuyanî û ragihandinê, artêşa Tirkiyê ev sê roj e hêzên çekdarî yên mezin bi rê dike herêmên sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de, bi taybet li herêmên rojhilatê Firatê ku hêzên kurdî lê ne.

Kendav

Der barê nakokiyên li herêma Kendavê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Brîtanyayê duh  ragihand ku diyalogan bi DYA’yê re der heqê "amadekariyên" xwe yên leşkerî li Kendavê de bike da ku li hember gefên li ser deryavaniyê li vê herêma stratejîk tên, tedbîra xwe bigire. Ev ragihandin jî li gel kifşkirina Londonê ya şandina keştiya şer a duyemîn li ava Kendavê hat.”

Yemen

Têkildarî Yemenê jî rojnameya El-Ereb got: "Erkdarkirina serokê tîma hikumetê di komîteya koordînakirina jinûve belavbûna li Hudeydayê de Lîwa Sexîr Bin Ezîz ji bo fermandariya hevpar a operasyona artêşa Yemenê, îşaretê bi binkeftina rêya siyasî û jinûve vegerandina leşkerî der barê rewşa Yemenê de dike.”

Tirkiye

Der heqê Tirkiyê de jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Tirkiye vekolîn û lêgerîna li gaza xwezayî di Deryaya Spî de tevî nerazîbûna herêmî û redkirina navdewletî didomîne. Enqereyê tekez kir ku ev ji mafên xwe "mafên qibrisiyên Tirk"  ên aborî li peravên bakurê rojhilatê girava Qibrisê namîne.”

(kn-fr)


Mijarên Din