Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa encamên Komxebata Navneteweyî ya têkildarî DAIŞ`ê, guhartinên ewlehiyê ku rejîma Sûriyê pêk tîne, rewşa Sûdanê û rewşa aloz a di nava AKP`ê de kir.

Şerq El-Ewset: Komxebata Navneteweyî-Erebî li rojhilatê Firatê xebatên xwe bi vebijêrkên pêşerojê bi dawî kir

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa encamên Komxebata Navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ`ê kir û got: “Duh Komxebata Navneteweyî ya der barê DAIŞ`ê de ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk 3 rojan bi beşdariya 125 akademîsyen, pispor, lêkolînerên siyasî û aborî ji 15 dewletan, ji wan DYA, dewletên rojavayî û erebî organîze kiribû, bi vebijêrkên pêşerojê bi dawî bû.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Kesên beşdar senaryoyên siyasî ji bo rêvebirina herêmê piştî têkbirina DAIŞ`ê di aliyê cografî û leşkerî de nîqaş kirin. Her wiha anîn ziman ku bidawîbûna şer li bejahiya Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê nayê wateya ku xetereya rêxistinê jî bi dawî bûye. Ji ber ku hîn şaneyên xwe li herêmên ne di bin serweriya wan de hene û hebûna xwe li çolistana Sûriyê heye. Endamên DAIŞ`ê serweriya beşek ji çolistanê ji rojavayê çemê Firatê dikin, li derdora wan hêzên rejîmê yên girêdayî Esed, milîsên Îranî û Heşd Şebî li aliyê Iraqê heye.”

Her wiha rojnameyê wiha berdewam kir: “Kesên ku beşdarî komxebatê bûne, gelek berhemên ku rêxistinê li pey xwe hiştin wekî aliyê aborî û civakî, nîqaş kirin. Her wiha beşdaran bal kişand ser çavkaniyên destekdayînê û alîkariya herêmî ya yekser û neyekser û bandorên wê yên neyînî li ser siyaseta borî ya herêmê.”

El-Ereb: Esed guhertinan li ser saziyên ewlehiyê dike da ku serweriya Îranê kêm bike

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Guhertinên dawîn ên ku serokê Sûriyê Beşar Esed li ser saziyên ewlehiyê dike, ji wan guhertinan diyar dibe ku dê aliyê Rûsyayê rihet bike, di heman demê de lawazkirina serweriya Îranê li ser saziyên ewlehiyê, nexasim îstixbaratên asîmanî ku Lîwa Cemîl Hesen bi rê ve dibir.”

Di vê çarçoveyê de, serokê Meclisa Ewlehiya Neteweyî Elî Memlûk bû cîgirê serok ê kar û barên ewlehiyê û li şûna wî jî gerînendeyê îstixbaratên giştî Mihemed Dîb Zeytûn hate erkdarkirin. Her wiha li şûna Zeytûn serokê ewlehiya siyasî lîwa Husam Loqa bû serokê îstixbaratên giştî û lîwa Nasir Elî jî bû serokê saziya ewlehiya siyasî.

Di heman demê de, lîwa Xesan Cewded li şûna lîwa Cemîl Hesen bû serokê rêveberiya îstixbaratên asîmanî. Çavdêr dibînin ku guhertinên di saziyên ewlehiyê de çêdibin, di çarçoveya şerê bêdeng ê di navbera aliyê Îranê yê di hundirê rejîmê de û aliyê girêdayî Rûsyayê de ye.

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Çavkaniyên ji Xertûmê texmîn dikin ku roja pêncşemê, li ser parvekirina desthilatê hevpeyman were mohrkirin. Ji aliyekî din ve jî, civînek di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê de çêbû da ku xitaba ragihandinê wekî hev be û birêxistinkirina hemleya propagandaya hevpeymanê li tevahiya welat.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Parçebûna di nava AKP`ê de ya bi serokatiya Erdogan her ku diçe zêdetir dibe, di vê çarçoveyê de yek ji damezirînerên partiyê û berê cîgirê serokwezîr, wezîrê aborî, derve û wezîrê kar û barên dan û standinên bi Yekitiya Ewropayê re bû, Alî Babacan îstîfaya xwe ji AKP`ê da, da ku partiyeke nû bi serokkomarê berê Abdullah Gul re ava bike.”

(kc)


Mijarên Din