Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên Rûsya û Îsraîlê li Sûriyê, Îranê û nîşaneyên nakokiyên di navbera rêveberên AKP`ê de kir.

Şeriq El-Ewset:  Derbeyên Îsraîlê li Sûriyê,  Rûsya tengav dike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Ji ber derbeyên Îsraîlê yên berfireh û xurt  li ser Sûriyê, piştî çend rojan ji civîna serokên meclisên ewlehiya neteweyî yên Rûsya, Amerîka û Îsraîlê li Qudisê, aliyê Rûsî tengav kir. Pisporekî ji Şeriq El-Ewset re got; Moskovê destûr daye Îsraîlê ku derbeyên xwe li Sûriyê dewam bike.

Rojnameyê bi berdewamî got: “Duh Kremlin îşaretên ne rihetiyê û zaravekî nexweş bikar anî û bang kir ku ev yek bi hevdîtinên dawî yên Rûsya û Amerîkayê de neyê girêdan. Her wiha Wezareta Derve teqezî li ser rêzgirtina qanûnên navdewletî kir û bi vê yekê jî derbeyên Îsraîlê bi awayekî yekser rexne kir.

El-Ereb: Washinton derbeyên li dijî El-Qaîde li bakur rojavayê Sûriyê jinûve destpê kir

Her wiha  rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “DYA`yê ragihand ku hêzên wê civîneke fermandarên Huras El-Dîn ên girêdayî El-Qaîde li bakur rojavayê Sûriyê kir hedef û di encamê de 8 endam ji wan fermandar hatin kuştin.”

Fermandariya Navendî ya Amerîkî di daxuyaniyekê de got: “Êrîşên hewayî li dijî rêxistina El-Qaîde li Sûriyê roja yekşemê li cihê perwerdeyê yê nêzî parêzgeha Helebê pêk hatin. Kesên ku hatin hedefgirtin, berpirsên pilanên êrîşên derve ne ku gefê li welatiyên Amerîkî, hevalbendên me û sivîlên bêguneh dixwin.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Mihdî duh biryarnameyek derxist ku divê hemû rengê çekdarbûnê ji derveyî dewletê û  saziyên leşkerî yên fermî yên girêdayî artêşê, bidawî bibin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Duh rêveberên çalakiyan û Meclisa Leşkerî  li ser qurbaniyên roja yekşemê, hev tewanbar dikirin. Ji aliyekî din ve jî, Yekitiya Afîqa û Ethiopian du civînên cûda bi Deklerasyona Azadî û Guhartinê re û Meclisa Leşkerî re organîze kir.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya El-Ereb got: “Hilbirîberên petrolê yên di nava OPEC û derveyî wê, biryar dan ku kêmkirina hilbirînê 9 mehan dirêj bikin. Bi vî awayî dê bandora tunebûn petrola Îranê li sûkê kêm bibe, ku îran ji ber cezayên Amerîkayê nikare petrolê bifroşe.”

Rojnameya Şeriq El-Ewset jî behsa rewşa Îranê kir û got: “Wekaleta  Navneteweyî ya Enerjiya  Atomik ragihand ku yekemîn binpêkirina ji hevpeymana nûkleerî ji aliyê Îranê ve, piştî ku Tehranê duh ragihand ku depokirina Uranium li gorî hevpeymanê, asta wê derbas kiriye, pêk hat.”

Tirkiyê

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “Dijberiya li hember siyasetên serokê Tirkiyê Erdogan ji nava derdorên siyasî û ragihandinê û derdorên civakî yên ku ji vê siyasetê zirar dîtine, xwe berdide nava rayedarên kevn û çalak ên partiya AKP`ê, êdî ev rayedar ji bo xelasiya Tirkiyê ji derveyî partiyê digerin, ango dixwazin partiyeke nû ava bikin, yan jî fişarên siyasî dikin”

(kc)


Mijarên Din