Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên Erebî yên îro derbarê geşdanên li Sûriyê, aloziya di bavbera Tirkiyê û Lîbyayê û geşdanên li Sûdan û Tunisê de nivîsîn.

El-Heyat: Di şerên bakur rojavayê Sûriyê de 70 kuştî

Der barê geşedanên li herêmên "bêçek" de rojnameya El-Heyat got: “Îro sibehê li li gundewarên bakurê Hemayê şerên dijwar rû dan, ku ev herêm li gorî peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de wek herêmên bêçek hatine destnîşankirin. Li herêmê ji meha Nîsanê ya derbasûyî ve şer rûdidin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan di şerên vê sibehê de 40 kes ji hêzên rejîmê û 31 jî ji komên çekdar hatine kurştin.

Şeriq El-Ewset: Piştî ku leşkerkî wê hate kuştin Tirkiyê çeperên hêzên rejîma Sûriyê topbaran dike

Rojnameya Şeriq El-Ewset têkildarî mijarê got: “Hêzên artêşa Tirkiyê duh înê, çeperên hêzên rejîma Sûriyê topbaran kirin, ew bersiva wê bû ku hêzên rejîmê xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li herêmên bêçek topbaran kiribû, di êrîşa hêzên rejîmê de leşkerekî Tirk hatibû kuştin û 3`ê birîndar bûbûn, li gorî wezareta parastinê ya Tirkiyê.”

El-Ereb: Windahiyên li Idlibê fişarê li Erdogan dike ku ji Sûriyê vekişe

Dîsa di mijara Sûriyê de rojnameya El-Erab got: "Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de, xuyaye ku aloziya li Idlibê dê bi awayekeî demdirêj Tirkiyê biwestîne, raporên fermî dibêjin ku leşkerên Tirk têne kuştin û birîdar dibin.

Çavdêrên leşkerî dibêjin ku Tirkiyê êdî bûye aliyekî şer li Sûriyê, asoyên vî şerî jî nediyar in, angê pêwîst e ku artêşa Tirkiyê xwe ji gelek windahiyan re amade bike, bi zêdebûna qurbaniyan re jî, dê fişarên siyasî û civakî jî li ser Erdogan û partiya wî zêde bibin.

Pir xuyaye ku êdî Tirikiyê bi awayeke rasterast destwerdan dike da ku komên Islamî yê radîkal ên girêdayî wê, mîna (El-Nusra), têk neçin, lewma ew çakan dide wan, her wiha hin çekdarên perwerdekirî yên artêşa azad ku li Efrînê bi cî didin, rêdike nava El-Nusra, ji xwe Rûsya û Sûriyê vê tiştê dizanin û li gorî wê jî şerên xwe birêve dibin.”

Lîbya

Derbarê aloziya di navbera Lîbya û Tirkiyê de rojnameya Şariq El-Ewset got: “Cenaralê Lîbyayê Xelîfe Hefter biryara lêdana keştiyên Tirkiyê yên di avên herêmî de da, her wiha hemû cihên stratejîk yên Tirkiyê yê li ser axa Lîbyayê, wek şerket, proje. Ev biryar jî bersiva wan "êrîşên bêbext" ên li dijî Lîbyayê ye.”

Sûdan

Rojnameya Qudis El-Ereb behsa rewşa Sûdanê kir û got: “Tevgera hêzên veguherîn û azadiyê, banga xwepêşandên girseyî kir, ku dê roja 30`ê hezîranê li paytext Xurtûmê bêne lidarxisitn. Serokê artêşê jî Ebdulfetah Elburhan got ewê ji bo parastina cihên stratejîk hêzên çekdarî li bajêr belav bikin.

Tunis

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Tunisê got: “Pênşema borî Tunisê rojeke bi aloz derbas kir, li aliyekî êrîşeke terorê pêk hat, li aliyê din jî nûçeyên nakok der barê tenduristiya serok El-Sibsî de belav bûn. Lê tiştên balkêş ku civaka Tunisê bi awayekî hişyar û baldarî tevgeriyan. Welatiyan jiyana xwe ya asayî dewam kir, ev jî pirsa ka şoreşa 2011`an çi bandor li awayên jiyana Tûnisiyan kiriye, derdixe pêş.”

(kn)


Mijarên Din