Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa encamên Lûtkteya El-Qudisê ya Sêalî, aloziya Amerîka û Îranê û Tirkiyê kir.

Şeriq El-Ewset:  Civîna ewlehiyê ya sêalî li Îsraîlê…Lihevkirina li ser istiqrara  Sûriyê û nakokiya der barê Îranê de

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa Lûteya El-Qudisê ya Sêalî kir û got: “Tevî ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku serokên meclisên ewlehiyê yên DYA, Rûsya  û Îsraîlê roja sêşemê li ser pêwîstiya istiqrara siyasî ya li Sûriyê piştî şer lihev kirin, lê der barê rola Îranê nakokiyên di navbera wan de wekî xwe man.”

Li gorî çavkaniyên siyasî ji Til Evivê ragihandine ku Netanyahu ne rihetî ji danûstandinê derketiye, ne tenê ji ber helwesta rûsî ya dijber, lê belê ji bo daxuyaniya nûnerekî Amerîkî yê banga wî li Tehranê ji bo diyalogê.

Heman çavkaniyan duh gotin, civîn negihîşte encamên piratîk, lê belê nakokî derbasî civîna lûtkteya Rûsî-Amerîkî ya di navbera Pûtin û Trump de hate kirin. Lûtkeya Amerîkî-Rûsî, wê li Japonya lidar bikeve.

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb got: Koalîsyona Hêzên Niştimanî ku mezintirîn kombûna partiyên Lîbralî li Lîbyayê ye, roja sêşemê insiyatîfek ji bo jinûve destpêkirina xebatên siyasî ya ji bo çareserkirina aloziyê li welat ragihand. Li gorî inisyatîfê, beriya destpêkirina xebatên siyasî di navbera her aliyan de,  divê şer were rawestandin û korîdorên mirovahî li paytextê Terablsûê werin werin”

Aloziya Îran-Amerîka

Têkildarî aloziya di navbera Îran û Amerîka de, rojnameya El-Heyat got: “Serokê Amerîkayê Donald Trump, êrîşeke dijwar bire ser Îranê û gefa tunekirina Îranê xwe, ger ku Îran berjewendiyên Amerîkayê bike armnac.”

Filistin

Têkildarî rewşa Filistinê, rojnameya El-Qudis El-Erebî got: “ Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump  roja sêşemê, pilana xwe ya aborî ya bi lêçûna 50 milyar dolar da ku aşitî di navbera Îsraîl û Filistinê de li Behreynê misoger bike, destpê kir.”

Lûtkeya 20`an

Têkildarî amadekariyên lûtkeya 20`an, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Hikûmeta Japonya hemû hewildanan dike da ku serkeftina Lûtkeya Koma 20`an li Osaka roja înê û şemiyê misoger bike. Ji ber ku mezintirîn xebatên siyasî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêşwaz dike.”

Tirkiyê

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “AKP`ê ku li Tirkiyê serwer e, ji ber siyaseta serokomarê Tirkiyê Erdogan, li ser asta Tirkiyê û navdewletî gelek tişt ji destê xwe winda kirin. Erdogan, partî kir saziyeke taybet û bi rêya wê projeyên xwe meşandin.

(kc)


Mijarên Din