Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, civîna sêalî, Yemen, Sûdan, Iraq û hilbijartinên Tirkiyê kirin.

Şeriq El-Ewset:  Rejîmê hêzeke mezin anî bejahiya Hemayê

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Hêzên rejîma Sûriyê hêzeke mezin ji alavên leşkerî, leşker û lojîstik anîn bargehên xwe yên bejahiya bakur rojavayî Hemayê. Di heman demê de, oposizyona Sûriyê roja duşemê ragihand ku wan bi moşekên Girad 3 bargehên leşkerî yên rejîma Sûriyê û Rûsya li bejahiya Hemayê topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku piştî têkçûna rejîmê ya hewldana vegerandina gundên Til Milih û El-Cibîn ku komên çekdar  di 6`ê Hizîranê de, xistin bin serweriya xwe de, tê payîn  rejîma Sûriyê û komên alîgirên wê bi rêveberiya Suheyîl El-Hesen ku bi navê “El-Nimir”tê naskirin û bi desteka ezmanî ya Rûsya, êrîşên nû pêk bîne, da ku herêmên ji destê xwe winda kirine, careke din vegerîne.”

El-Qudis El-Erebî: Hevdîtineke ewlehî ya Rûsî-Amerîkî-Îsraîlî der barê Sûriyê îro de…û rejîm aliyên derve bi teqandina xetên petrolê yên deryayî tewanbar kir

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Têkildarî rewşa meydanî ya li Sûriyê, li Hema û Banyas du bûyerên balkêş çêbûn. Duh li bajarê Idlibê, derdora wê û bejahiyên Hema û Laziqiyê ji saetên sibê de bêdengiyek hebû. Ji aliyekî din ve jî, hevîdtina ewlehiyê ya di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de li El-Qudisa dagirkirî îro, dibe ku bi xwe re aramiyê li Sûriyê pêk bîne.

Eqîd Fatih Heson ji El-Qudis El-Erebî re diyar kir ku Rûsya vegeriya çargoşeya ewlehiyê di operasyonên xwe yên leşkerî de ku tenê di çarçvoeya êrîşên hewayî li ser herêmên ku sivîl têde hene.

Şamê jî diyar kir ku xetên deryayî yên di stasyona bajarê Banyas ya berava Sûriyê de, xerab bûn. Rayedarên rejîmê jî duh aliyên derve ku girêdayî dewletan e bi xeranbûnê tewanbar kir.”

El-Ereb: Civînên El-Qudis feriz dike ku Îsraîl aliyek be di çareseriya aloziya Sûriyê de

Der barê civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de, rojnameya El-Ereb got: “Roja Sêşemê danûstandinên di navbera reydarên payebilind ên DYA, Rûsya û Îsraîlê de li El-Qudis, ku şopdar wekî dijwar binav dikin, bidawî dibin. Di danûstandinan de, wê dosya Sûriyê û  hebûna Îranê li vî welatî (Sûriyê) were nîqaşkirin.

Reydarên Îsraîlê jî dibînin ku ev danûstandin, wê bihêle ku Til Eviv bibe beşekî sereke di çareserkirina aloziya Sûriyê de û êdî tu alî nikarin daxwaza wê ya girêdayî ewlehiya neteweyî paşguh bike.

Tirkiyê

Têkildarî hilbijartinên Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “Têkçûna serokatiya şaredariya Istenbolê di hilbijartinên dûbarekirî de, wekî nameyeke yekser dide Serokomarê Tirkiyê  Erdogan ku dema serekeftinên wî êdî dawiya xwe hatiye û êdî gelê Tirkiyê bi silogan û sozên wî der barê aloziya aborî, siyasî û ewlehiyê li welat, bawer nake.”

Sûdan

Têkildarî  rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Meclisa Leşkerî ya Sûdanê, ragihand ku wan peywendî bi tevgerên çekdar re çêkirine û di encamê de lihevhatinek di navbera wan û tevgerên Tehrîr Sûdan û Edalet  û Misawat de çêbûye. Li gorî hevhatinê, wê hemû esîrên tevgerên çekdarî yên li gel artêşê girtîne, werin berdan. “

Filistin

Têkildarî rewşa Filistinê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Trump û zavayê wî, Jared Kouchner desthilatiya Filistinê rexne kir, ji ber ku red kir beşdarî werşeya Menamê bibin.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Qudis El-Erebî ku agahiyên xwe spart çavkaniyekî ji parlemanê, got: “Ebdellmihdî di saetên derengiya şevê de, lîsteya navên wezaretên (parastin, hundirîn, perwerde, edalet) rêkirin ji serokatiya Meclisa Parlemanê.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb got: “Wekî meşên ku li parzêgeha Erxebîl Seqtera yên li dijî Ixwanan çêbûne, li bajarê Etîq ê parêzgeha Şebwa yê başûr rojhilatê Yemenê, roja duşemê meşên mezin hatin lidarxistin û dirûşmeyên şermezarkirina destwerdana Îxwanan di karûbarên parêzgehê de, beriz kirin.

(kc)


Mijarên Din