Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa salvegera 8`emîn a aloziya Sûriyê, danûstandinên Yemenê û pêşbirka di navbera Rûsya û Tirkiyê de ya li herêma Balkanan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Şam ji serkeftina kêm bi fikar e… pêşbirka di navbera Moskov û Tehranê de zêde dibe

Rojnameya Şerq El-Ewset  îro behsa mijara salvegera 8`emîn a destpêkirina aloziya Sûriyê kir û wiha got: “Di salvgera yekemîn a destpêkirina aloziya Sûriyê de, Şam dibîne ku wê nekarî serkeftina leşkerî di sala dawîn de, hemû erdnîgariya Sûriyê bi dest bixe û lewre ev serkeftin nebû serkeftina siyasî. Ev yek jî dihêle ku pêşeroja Sûriyê bikare di demekê de ku 5 artêş derbasî Sûriyê bûne. Ji aliyekî din ve jî, pêşbirka di navbera Rûsya û Îranê de zêde dibe.”

El-Ereb: Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewl dide xeta dawîn a parastinê ya DAIŞ`ê li Baxozê bişikîne

Rojnameya El-Ereb behsa şerê QSD`ê yê li dijî DAIŞ`ê li Baxozê kir û ev tişt got: “Hêzên Sûriya Demokratîk bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî roja pêncşemê hewl da ku xeta dawîn a parastinê ya endamên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ku di tunelan de bi cih bûne û ji wir êrîşên xwekujî li Baxozê ya rojhilatê Sûriyê pêk tînin, bişikîne.”

Yemen

Têkildarî mijara Yemenê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Civîna Meclisa Ewlehiyê ya taybet ji bo Yemenê sedemên ku nahêlin hevpeymana Siwêdê pêk werin, eşkere kir. Nûnerê navneteweyî yê ji bo Yemenê jî Martin Griffiths tevî têkçûna danûstandinan, hewl dide pêvajoyeke nû ya danûstandinan bide destpêkirin. Her wiha yek ji çavdêrên navneteweyî Michael Lolisgaard jî eşkere kir ku Hûsî nahêlin danûstandin bikevin meriyetê.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh bangên ji derketina meşan li paytexta Cezayîrê û bajarê din di îna çaremîn de zêde bûne. Ev bang jî wek bersiva plana serokê Cezayîrê Ebdulezîz Bûtîfliqa ye. Bûtîfliqa di 11`ê vê mehê de diyar kiribû ku hilbijartinên serokatî werin betalkirin û destûreke nû were amadekirin û piştre hilbijartinên nû yên serokatiyê werin kirin.”

Rûsya-Tirkiye

Têkildarî rewşa di navbera Rûsya û Tirkiyê li Balkanan, rojnameya El-Ereb wiha got: “Tevî ku rewşa li herêma Balkanan aram e û bê deng xuya dike, lê di rastiyê de alozî di navbra hêzên navneteweyî wekî Rûsya û Tirkiye, her wiha Yekitiya Ewropayê li ser vê herêma stratejîk heye.”

Filistîn

Her wiha têkildarî rewşa Filistînê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh ji ber du moşekên ku ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, di nava şêniyên Til Evîv û herêmên girêdayî wê de tevliheviyek derket. Artêşê diyar kir ku her du moşek ji cureya ‘Fecer’ in û berhemên Îranî ne û li herêmên vala ketin xwarê.”

(kc)


Mijarên Din