Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê encamên civîna li Enqereyê, hilbijartinên Tunisê û aloziya partiya desthilatdar a Tirkiyê AKP’ê de nivîsîn.

Ukaz: Di civîna sêalî ya li Enqereyê de nakokiyên berjewendiyan

Rojnameyên erebî yên îro der barê civîna Enqereyê ya duh de nivîsî. Rojnameya Ukaz der barê mijarê de wiha nivîsî: "Di civîna sêalî ya dewletên garantor (Rûsya, Tirkiye û Îran) ku duh li Enqereyê rewşa li Idlib û Hemayê nirxand, nakokiyên berjewendiyan serwer bûn."

Rojnameyê wiha pê de bir: "Dema ku welatiyên Sûriyê li benda encamên civîna 5`emîn a sêalî bûn, serokatiya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di civînê de rewşa Sûriyê û bi taybet jî rewşa Idlibê hate nirxandin, armanca civînê ew bû ku her sê dewlet der barê pêngavên hevbeş ên dema bê de li hev bikin, da ku bigihîjin çareyeke siyasî ya mayînde li Sûriyê û bidawîkirina pevçûnan û vegera koçberan.

Li gorî daneyan, di mijara Idlibê de di navbera aliyên civînê de nakokî hebûn, Rûsya ji bo derbasbûna Idlibê piştgiriya hêzên rejîmê dike, li aliyekî din xalên Tirkiyê yên çavdêriyê hene.

El-Ereb: Iraq dê beramberî hin encamên êrîşa Aramco bimîne

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Rêveberiya siyasî ya Iraqê hewl dide xwe ji encamên êrîşa li dijî kargehên petrolê yên Erebistana Siûdiyê xilas bike ku di bazara petrolê ya cîhanê de aloziyek çêkir û di nava dewletên cîhanê de hêrs bilind kir. Hikumeta Iraqê xwe dibîne ku nava bahozê de ye, ji ber ku hin aliyan behs kir ku dibe êrîşa ku Hûsiyên Yemenê girt ser xwe, ji axa Iraqê pêk hatibe.

Hikumeta serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî dibîne ku metirsiyeke rasteqîn heye ku hin aliyên navdewletî dê berpirsyariya êrîşan biavêjin ser Iraqê.

Ebdilmehdî di axaftineke telefonê de ji wezîrê karên derve yê Amerîkayê re gotibû ku axa Iraqê ji bo êrîşên li dijî Siûdiyê nehatiye bikaranîn, li gorî daxuyaniyeke ku duh hatibû weşandin.

Tevî ku Iraq bi fermî mijar derewand lê Amerîka her di vê derbarê de hin nîşanan dide. Çapemeniya erebî daxuyaniyeke dîtir dibêjin yan rayedarekî îstixbarata Iraqê weşandibûn, tê de dibêje ku êrîşa li dijî kargehê Siûdiyê ji axa Iraqê çêbûye. Lê berdevkê îstixbarata Iraqê ev tişt derewand û got tu rayedarên îstixbaratê daxuyanî der barê êrşê de nedane.”

Şerq El-Awsat: Netanyahu bi sozên niştecihkirinê derbasî hilbijartinan dibe

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi gelek sozên niştecihkirinê derbasî hilbijartinên giştî yên îro dibe. 

Ew hewl dide beşdariya raatgiran zêde bike, duh jî wî û dijberê xwe Beny Gants serokê Partiya Şînspî, alîgirên xwe di roja dawîn a hemleya hilbijartinê de vedixwendin beşdarbûnê.

30 lîste beşdarî hilbijartinê dibin, Netanyhu jî hewl dide li ser kursiyê serokatiya hikumetê bimîne ku ew garantiya wî ye da ku nekeve zindanê. Ji ber ku li dijî wê hin doz dê bêne vekirin. Gants jî serkêşiya lîsteyekê dike ku gelek fermandarên artêşê yên berê di nav de ne, bi navê dewleta kûr a artêş û îstixbaratê ketiye hilbijartinan.”

El-Ereb: Dengdana cezakirinê dê nexşeya siyasî li Tunisê biguherîne

Rojnameyê nivîsî: "Encamên hilbijartinên serokatiyê li Tunisê, nîşan dide ku li ser asta cîhanê gelîbûn bi pêş dikeve û pêşengên siyasî yên klasîk bi paş dikevin, ji ber ew siyasetmedar di dosyayên sereke bi taybet ên aborî û civakî de xebatên baş nakin. Ev tişt di encama destêkê de diyar bû, baş diyar bû ku li dijî desthilatdarên Tunisê, Partiya El-Nehda jî di nav de, dengdana cezayê hate kirin ku vê partiyê her tim behsa giraniya hebûna xwe ya di nava gel de dikir û plan dikir ku hemû saziyê dewletê bixe bin destê xwe.

Tirs heye ku ev encamên ku ne bala kesî de bûn û namzetekî nenaskirî derxistin pêş, ew jî Qeys Saîd e dê di hilbijartinên parlemanê yên 6`ê Cotmehê de hejandineke mezin çêke.”

Li gorî hejmartinên destpêkê El-Qurewî kete rêza duyemîn piştî namzetê serbixwe Qeys Saîd.

Şerq El-Awsat: Dadgeha Herîrî Eyaş bi kuştinên din tawanbar dike

Rojnameyê nivîsî "Dadgeha navdewletî a taybet ji Libnanê tewaneke nû arasteyî Selîm Eyaş, Lîderê Hizbulla` yê ku bi tewana kuştina serokê berê Refîq El-herîrî tê darizandin, kir. Dadgehê tot ku Eyaş beşdarî sê êrêşên din bûye, li dijî wezîrê berê Merwan Hemade, wezîrê berê Ilyas Almur û sekreterê partiya komonîst a Libnanê Corc Hawî.

Dadgehê bi daxuyaniye got ku du tewanên "teror û kuştinê" arasteyî Selîm Eyaş kirine û derbarê wî de daxwaznameya girtinê şandine ji hikûmeta Libnanê re.”

El-Ereb: Partiya Adalet û geşkirina ya desthilatdar li Tirkiyê ber bi belavbûnê diçe

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Îstifaya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ku yek ji damezrênerê partiya AKP’ê li Tirkiyê desthilatdar e, deriyê belavbûna partiyê vekir. Ji xwe ev encama dihate payin, piştî ku partiya bi serokatiya serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di hilbijartinên Stanbol û Enqereyê de winda kir.”

Di nava binesaziya partiyê de agahî têne belavkirin ku bi sedan an jî bi hezaran endamên partiyê xwe jê dikişînin û tev li partiya ku tê payîn Davutoglu ava bike, dibin. Her wiha partiya ku wezîrê aboriyê yê berê Ali Babacan û serokkomarê berê Abdulah Gul dê ava bikin, ev nîşan dide ku partiya Erdogan dê belav bibe.”

Rojnameyê nivîsî: "Tirk dizanin ku Erdogan di dema xwe ya herî tarî de ye

Di jiyana xwe ya siyasî  û partîtî de. Partiya wî bi awayekî bi lez bi tinebûnê ve diçe, hevalên wî yên kevn ji dora wî diçin, piştî ku ew bi zanebûn ji erkdariyên wan girtin û desthilatdarî xiste destên xwe, li gorî ku hin dijberên wê dibêjin.”

 


Mijarên Din