Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, bi taybet jî hebûna Tirkiyê di nava axa Sûriyê de, arîşeya di navbera Îran û amerîkayê de û rewşa hundirê Tirkiyê de nivîsîn.

El-Şarq El-Awsat: Hêzên Rûsyayê xala çavdêriya ya Tirkiyê diparêzin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Hêzên Rûsyayê li bajarokê Mork ê bakurê Hemayê, xaleke xwe ya  nû ava kir, ew dever bi qasî 300 metreyan nêzî xala Tirkiyê ya nehemîn e ku ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin.

Çavkaniyeke nêzî hêzên rejîmê ji ajanseke Almanî re diyar kirk u "Hin komên çekdar ên opozîsyonê hîna jî di hundirê xala Tirkiyê ya li derdora wê de dimînin. Hate dîtin ku hin tankên komên çekdar derbasî xala Tirkiyê bûn, piştî artêşa Sûriyê bajarokê Morkê xiste bin destê xwe.

Ev liva Rûsyayê wek parastina xala Tirkiyê tê naskirin. Jixwe serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro serdana Rûsyayê bike û bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Pûtîn re der barê geşedanên bakurê Sûriyê û Idlilbê de hevdîtinan bike.”

El-Beyan: Geşedanên li gundewarên Hemayê hin dijber vegerandine Şamê

Rojnameyê wiha nivîsî: "Pêşketina artêşa Sûriyê û vegerandina herêmên bakur ên Xanşêxûn û gundewarên Hemayê, bandoreke yekser li rewşa siyasî kir, bi taybet piştî ku hevsengiya hêza leşkerî kete aliyê artêşa Sûriyê û komên çekdar di herêmên teng de mane dorpêçkirî.

Yek ji van bandoran a li ser derdora opozîsyona Sûriyê ye, hin kesên dijber hewl didin bi hikumetê re li hev bikin, piştî ku opozîsyon ji hev ket û li ser erdê têk diçe.

Bûyereke ku derdorên opozîsyona Sûriyê hejand derket. Cîgirî serokê desteya hevdîtinên Sûriyê a bilind ê berê Yihya El-Qedmanî, ji aliyên têkildar ên Şamê xwest ku rewşa wî sererast bikin da ku karibe vegere Şamê, her wiha poşmaniya xwe anî ziman ku ew tevlî nava opozîsyonê bûye.

El-qedmanî di nivîseke li ser Facebook`ê de nivîsiye: ketina nava desteya hevdîtinan ya opozîsyonê û paşê bûyîna cîgirê serokê wê, şaşîtiyek bû.”

Ji aliyê xwe ve desteya bilind a hevdîtinan ta niha derbarê daxuyaniya El-qedmanî de bêdeng e û ti daxuyanî nedaye.”

El- Watan: Ji tirsa ku gel li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde, çeteyên Erdogan "hemleya ewlehiyê" li herêmên dagirkirî dest pê kir

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyên herêmê yên herêmên bakur û bakur rojhilatê Helebê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, diyar kirin ku armanca sereke ya "Hemleya Ewlehiyê" yak u çeteyên Erdogan dest pê kirine, ew e ku dagirkeriyê li wan herêman biçesipînin, da ku gel li dijî wan li wan herêman pêk neyê û gel venegere himbêza welêt  (Sûriyê).

Çavkaniyên herêmê ji El-Watan re diyar kirin ku arêtêşa Tirk a dagirker piştî ku nikarî li herêmên dagirkirî ewlehî û aramiyê pêk bîne, niha bi alîkariya qaşo "artêşa neteweyî" "Hemleya Ewlehiyê" destpê kiriye, da ku dijberî û serhildanên li dijî wan li hemû bajar bajarokên dagirkirî biçwisîne.

Çavkaniyan diyar kirin ku milîsên "artêşa neteweyî" duh bi alîkariya dagirkeriya Tirkiyê "Hemleya ewlehiyê" destpê kir, ev hemle di nava salekê de ya dunemîn e, qaşo li dijî "şaneyên veşartî yên ku aramiyê têk dibin e, lê ew behsa teqîn, revandin û pevçûnên di navbera fermandarên milîsan de nakin.”

El-Ereb: Asmanê rojhilata navîn tijî balafirên dê mirov bûye

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî "Ji çolên fereh ên Siûdiyê ta bi taxên Bêrûtê belefirên bê mirov (Dron), li asmanî herêma rohilata navîn digerin û metirsiya kûrkirina aloziyê li herêmê zêdetir dike.

Sernivîsa qaling ya nakokiyê herêmê dijberiya di navbera Îran û Amerîkayê de ye, lê nexşeya wê ferehe û dihêje dewletên herêmê yên mîna Siûdiyê, Yemen, Sûriyê, Libnan, Îraq û Îsraîl û HWD, ta ku dighêje tengav deryayê û berjewendiyên dewletên rojava.

El-Şarq El-Awsat: Hêrût li bendê ye ku mijara her du balafiran nas bike

Rojnameyê nivîsî: "Duh Îsraîlê bi balafirên Drone li dijî baregeha Eniya gel a Rizgariya Filistînê li rojhilatê Libnanê, êrîşk pêk anî, beriya du rojan jî Îsraîlê bi du Dron`an êrîşî navenda ragihandinê ya Hizbullah a Bêrûtê kiribû, serokê Hilbullah Hesen Nesrella jî gotibû  ewê Ddronên Îsraîlê bîne xwar. Niha jî Bêrû li benda Bersiva hizbullah e, her wiha libendê ye ku çîroka herdû êrîşan nas bike.

El-Ereb: Ahmet Davutoglu ji Erdogan re; ez ê tiştên ku dê rûyê pir kesan reş bike, eşkere bikim

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî:  "Têkiliyan di navbera her du dost û hevkarên berê, serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û serokê niha Receb Tayib Erdogan de, xirab bûn. Erdogan davutoglu tewanbar kir, wî jî got ku ewê hin razan eşkere bike ku dê bihêle `rûyê pir kesan reş bibe`, ev jî tê wateya ku her dû alî ji hev qut bûn.”

Davutoglu li pêşiya girseyekê li bajarê Sakariya yê herêma Marmara`yê got "pir kes dê şerm bikin li rûyê xelkê binerin, eger ez defteyên şerê li dijî terorê vekim, pir rû dê reş bibin.”

Ahmet Davutoglu ku bi piştgiriya wezîrê aboriyê yê berê Alî Babcan re amadekariya damezrandina partiyeke nû dike, Erdogan tewanbar kir û got "Ez bi hilbijartina bûme serokwezîrê vî welatî, kes nikar min bi ixanetê tewanbar bike, ez hemû serokwezîrên berê nas dikim, kes ji wan ne xayin bû.”

Ahmet Davutoglu wiha dewm kir "Ev kesên ku ne di nava partiya desthilatdar de ne, çawa dikarin rehet bin? Ka bêjin, em kengî xayin bûn? Bêjin.”

(k)


Mijarên Din