Rojeva rojnameyên erebî

Rojnemeyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê û taybet li Idlibê û girêdana wê ya herêmî û navneteweyî, her wiha bomebarandina Israîlê ji cihên Iraqê û hevpeymana nukleerî ya Îranê kirin.

El-Ereb: Esed bi agir lihevkirinên Soçî pêk tîne û çavê wî li hemû Idlibê ye

Der barê rewşa Sûriyê, rojnemeyên El-Ereb behsa rewşa li herêma Idiblê û derdora wê kirin, rojnemeya El-Ereb wiha nivîsand: " Piştî ku bajarê Xan Şêxûn kontrol kirin, berê artêşa Sûriyê wê li kur be, di demeke ku pirsên der barê eger wê tenê pêkanîna hevpeymana Soçî be, an wê bi agir herêma tampon xêz bikin, piştî ku Tirkiyê soza xwe bicih neanî, an jî niyeteke vegerandina hemû parêzgeh û derdora wê heye?"

Rojnemeyê wiha domand: "Heta niha xuya dike ku artêşa Sûriyê pêşketinên xwe li herêmên ku di hevpeymanên di aliyê Rûsya û Tirkiyê di îlona çûyî de lihev kirin, pêk tîne, jê vegerandina rêya Şam-Helebê ku di Xan Şêxûn re derbas dibe."

Li gorî rojnemeyê: "Bi rêya tevgera artêşê, armanca niha pêkanîna hevpeymana Soçî bi çekê ye, lê çavdêr dûr nabînin ku heman sînaroya li herêmên bê çek mîna li Xûta Şerqiyê û Helebê li Idlibê dûbare bibe."

Lêkolînerê di koma aloziyên navneteweyî Sam Heller wiha dibêje: "Bi kontrolkirina Xan Şêxûn, Rûsya serdestiya xwe vegerand, her wiha pêşketina xwe di nîqaşa der barê Idlibê, her kesî got ew dikare hîna bêhitir şer gur bike." Her wiha Sam da zanîn ku geşedanên dawîn xuya kir ku Moskov û Şam dikarin li cihên Tirkiyê pêş bikevin û bihêlin hêzên Tirkiyê ne girîng be.”

Şerq El-Ewset: Netanyahu bombebarandina armancên Îranê li Iraqê itîraf kir

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnemeya Şerq El-Ewset wiha got: "Piştî çend hefteyan ji bêdengiyê, duh Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku wan baregehên leşkerî yên Îranê li Iraqê bombebaran kir. Her wiha got ku wî ferman daye artêşê da ku planên Îranê têk bibin.

Netanyahu di hevdîtinekê bi televizyona El-Tesîa ya Israîlê wiha got: "Israîl li her derê rê nade Îranê ku baregehên xwe yên dijî Israîlê ava bike, çi li Iraqê, Yemen, Sûriyê û Lubnanê dibe."

Der barê mijarê, hersê serokatiyên li Iraqê, redkirina xwe ji siyaseta tesfiyekirina hesaban anîn ziman.

El-Ereb: Sûdaniyan, meclisa serwer û hikumetê xistin ezmûnan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnemeya El-Ereb wiha got: "Endamên meclisa serwer di civîna yekemîn ku li Qesra Komarê de, valatiya rêveberî û destûrê nîqaş kirin û soz dan ku bi hev re bixebitin da ku armancên şoreşê ji istiqrara siyasî û geşkirina aborî pêk were, her wiha dozên şer û aştiyê çareser bikin."

Abdullah Hemdûk serokê hikumeta demkî ya Sûdanê, hevdîtin bi rayedarên Deklerasyona Azadî û Guhertinê re li mala serokê partiya Netewî Sadiq El-Mihdî li bajarê Um Dirman, pêk anî da ku endamên hikumetê yên nû ava bikin.

Şerq El-Ewset: Zerîf li Parîsê ye da ku hevpeymana nukleerî xelas bike

Der barê rewşa Îranê rojnemeya Şerq El-Ewset wiha got: "Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro berê xwe dide Parîsê da ku serokê Fransa Emmanuel Macron li Elysée bicive, her wiha pêşinyarên Fransa ji bo xelaskirina hevpeymana nukleerî ya Îranê nîqaş bikin. Zerîf dê ramanên Îranê der barê ramanên Fransa ji Makron re bêje, beriya ku Makron hewldana dawî ji bo navbeynkariya di navbera Tehran û Washingtonê di hevdîtina xwe bi Serokê Amerîka Donald Trump re di lûtkeya koma heftan li Biarritz roja şemî û yekşemê parve bike."

(jo)


Mijarên Din