Rojeva rojnameyên erebî

Di demekê de ku desthilata Tirkiyê penaberên Sûriyê ji Tirkiyê derdixîne, Enqere der barê geşedanên li Idlibê de dan û standinan bi Moskowê dike re, her wiha bi israr e ku ji nuqteya Morik a dorpêçkirî dernekeve. Meclisa Sûdanê belgeya destûrê mor kir û hikumê sivîlan.

Rojnameyên erebî yên îro bal kişandin ser nakokiyên Tirkiyê û Rûsya yên der barê rewşa Idlibê û derxistina penaberên Sûriyê ji Tirkiyê. Her wiha bal kişandin ser rewşa Sûdan, Tirkiyê, Yemen, Îranê û mijarên din.

Şerq El-Ewset: Ji bo nexşerêya herêma"bêçek"diyalogên rûsî-tirkî

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser geşedanên Idlibê û wiha nivîsand:"Der barê diyalogên têkildarî rewşa Idlibê yên li ser asta qada leşkerî bi Enqerayê re, Moskowê ti agahî parve nekir û wezareta Parastina Rûsyayê hûrgilî diyar nekirin. Di heman demê de jî belgeyên belav bûne destnîşan kirin ku Tirkiyê dixweze nuqteyên çavdêriyê yên li bakur û rojavayê Xan Şêxûn di bin kontrola xwe de bihêle, beramberî vekirina rêya Şam-Heleb.

Çavkaniyan ji "Şerq El-Ewset" re diyar kir ku Moskowê pêşbîne dike ku "Piştî geşedanên dawîn ên qadê dê nexşeya herêmên bêçekên li Idlibê were danîn".

Tevî ku Wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov berî du rojan ragihandibû ku Moskowyê diyalogan bi aliyê Tirkiyê re li ser asta qada leşkerî didomînin, lê ya balkêş naveroka hevdîtinê hîn jî ne zelal in. Çavkaniyên wezareta Parastinê tekez kir  ku peywendî berdewam in, lê hûrgiliyên zêde zelal nedan.

Duh jî çapemeniyên Rûsya hin agahî dan ku spartin çavkaniyên Tirkiyê û Rûsya dibêjin "Dan û standinên têkildarî nuqteya Tirkiyê ya li Morok û li bakur û rojavayê Xan Şêxûn û du nuqteyên nû werin avakirina bû, di gel vê yekê jî rejîm ji herêmên di bin destê wê de vekişe û ber bi bajarokê El-Hêbit ê bejahiya başûrê Idlibê biçe. Di heman demê de bal kişand ser ku daxwazên Enqera beramberî amadekariyên ji diyaloga vekirina rêya Şam-Heleb e û derbaskirina wesayît û çavdêriyê ne."

El-Beyan: Artêşa Sûriyê Xan Şêxûn bi temamî kontrol kir

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand:"Artêşa Sûriyê bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk ê li bakurê rojavayê Sûriyê kontrol kir, her wiha herêmên derdora wê vegerandin, bi vê yekê hemû korîdoran li pêşiya nuqteyên hêzên çavdêriyê yên Tirkiyê girtin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî piştrast kirk u rejîmê bajarê Xan Şêxûn ê gundewarê başûrê Idlibê bi temamî control ku rêya otostrat a bakurê bajarê Helebê bi paytexta Şamê ve girêdide.

Gerînendeyê Navenda Çavdêriyê Ramî Abdulrehman got:"Niha hêzên rêjîmê li bajarê ku komên çekdar  pêr jê vekişiyan e, xebata bêbandorkirina mayînan dikin."

Abdulrehman diyar kir ku hêzên rejîmê piştî derdora Xan Şêxûn ji bo rastî êrîşên komên çekdar neyê kontrol kir, bi temamî Xan Şêxûn kontrol kir.

El-Ereb:  Tirkiyê penaberên Sûriyê di navbera du bijêrkan hişt, an girtin an derxitin

Têkildarî rewşa penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Mistefa welatiyekî sûrî ye 21 salî ye û li Tirkiyê dijî. Mistefa li Stenbolê di kargeha pêlavan de dixebitî û pêlav ji leşkeran re çêdikir. Demê sê polîsan girte ser kargehê û ji wî û karkerên ji Sûriyê yên pê re dixebitîn, der barê belgeyên mafê penabertiyê wergirtine yan na pirsîn, Mistefa û hevalên xwe gotin; na.

Leşkeran yekser Mistefa û hevalên wî kişandin erebeyê da ku bi zorê wan vegerînin Sûriyê. Di vê derbarê de Mistefa ji cihê ji dayîk bûna xwe Salqîn a parêzgeha Idlib a Sûriyê ji  Ajansa Associapemeniya Associate re axivî û got, ji me re gotin careke din venegerin Tirkiyê û biçim bajarê xwe rizgar bikin.

Mistefa yek ji sedê penaberên Sûriyê yên ku di meha derbasbûyî de bi darê zorê hatin dersînorkirin, ji ber vê yekê bertekên gel zêde bûne.

Beriya çend heftiyan dewleta Tirkiyê pîvanên xwe yên girêdayî penaberên Sûriyê da ku li bajarên ku têde  mafê penaberiyê wergirtine, bimînin ferz kir.

Şerq El-Ewset: Tehran hişyariya baykotkirina hinardeyên petrolê ji ewlehiya korîdorên navdewletî kir

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"Tehran xebatên Amerîkayê yên der barê avakirina koalîsyona ewlehiya li herêmê rexne kir û hişyariya kêmkirina hinardeyên xwe kir ku wê ewlehiya korîdarên navdewltî venehewîne da.

Australia ragihand ku dê beşdarî mîsyona navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê bibe da ku li ser deryaya Rojhilata Navîn rawestîne .Di heman demê de Yewnanîstan tekez kir ku ew ê destekê nede keştiya Îranê ku li rojhilata Deryaya Spî keştevaniyê bike û rêya gihandina petrolê ji Sûriyê re veke.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî got, cezayên girêdayî neftê gefan li korîdora navdewletî dixwe û duh dema hevdîtina hikumetê bi Alî Xameynî re got:

"Hêzên mezin serwextin ku korîdorên navdewletî yên deryayan, heke ceza li ser nefta Îranê were ferzkirin û hinardeyên wê were rawestandin, ne pêkan e ku wekî berê ewlehî lê peyda bibe û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Fîşara yekalî ya li ser Îranê dê ne ji berjewendiyên van hêzên mezin be, her wiha dê garantiyê nede ewlehiya herêm û cîhanê. Di milekî din de Alî têkildarî pabendiya Îranê bi nuklerê,  parastina rêya rast û çewt kir û wiha got:"Hedek ji sebra me re heye û ne pêkan e ku em pabendiya bi hevpeymana nuklerê beramberî paşgavavêtina aliyên din bipejirînin". Her wiha got, Heke diyalogên bi aliyên hevpeymana nuklerê(1+4)bi encam bin jî, guhartin muhtemel e û wiha pê de çû,Heke nebin bersiv em ê rêya me berdewam bikin. 

El-Ereb: Li Sûdanê meclisa Serwer sonda destûra nû xwar

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Sûdan gaveke dîrokî ber bi rêveberiya sivîl ve avêt. Endamên Meclisa Serwer û serok di pêngava demkî ku 39 meh in, dê welat birêve bibin sonda destûra nû xwarin.

Meclisa Serwer dê erka Meclisa Leşkerî ya Demkî werbigire.Tê zaîn ku Meclisa Leşkerî ya Demkî piştî artêşê  serokê berê Omer El-Beşîr ji ser hikum rakir, gurev girt.

Paşê Meclisa Leşkerî û tevgera çalakgeran ku daxwaza desthilata sivîl dikirin, belgeya destûrî di 17`ê Tebaxê de mor kirin û şahiyeke mezin li dar xistin.

Li ser vî esasî Abdulfetah Birhan ku heta niha serweriya Meclisa Leşkerî dike saet (09:00 GMT) sond xwar, paşê her deh endamên meclisê jî li pêşiya Birhan û serokê meclisa dozgeriyê sond xwarin. "

El-Beyan: Di dosya Hudeydiyê û balafirgeha Sanaayê de asoyên vekirin

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand:"Têkildarî ji nû ve belavkirina li bender, bajarê Hudeydiyê û dîsa xebitandina balafirgeha Sanaa, nûnerê navdewletî yê Yemenê Martin Griffiths serdana Sanaa kir û teqez kir ku pêşketinên mezin  di nava çend heftiyan pêş de çêbibin."

Çavkaniyên siyasî yên Yemenê gotin ku nunerê navdewletî yên ku berî du rojan serdana paytexta Erebistana Siûdiyê Riyad kir, bi cîgirê wezîrê parastina Erebistana Siûdiyê Xalid Bin Silman hevdîtin  kir. Sanan gera nû ya girêdayî pêkanîna "Hevpeymana Stockholm » pêk anî. Hevpeymana Stockholm girêdayî ji nû ve belavkirina milîsên Husiyan ji bajarê Hudeyda û benderên wê re, nexasim nuqteyên bi nakok ên navbera milîsan û yesayîyan, ev yek jî dê bi diyarkirina nasnameya desthilata hundirîn, hêzên hundirîn ku dê rêveberiyê bi rê ve bibe, garantiya parastinê û her sê beravên Hudeyda, Silêf û Rais Îsa û birêvebirina van beravan ji berjewendiyên dana moşekên karmedên li parêzgehê bi dawî bibe."

Şerq El-Ewset:  El-Heşid berpisyariya hedefkirina bargehên xwe girt ser Amerîka

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"Duh El-Heşd El-Şabî ya Iraqê berbirsya armanckirina baragehan girte ser DYA`yê û behsa Îsraîlê jî di vê der barê de jî kir.

Ev jî piştî teqîna çarem a ku nuqteya nêzî barageha bajêr a asmanî ku 80 km li bakaurê Bexdadê ye pêk hat.

Cîgirê serokê El-Heşid bi daxuyaniyekê got ku Amerîkayê  da ku êrîşî baragehên Iraqê bike, 4 balafirên Îsraîlê yên bêpîlot bi rêya Azerbîcanê debar kirin her wiha kesên êrîşî Iraqê kirine wan wekî plankerên armanckirina nuqteyên hêzên El-Heşd wesf kir.Her wiha bi bîr xist ku tekane rêya parastina nuqteyan berbijêrka me ye.

Di heman demê de komîteya lêpirsînê dê roja Yekşemê detayan ragihîne, di vê derbarê de ajansa

Associapemeniya Associated bi bîr xist ku ku wan kopyek ji daneyan bidestxistine û têde topbarana barageha El-Seqir a başûrê Bexdadê diyar dibe."

El-Ereb:Erdogan amadekariya  dike ku Babacan ji bixe lîsteya"Xayînan"

Têkildarî rewşa hundirîn a Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Ragihandina partiyeke nû ji cîgirê serokwezîrê Tirkiyê yê berê ku berpirsê aborî û endamê damezrîner ê AKP`ê bû Babacan ve bû sedema nakokiyekê di nava hundirê partiyê de."

Çavkaniyên siyasî yên Tirkiyê bi bîr xistin ku serokê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan li Babacan û kesên destekê didene wî nebore, her wiha amadekariya vegera wan ji lîsteya îxanetkaran re dike.

Ragihandina serokê berê yê Tirkiyê Ahmed Dawûd Uglu ji partiya nû re tengavî ji Erdogan re çêkir.

Her wiha çavkaniyên girêdayî hikumeta Erdogan tekez kirin ku ew ê der barê vegera van kesan de ji lîsteya îxanetkaran re, gav navêje paş."

(eh)

 


Mijarên Din