Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên Îro der barê geşedanên li “herêma bêçek" û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, geşedanên li Iraq û Sûdanê û aloziya di navbera Amerîka û Îranê de nivîsîn.

El-Beyan: Di şer û bombebarana Xanşêxûnê de kuştî

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Artêşa Sûriyê ber bi bajarê Xanşêxûn ê stratejîk ve bi pêş ve diçe, di şerên li dijî komên girêdayî Tirkiyê de ji her du aliyan kuştî çêbûn, hêzên hikumetê gundê Medaya û girê wê vegerandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh diyar kir ku li eniyên rojhilat, bakur û rojavayê Xanşêxûnê şer û bombebaranên dijwar diqewimin, di encamê de 7 çekdarên opozîsyonê û 5 yên hêzên hikumetê hatin kuştin. Her wiha hêzên hikumetê gundê Medaya û girê wê vegerandin.”

El-Ereb: Kurdan ji Washingtonê re got; em napejirînin ku asmanê herêma ewle di destê Tirkiyê de be

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar diyar ku navenda karên hevbeş a Amerîka û Tirkiyê ya der barê herêma ewle ya bakurê Sûriyê de dê hefteya pêşiya me dest bi kar bike, her wiha da zanîn ku dê welatê wî çavdêriya asmanî ya herêma ewle bike lê belê Kurdan ev yek nepejirand.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdê diyar kir ku ew bi tu awayî napejirînin ku asmanê herêma ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de be.

Kurd û Tirk der barê mijarê de baweriya wan bi hev tune, Kurd ditirsin ku Enqere lihevhatina bi Amerîkayê re bi kar bîne û dest deyne ser herêmê.

Siyasetmedarên Kurd dibêjin ku Tirkiye dixwaze rewşeke nû li herêmê çêke û Kurdan tune bike. Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo roja sêşemê ji hevpemana navdewletî xwestibû ku hin mîsogeriyan bide ku herêma ewle dê tu metirsiyê li dijî wan çêneke.”

El-Heyat: Moskov ji bo herêma ewle bi fikar e û ji bo parçekirina Sûriyê hişyarî da

Der barê heman mijarê de rojnameya El-Heyat nivîsî: "Rûsyayê cara yekem der barê lihevhatina Amerîka û Tirkiyê ya herêma ewle li ser sînor Sûriyê de axivî û hişyarî da ku tê xwestin Sûriyê bê parçekirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got "Hewldana parçekirina bakur û rojhilatê Sûriyê cihê fikaran e, bi çi hincetê be, bi hinceta tunekirina terorê be jî dê parçekirina axa Sûriyê neyê pejirandin.”

Moskov banga diyalogê di navbera "Rêveberiya Xweser a Kurdan" û rejîma Sûriyê de kiribû, Zaxarova got "Em hîna jî alîgirê aramiya mayînde ya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ne, em dixwazin di navbera Şamê û Kurdan de hevdîtin çêbin, ji ber ku ew parçeyekî Sûriyê ne.”

Sûdan

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya Şerq El-Awsat wiha nivîsî: "Îro li Sûdanê dê bi awayekî fermî, her du belgeyên "Lihevhatina Siyasî" û "Danezana Destûrê" bêne imzekirin, dê her du belge di 3 salên bê de yên birêvebirina welat bin. Bi vî awayî Sûdan dikeve serdeme nû ya siyasî ku serdemeke dîrokî ye, piştî 30 salên desthilatdariya totalîter a serokê berê Umer El-Beşîr ku 11’ê Nîsanê bi serhildanên gel ji deshilatê hate xistin.”

Li gorî her du belgeyan dê li şûna Meclisa Leşkerî, Meclisa Serwer welat bi rê ve bibe, Meclisa Serwer ji 5 leşker û 6 sivîlan pêk tê û serokê wê jî Ebdilfetan El-Burhan e, her wiha dê di dawiya mehê de hikumeteke sivîl bi serokatiya zanyarê aborî Abdela Hemdok bê avakirin.”

Iraq

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Rêzeêrîşên li dijî baregeh û depoyên Heşdî Şabî ya Iraqê, dijberiyeke siyasî di navbera hikumetê û komên çekdar ên girêdayî Îranê de çêkir, ew kom fişarê li Iraqê dikin da ku sîstema moşekan a Rûsyayê S-400 bikirin.”

Kendava Erebî

Der barê geşedanên li Kendavê de rojnameya Şerq El-Awsat nivîsî: "Washington bi tawana terorê li dû keştiya petrolê ya ku li Cebel Tariqê girtî ye. Cara duyemîn ji hikumeta Cebel Tariq xwest ku ji biryara berdana keştiyê vegere û got ku ew keştî piştgiriya artêşa Îranê dike.”

Desthilata Cebel Tariq diyar kir ku wan bi nivîskî soz wergirtiye ku keştiya Îranê neçe Sûriyê, lê Îranê got wan tu sozeke wiha nedaye.”

Tirkiye

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Tirkiyê hewl dide têkiliya bi desthilata demkî ya Sûdanê re çêke, piştî ku ew carê alîgirê sereke yê Umer El-Beşîr bû.”

Derdorên siyasî dibêjin ku piştî hilweşîna rejîma Umer El-Beşîr berjewendiyên Tirkiyê li Sûdanê bi paş ketin, lewma Enqere dixwaze xwe nêzî desthilata demkî bike û ji nakokiyên wan sûdê wergire.”


Mijarên Din