Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li “herêmên bêçek" ên Sûriyê de, arîşeya Amerîka û Îranê û rewşa li Sûdan û Lîbyayê de nivîsîn.

El-Ereb: Bajarokê Hibêt ê stratejîk di destê hêzên Esad de ye

Rojnameyê nivîsî: "Piştî şerên giran li parêzgeha Idlibê, ji meha Nîsanê ve, bi piştgiriya Rûsyayê hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Hibêt ê stratejîk ku ji sala 2012`an ve ketibû destê opozîsyonê, xist bin kontrola xwe.

Ji demekê ve ku pevçûnên giran li vê herêmê rû didin, ku bi sedema wan pevçûnan piraniya welatiyên herêmê koçber bûn, ev bajarok ê yekemîn e ku dikeve destê hêzên rejîmê, di şerê li vê deverê yê di navbera hêzên rejîmê û komên cîhadîst de, di nava 3 mehan de zêdetirî 60 kes ji her du aliyan hatin kuştin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê piştî ku hêzên rejîmê ev bajar girt, dê karibin bi hêsanî bajarokên gundewarên bakurê Hemayê yên mîna Letamnê, Mork û Keferzîtayê dorpêç bikin, jixwe di 2 rojên dawîn de ev bajar bi awayekî dijwar hatin bombebarankirin.”

El-Îtîhad: Ji ber şerên dijwar li Idlibê koçberî

Der barê heman mijarê de rojnameya El-Îtîhad ji wiha nivîsî: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji herêmên Xanşêxûn, Temana, Abdîn û Kefersecne, yên gundewarên bakurê Idlibê ji ber şerên dijwar ên hêzên artêşa Sûriyê û hêzên Rûsyayê, di nava 24 saatên dawîn de koçberiyeke mezin çêbû. Ne ji aliyê Sûriyê û Rûsyayê û ne jî aliyekî serbixwe ev agahî nehatiye piştrastkirin. Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku bi dehan welatî ji wan herêman koçber bûne, jixwe piraniya welatiyên herêmê berî jî koçber bûbûn. Di vê navberê de balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê “herêma bêçek" bombebaran dikin û di bejahiyê re jî bi pêş dikevin.”

Şerq El-Awsat: Ji bo herêma ewle şandeyeke Amerîkayê li Tirkiyê ye

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Roja duşemê (duh), şandeyeke Amerîkayê gihîşte Tirkiyê da ku der barê avakirina navenda koordînasyonê ya hevbeş de ji bo avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê kar û baran dewam bikin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku 6 berpirsên Amerîkayê gihîştin bajarê Riha yê başûrê rojhilatê Tirkiyê, da ku xebatên çêkirina navenda xebatên hevbeş dest pê bikin, tê payîn ev navend di rojên bê de bê avakirin.

Li gorî lihevhatina di navbera Enqere û Washingtonê ya hefteya borî, dê navenda xebatên hevbeş bê avakirin û bi hev re kar û barên avakirina herêma ewle dest pê bikin.

Heta niha dema avakirina herêmê û kûrahiya wê ya di erdên Sûriyê de û hêzên ku dê kontrol bikin, nehatine diyarkirin.”

Sûdan

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Qahîre dike ku bigihîje encamê û aliyên Sûdanê li hev bîne, li gorî çavkaniyên ji Eniya Şoreşger a Sûdanê duh diyar kir ku hevdîtinên di navbera wan û hêzên Veguherîn û Azadiyê de bi pêş dikevin.

Tê payîn ku hevdîtinên di navbera aliyan de îro bi dawî bibin, dibe ku li gorî encaman bê derengxistin jî. Eniya şoreşger a Sûdanê der barê danezana makezagonê de nerazîbûnên xwe diyar kiribûn.”

Îran

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê John Bolton ji rayedarên Brîtanyayê re got serok Trump dixwaze Brîtanya bi awayekî serkeftî ji Yekitiya Ewropayê derkeve, her wiha dê Washington der barê peymana bazirganiya serbest a di navbera her du dewletan de piştgiriya Brîtanyayê bike. Amerîka dixwaze siyaseta Brîtanyayê der barê Îranê de tund bike.

Brîtanya xwe amade dike ku 31`ê Cotmehê ji Yekitiya Ewropayê derkeve, gelek dîplomat dibêjin ku Brîtanya dê bêhtir pala xwe bide Amerîkayê.

Bolton ji bo du rojan serdana Londonê dike û ji bo başkirina têkiliyên bi hikumeta Boris de Johnson re baş bike, ji ber ku têkiliyên bi hikumeta berê ya Theresa May re ne baş bûn.”

Lîbya

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Awsat wiha nivîsand: "Li eniyên şer ên paytexta Lîbyayê Terablusê bêdengî heye, carinan li derdora Eynzara ya li başûrê bajêr hin pevçûn çêdibin. Lê agirbesta ku ji aliyê  şandeya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû ragihandin, duh piştî nîvro bi dawî bû.

Di vê navberê de dewletên Fransa, Îtalya, Brîtanya, Amerîka û Îmarata Erebî bi daxuyaniyekê biryara agirbestê bi xweşbînî pêşwazî kir. Dewletan ji hemû aliyan xwest ku li tevahiya Lîbyayê agirbestê pêk bînin.”


Mijarên Din