Rojeva rojnameyên Erebî

Rojnameyên Erebî yên îro derbarê rewşa aloz a li herêmên “bêçek”, aloziya li kendavê û geşedanên li Yemen û Sûdanê de nivîsîn.

Al-Arab: Şam dixwaze rewşê bi Tirkiyê re aram bike, li Idlibê jî dibe ku dîsa şer rû bidin

Rojnameyê derbare rewşa li herêmên “bêçek” de wiha  nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Elmuelim duh Sêşemê diyar kir ku welatê wî naxwaze dijîtiyeke çekdarî bi Tirkiyê re bijî. Piştî ku serokê Tirkiyê Erdogan gotibû ku hêzên wî dê bersiva êrîşên li dijî xalên Tirkiyê yên li Idlibê bidin."

Rojnameyê wiha dewam kir:  "Tirs heye ku di navbera hêzên Tirkiyê û Sûriyê de pevçûn çêbibe, ku Sûriyê hebûna Tirkiyê weke dagirkerî dibîne. Lê çavdêr bidêjin ku Rûsiya dê rê nede rewş aloz bibe, her wiha Enqere dizane eger ew tiştekî wisa bike dê bête li hember Moskoyê. Ji xwe Rûsiya jî rê nade Tirkiyê tiştên ku çar salan çêbûne hilweşîne".

Al-Şarq Al-Awsat: "Deste" ya opozisyonê "Mirina hewildanên siyasî" ragihand

Rojnameyê nivîsî "Desteya diyalogê ya Sûriyê" a dijber, daxwaznameya hevdîtinan ne pejirand û got ku hevdîtin bê sûd in. Desteyê ji ber geşkirina şer ku ji aliyê Rûsiya, Îran û Rejîmê ve pêk tê, ragihand ku "Hewldanên çareseriya siyasî" mirin".

Rojnameyê got: “Serokê desteya hevdîtinan Nesr Al-Herîrî di civîneke çapemeniyê ya li Riyadê got `me hevdîtineke bi Rûsan re nepejirand. Me dît ku ev hevdîtin bê sûd e. Çawa em ê bicivin û behsa çareya siysaî û komîteya makzagonê bikin.  Di demek ku ter û hişk li Sûriyê dişewitîne".

Iraq

Rojnameya Al-Quds Al-Arabî derbarê Iraqê de wiha nivîsî: “Fermandarê giştî yê hêzên çekdarî yên Iraqê, serok wezîr Adil Ebdilmehdî duh Sêşemê biryarek derxist  û got ew napejirînin ti hêz (Iraqî be yan ne Iraqî be) ji derveyî hêzên çekdarî yê welat bixebitin.”

Di biryarnameyê te dê gotin "Nabe ku tİ hêz derveyî çarçoveya hêzên çekdarî ên Îraqê bixebitin yan jî bê agahiya hêzên Iraqê, li ser axa Iraqê tevgerê bikin yan depoyan ava bikin".

Yemen

Rojnameya Al-Arab derbarê geşedanên li Yemenê de  wiha nivîsî: “Wezîrê veguheztinê yê Hikûmeta Hûsiyan Zekeriya Elşamî diyar kir ku wan bi serokê şendeya navdeweletî bo yemenê Michael Lollesgaard re lihevhatineke yek alî pêk aniye. Ev yek dibe ku bibe sedema aloziyeke nû di navbera hikûmeta rewa ya Yemenê û Neteweyên Yekbûyî de. Alşamî roja Sêşemê ji rojnamevanan re got ku wan derbarê awayekî nû yê kontrolkirina bender Hodeydayê de lİhev kirine û dê di rojên bê de pêk bînin".

Çavkaniyeke nêzî hikûmetê diyar kir ku derbarê mijarê de ti agahî negihiştiye nûnerê hikûmetê yê di komîteya kordînasyonê de".

Îran

Derbarê aloziya di navbera Îran û Emerîkayê de rojnameya Al-Şarq Al-Awsat nivîsî "Wezareta bervaniyê ya Emarîkayê ragihand ku ew dê hezar leşkeran rêkin Rojhilata Navîn, li dijî gefên Îranê yên asmanî û deryayî. Fermandarê Muhafizên Şoreşê Hisên Selamî jî duh gef xwarin û got ku mûşekên Îranê yên Palestî dikarin bighêjin keştiyên firokan yên li deryayê".

Wezîrê derve yê Emerîkayê Mice Pompeo duh diyar kir ku welatê wî li dijî Îranê ji bo hemû rewşên metirsîdar amade ye".

Sûdan

Derbarê geşedanên li Sûdanê de rojnameya Al-Arab wiha nivîsî: "Ekrem, yek ji kesên ku hewldana hiweşandina çalakiya Sûdanê xelas bûye, der barê mijarê diaxive "her kes ji bo ku jiyana xwe xilas bike direviya", ji ber ku çakdarên bi erebeyên biçûk hatin û gule berdane çalakvanan.

Roja 6`ê Nîsanê li Sûdanê çakaliya girevê destpê kiribû. Destpêkê welatiyan  xwest ku serokê berê Umer Elbeşîr ji desthilatiyê bavêjin, paşê jî li dijî meclisa leşkerî dewam kirin û xwestin ku desthilatdarî têkeve destê hikûmeteke sivîl".


Mijarên Din