Rojeva rojnameyên erebî – 9 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê amadekariyên Tirkiyê yên êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û fişarên navdewletî, her wiha rewşa Iraqê, hilbijartinên Tunisê, rewşa siyasî ya Lubnanê û bertekên Misr, Yewnanistan û Qibrisê yên li dijî Tirkiyê de nivîsîn.

El-Ereb: Fişarên navdewletî amadekariyên Tirkiyê yên êrîşa li dijî rojhilatê Firatê ranawestînin

Rojnameyê nivîsî: "Tirkiye hêzên xwe ber bi sînor ve dikişîne, li benda saeta sifrê ye. Li aliyekî din fişar û hişyariyên navdewletî der barê êrîşê de zêde dibin ku dibe bandorê li şerê li dijî DAIŞ`ê bike. Hin rapor jî dibêjin ku hin fermandarên rêxistinê ji herêmên di bin desthilata Kurdan de reviyane.”

Rojname wiha pê de çû: "Piştî ku biryara serokê Amerîkayê ya vekişandina hêzan ji rojhilatê Firatê bû cihê nerazîbûnê, serokê Amerîkayê Donald Trump zimanê xwe li hember Tirkiyê guhert û gef xwar ku aboriya wê hilweşîne. Kurdan jî rêyên hevdîtinê bi rejîmê re vekirin da ku rê li pêşiya êrîşa Enqereyê bigire, her wiha Kurdan hişyarî da ku dibe bi sedan DAIŞ`î ku piraniya wan fermandar in, birevin.

Ta niha Tirkiyê guh nedaye fişar û daxuyaniyên dijberî ketina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji nava dewletê ku fişaran dikin jî Fransa ye, her wiha Rûsya û Îran in ku hevparên pêvajoya Astanayê ne.

Kurdan hişyarî da ku êrîşeke Tirkiyê dibe ku hewldanên têkbirina DAIŞ`ê asteng bike û rê veke ku fermandarên DAIŞ`ê yên veşartî vegerin.

Rêzedaxuyaniyên berpirsyarên Europayê diyar dikin ku ew ditirsin eger tu êrîş pêk were dê rêxistna DAIŞ`ê ku hîna jî metirsiyeke mezin e, vegere.

Lêkolînerê koma aloziyên navdewletî Sam Hellr dibêje "Ji berjewendiyên Hêzên Sûriya Demokratîk e (QSD) ku hişyariyan der barê metirsiyên rêxistinê de bide, eger ku şerekî vekirî bi Tirkiyê re pêk hat…”

Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdilkerîm Umer diyar kir ku "Bi hezaran şaneyên veşartî li herêmên ku nû hatine rizgarkirin, hene."

Umer tirsa xwe der barê rewşa kampa Holê de anî ziman ku mezintirîn kampa di bin desthilatiya Hêzên Sûriya Demokratîk de ye. Umer dibêje ku bombeyeke dibe biteqe, piştî ku di demên dawiyê de gelek bûyerên êrîşkarî di beşê malbatên şervanên DAIŞ`ê yên biyanî de qewimîn.”

Şerq El-Ewset: Hikumet û xwepêşandêr li hev dikin ku xwepêşandanan rawestînin

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê nivîsand: "Buroya serokwezîrê Iraqê Adil Abdilmehdî duh ragihand ku wan rêvebirên xwepêşandan re li hev kirine ku ta "Çilrojiya Huseyin" ya roja 20`ê Cotmehê di dawî bibe, dê xwepêşandan rawestin.

Mistefa Cebar, berpirsê maseya şopandinê ya buroya serokwezîr ji tora Rûdawê re ragihand "Me bi hemû rêvebirên xwepêşandanan re li hev kir, wan jî ragihand ku xwepêşandan ta piştî çilrojiyê dê bêne rawestandin.”

Çalakvanekî sivîl piştrast kir ku xwepêşandan hatine rawestandin ji ber "Rêzgirtin ji serdanên çilrojiyê re, her wiha da ku merasîmên serdanê bi aramî pêk bên.”

El-Beyan: Hilbijartinên Tunisê… yên bi "Îxwanan" re li hev kir, winda kir

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Ji encamên hilbijartinên parlemanê yên Tunisê diyar dibe ku yên bi Îxwanan re li hev dikin, winda dikin. Tevgera Nîdaa Tunis bi bin ket û tenê çar kursiyên parlemanê bi dest xisitn, berê di hilbijartinên 2014`an de 86 kursiyên wê hebûn.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Li gorî çavdêran, lihevhatina di navebra Nîdaa Tunis û tegera El-Nahda de ya piştî sala 2014`an bû sedema ku bingeha partiyê biderize û gelek rêveberên wê jê veqetiyan û endamên wê belav bûn. Lewma ew gihişt vê encama ku di hilbijartinên roja yekşemê de diyar bûn.”

Lêkolînrê siyasî Abdilhemît bin Misbah ji El-Bayan re got binketina tevgera Nîdaa Tunis dihate payîn, ji ber ku hilbijêrên berê bê hêvî bûn, bi taybet piştî lihevhatina tevgerê bi îslamiyan re sala 2014`an.

El-Ereb: Ji bo çareseriya siyasî li Lubnanê hewldanên derve

Rojnameyê nivîsî:  "Tê payîn ku li Lubnanê pêvajoyeke nakokiyên siyasî yên hundirîn rû bidin, der barê bijarteyên Lubnanê yên siyaseta derve de.

Çavkaniyên Lubnanê diyar kir ku dibe pêvajoya bêhelwestî bê derbaskirin, der barê têkiliyên Lubnanê yên derve de. Her wiha da zanîn ku helwest û daxuyaniyên serokwezîr Saad Al-Harîrî û serokê komarê Mîşel Ewn, diyar dikin ku hevjiyana tehl a di navbera hevparên serokatiyê de dê bi dawî bibe, bi taybet der barê têkiliyê bi Ereban û Îranê re.

Al-Harîrî serkêşiya şepêlekê dike ku xwe ji reftarên Hizbullahê dide alî û dixwaze têkiliyên Lubnanê bi derdorên erebî re bi hêz bike. Ewn jî serkêşiya şepêlekê dike ku Hizbullah wê bi rê ve dibe û dixwaze Lubnanê ji derdorên erebî dûr bixe û têkiliyên bi Îranê re bi hêz bike.

Şerq El-Ewsat: Misr- Qibris û Yewnanistan Tirkiyê hişyar dikin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Duh Misr û Yewnanistan û Qibrisê Tirkiye der barê liv û kiryarên yek alî yên lêgerîna petrolê li peravên Qibrisa bakur (ku ji aliyê Tirkiyê tenê ve tê naskirin), şermezar kirin.

Qahîreyê duh pêşwaziya lûtkeyeke sêalî kir û di lûtkeya bi serokatiya serokê Misrê Abdilfettah Al-Sîsî de, hempîşeyê wî yê Qibrisê Necose Anastasyadse û serokwezîrê Yewnanistanê Ceryakos Metsotacis beşdar bûn.

Al-Sîsî diyar kir ku wan di civînê de geşedanên li Rojhilata Navîn û arîşeyên ku li wir pêk tên, bi sedema kiryarên yekalî nirxandine ku ev kiryar dê bibin sedema têkbirina aramiya herêmê bi tevahî.

Serokê Qibrisê hewldanên Tirkiyê yên lêgerîna petrol û gazê li pervarên "Qibrisa Bakur" şermezar kir û got "Ev kiryar nayên pejirandin, ev dijminahiyeke eşkere ye li dijî mafên Qibrisê û zagonên navdewletî.”

(kn)


Mijarên Din