​​​​​​​Rojeva rojnameyên erebî – 7 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa destwerdana Tirkiyê li Sûriyê, rewşa Iraq û aloziya Lubnanê kir.

EL-EREB: ŞERÊ AVÊ RÛYÊ DÎTIR Ê DESTWERDANA TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ YE

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rewşa belavbûn û aloziya ku şêniyên Sûriyê ya sala 10’an tê re derbas dibin, vegerî her du projeyên Îran û Tirkiyê. Her wiha li ser hesabê ewlehiya nîşitmanî ya ereb û herêmê, projeya Îranê bi rêya hevalbendiya wê bi rejîma Esed li Şamê re, projeya Tirkiyê bi rêya hembêzkirin û hewandina wê ya gelek şepêlên opozîsyonên Sûriyê û rewşa komên leşkerî yên tundraw, pêk tê.

Rola Îranê diyar û zelal e, lê ya xeternak rola Tirkiyê ye. Lê her çendîn siyasetên dijber ên hundirê Tirkiyê der bara wê de hatin guhartin, lê vedigere mijara serweriya desthilata Tirkiyê ya berê bi zêdetirî sedsalekê winda kiriye. Her wiha ev dosya ji bo istîsmarkiirna siyasetkirina gel bi kar tê û ji bo çi hilbijartin li Tirkiyê pêk were, amade be.

Nêrîna Tirkiyê ji pêşeroja Sûriyê re, bi guman e  û nêrîna siyaseta AKP’ê bi serkêşiya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan eşkere dike ku siyaseteke naxwaze û nikare ji xewnên Îslama Siyasî bi der keve , li gel wê jî hêmana parastina ewlehiya nîştimanî ji bo li hemberKurdan bisekine, bi kar tîne.

Tevî bangên navneteweyî ku divê desthilatên Tirkiyê kedeke mezin ji bo dayîna avê ji stasyona Elok a nêzî Serêkaniyê bide ku zêdetirî 450 hezar şênî li bakurê Hesekê tevî 3 kampên koçberan av dide,Tirkiyê li gor tedbîrên pêşîlêgirtina li hember berbelavbûna Koronavîrusê tev negerî."

Opozîsyonerê Kurd ê ji Sûriyê ku li Dubey rûniştî ye, bi navê Welîd Hac Abdulqadir ji El-Ereb re daxuyand ku Tirkiyê ji destpêka avakirina dewleta Tirkiyê de, mijara avê mijareke sereke girt dest û kaxizeke ji bo fişarkirina li cîranên xwe bi kar tîne.

Rewşa ku Tirkiyê li ser Sûriyê ferz dike, bandora aboriyê derbas dike û xeternak e, dibe sedema tevliheviya etnîkî û mezhebî, her wiha dikeve nava xana sûcên ku komên leşkerî yên Sûriyê yên girêdayî wê çi li Idlib an jî li Efrînê dikin, di serî de pêkanînerên wê ketîbeya Sultan Murad a bi revandna zarok û jinan tewanbar e. Ev ketîbe bi temamî ji Tirkmenan hatiye avakirin ku avahiyên enerjî û yên dîtir jê bê par neman.

Îstîsmarkirina Tirkiyê ya jiyan û pêşeroja sûriyan bi rêya leşkerkirina endamên ji komên Sûriyê û şandina ji bo şerê li Lîbyayê re, diyar e û rûyê sûriyan reş kir, her wiha bi çetetiyê di şerkirinê welatên dîtir û hiştina welatê xwe di rewşeke şer de hatin tewanbarkirin. Di vê alî de berê jî berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî daxuyandibû ku rejîma Tirkiyê xebata veguhastina nêzî 17 hezar terorîst ji Sûriyê di vê demên dawîn de ber bi Lîbyayê ve şandine.

Hac Abdulqadir got ku rola Tirkiyê dixwîne, ew jî ne tenê rola Enqereyê di bakurê Sûriyê de, lê bel ji destpêka şerê Sûriyê de ye û diyar kir ku ji trajadiya Zebedanî, Meidemiyê, Dariya, Humis, Hema, Heleb û her deverên ku Erdogan weke xetên sor ragihandine, diyar bû ku xeta sor a yekane berjewendiya Tirkiyê, Erdogan û partiya wî ye. Hac Abduladir wiha got: "Ez wek şêniyekî sûrî, ne tenê li ser Kurdan diaxivim, dizanin Tirkiyê xewna vegerandinê wîlayetên Heleb û Mûsilê dike, heta ku vê xewnê pêk bîne, girîngiyê dide hedefên mîna petrol, gaz, cihên zindî li herêmê, her wiha bazirganiyê bi Ewropa re li ser gelek dozan dike."

ŞERQ EL-EWSAT: "ALAVA BÊDENGKIRINÊ"PISPOREKÎ EWLEHIYÊ YÊ NAVDAR LI BEXDAYÊ QETIL KIR

Der barê Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Duh, komeke rêgir pisporê iraqî yê payebilind ê kar û barên komên çekdar ên girêdayî Hîşam Haşimî li pêş mala wî ya li herêma Ziyone li naverasta Bexdayê qetil kir."

Gerînendeyê têkiliyên giştî û çapemeniyê yê Wezareta Hundirîn a Iraqê lîwa Seid Mein daxuyand ku mirina Haşimî bi debanceyeke bi alava bêdengkirinê di serî û zikê wî de pêk hat.

EL-BEYAN: DIRÛŞMA "GUHARTINA HIKUMETÊ" BI PAŞ VE DIKIŞE

Rojnameya El-Beyan der heqê mijarê de wiha nivîsî: "Hê jî "goka agir" di dîmena hundirîn a Lubnanê de digindire û tol dibe. Ji ber ku gel bi tevahî çînên xwe di hêrsekê de ye û welat êşa windabûna serbazên vê krîza ber bi çarenûseke nediyar ve bibe, dijî."

(fr)


Mijarên Din