Rojeva rojnameyên erebî – 7 Cotmeh

Rojnameyên erebî behsa gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa Iraq û hin mijarên din kir.

Şerq El-Awsat: Erdogan ê bêhêvî dê der barê "herêma ewle" de bi Trump re bicive

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Duh bi şev Enqereyê ragihand ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Donald Trump re, bi telefonê axiviye û li hev kirine ku meha bê hev li Wshingtonê bibînin û mijara herêma ewle ya bakurê Sûriyê binirxînin.

Serokkomariya Tirkiyê diyar kir ku Erdogan ji Trump re gotiye "Em bêzar in ji ber burokratiya leşkerî û ewlehiyê der barê pêkanîna lihevhatina herêma ewle de bi ser neket" her wiha diyar kir "Ev herêm dê pêdiviyên vegera koçberên Sûriyê pêk bîne.”

Di vê navberê de wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji Enqereyê re got rêya tekane ya ewlehiya Tirkiyê, belavkirina hêzên leşkerî li ser sînorên Sûriyê ye. Zarîf got "Bi binpêkirina yekitiya axa Sûriyê ewlehî li Tirkiyê pêk nayê.”

El-Ereb: Dahola şerekî vekirî di navbera Kurdan û Tirkiyê de li Sûriyê lê dide

Rojnameya El-Erab der barê mijarê de nivîsî: "Geşedanên lezgîn li bakurê Sûriyê, nîşan dide ku welat dê bibe cihê şerekî vekirî di navbera hêzên Tirkiyê û hêzên Kurdan de ku Washington piştgiriya wan dike.”

Rojnameyê got: "Artêşa Tirkiyê ku piştgiriya komên opozîsyonê yên Sûriyê dike, hêzên leşkerî dikişîne herêmên sînorê Sûriyê yên nêzî bajarê Til Ebyedê li bakurê Reqayê, ew amadekeriyên şerekî nêz dike.

Ev geşedanên lezgîn piştî wê yekê hatin ku Enqere û Washingtonê der barê çêkirina herêma ewle li bakur rojhilatê Sûriyê de li hev kir ku Tirkiye dixwaze şervanên Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdên Sûriyê ji sînorên xwe derxe.

Lê tevî ku her du artêşan, ya Tirkiyê û Amerîkayê dewriyeyên hevbeş, hefteya derbasbûyî gerandin jî lê Tirkiyê hê jî Amerîkayê bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel ên Kurd, tawanbar dike.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Îmarat El-Yewm wiha nivîsand: "Hikumeta Iraqê di civînekê de ku bi serokatiya Adil Ebdilmehdî hate lidarxistin, rêzebiryarên girîng derxistin. Ev yek bersiva daxwazên beşdarên di xwepêşandanên ku hefteya çûyî dest pê kirin, ku di encama xwepêşandanan de 104 kuştî çêbûn, di nav wan biryaran de ku kuştiyên di xwepêşandanê de wek şehîd bi nav bikin û mehane nêzî 145 dolar bidin kesên bêkar."

Tûnis

Têkildarî rewşa Tûnisê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Hilbijartinên parlamantoya Tûnisê ku duh pêk hatin, bi erêkirineke kêm bû ku rêjeya beşdaran ji sedî 69 di hilbijartinên çûyî de daket ji sedî 41,3. Di nerînên hilbijêran de ku ji navendên hilbijartinan derketin, diyar kir ku tevgera El-Nehda û Qelib Tûnis ên bêhtir deng pir in."

Tirkiye

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Ji ber ecibandina tweeteke edîtorê malpera Ahval a nûçeyan a Tirkiyê Ergun Babahan ji aliyê balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê ve, alozî di navbera Tirkiye û DYA`yê ye çêbû ku wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu ew yek bi nav kir û daxwaz ji balyozxaneya Amerîkayê kir ku daxuyaniyeke herî zelal der barê ecibandina tweeta xwe de bide."

(jo-kn)


Mijarên Din