Rojeva rojnameyên erebî – 4 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro behsa derbeyên Îsraîlê li nuqteyên li Sûriyê, aloziya Lubnanê û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: ÎSRAÎL, BAŞÛR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BOMBEBARAN DIKE

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Tê texmînkirin ku balafirên Îsraîlê nuqteyên Îranê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê piştî çend saetan ji ragihandina Tilevîvê ku şaneyek li Colanê yê başûrê Sûriyê bombebaran kir, derbe kirin."

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku komek ji 4 çekdaran ku mayîn li ser Colanê diçandin, hedef girtiye û berpirsiyarî hilgirt ser artêşa Sûriyê û diyar kir ku tu girêdana yekser di navbera şane û ragihandina Hizbullahê ya nîyeta xwe ya êrişa li dijî Îsraîlê tune ye, lê belê vî tiştî bi dûr naxin.

Çavkaniyên îsraîlî piştrast kir ku ev şane girêdayî Hizbullah a Lubnanê ye ku hewl dide Colanê vegerîne cebheya şerê bi Îsraîlê re. Her wiha artêşa Îsraîlê îşaret bi Hizbullahê nake da ku vê peyamê fêm bike û dev ji niyeta pêkanîna êrişa li dijî wê berde.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku balafirên şer ên nenas di berbanga duh de nuqteyên Îranê û milîsên wê li Bokemala Dêrazorê bombebaran kirin, her wiha ev ne cara yekemîn e ku ev baregeh tê hedefgirtin.

EL-EREB: WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ LUBNANÊ JI KEŞTIYA KU NOQ DIBE ISTÎFA KIR

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî eşkere kir ku wezîrê karên derve yê Lubnanê Nasîf Hetî piştî wezîrê karên derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian di serdana ji Beyrûtê re jê re got Lubnan nikare tu alîkariyan ji çi aliyan bigire da ku ji aloziya xwe derkeve, îstîfa kir."

EL-BEYAN: EWROPÎ BANGA SEKINANDINA HEWLDANA BERFIREHBÛNA TIRKIYÊ DIKIN

Der barê nakokiyên Ewropa – Tirkiyê de rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Dîplomatên ewropî tekez kir ku daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk ên dawîn û herî dawîn daxuyaniyên Hulusî Akar êşa mezin a hundirîn ku derdora rejîma Tirkiyê dorpêç kiriye, diyar dike. Berpirsên dewleta Tirk hewl didin bi derxistina şer û nakokiyên derve jê birevin."

Her wiha berpirsan destnîşan kir ku daxuyaniyên Akar tekez dike ku Tirkiye di nava du salên derbasbûyî de dîplomasiyeke refleksîf ku sekneke xurt ji civaka navneteweyî dixwaze, bi kar tîne da ku sînor ji tevliheviya dîplomatîk û siyasî ku tenê tevliheviya li herêma rojhilatî Deryaya Spî û Rojhilata Navîn zêde dike û gefan li berjewendiyên hevalbendên wê li herêmê û Ewropayê dixwe."

ŞERQ EL-EWSAT: ŞERÊ SIRTEYÊ LI HÊVIIYA BIDAWÎKIRINA LIHEVKIRINÊN NAVNETEWEYÎ YE

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Tê texmînkirin ku lihevkirinên navneteweyî û herêmî ji bo çareserkirina rewşa leşkerî li Lîbyayê, nederxstina şerê Sirte û Cefrayê di navbera aliyên şer de, di nava çend rojên pêş de derbasî qonaxeke nû bibe."

(fr-bx)


Mijarên Din