Rojeva rojnameyên erebî-31 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa cezayên Amerîkayê yên li ser hikumeta Sûriyê û serdana Kazimî ji Washingtonê re kir.

ŞERQ EL-EWSET:WASHINGTONÊ ŞAMÊ CEZA DIKE Û ÇAVÊN WÊ LI MOSKOWÊ YE

Rojnameyên erebî yên vê sibe têkildarî rewşa Sûriyê behsa gelek mijaran kir, lê girîngtirîn mijar a cezayên Washingtonê yên li dijî Şamê bû. Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"Para yekemîn a cezayên ku Washingtonê li gorî Qanûna Qeyser ferz kiriye, di nîvê meha derbasbûyî de sembolîk bûn, di nav de zexta li ser Moskowê tenê ji bo guhartina reftarê rejîma Sûriyê bû û dibe ku herêma başûr û rojavayê Sûriyê be deriya vê guhartinê be, ew jî bi rêya dûrxistina Îranê û rêxistinên wê ji vê herêmê û bicihanîna şîroveyên Washingtonê yê hevpeymana Rûsya-Amerîkayê ya sala 2018`an."

El-EREB:ÇEKÊN MILÎSAN MIJARA SEREKE YA SREDANA KAZIMÎ JI WASHINGTONÊ RE

Rojnameya El-Ereb bal kişand ser serdana Kazimî ji Washingtonê re û wiha nivîsand:"El-Ereb ku agahiyên dispêre çavkaniyên siyasî yên li Bexdayê, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dê meha were serdana DYA`yê bike, bi serok Donald Trump û hin rayedarên Amerîkayê re bicive. Dema serdanê diviyabû vê mehê bûya lê ji ber rewşa Korona hate paşxistin.

EL-BEYAN:HÊZÊN HEVBEŞ LI MARIB NUQTEYÊN NÛ RIZGAR KIRIN

Rojnameya El-Beyan bal kişand ser tevgera hêzên Yemenê yên li Maribê û wiha nivîsand:"Hêzên hevbeş ên li Yemenê nuqteyên nû yên li Eniya Sirwah a rojavayê parêzgeha Maribê rizgar kir, di heman demê de bersiva êrişên milîsên Hûsiyan ên li dijî kombûnên  li başûrê parêzgeha Hedîdiyê dan.

(eh)


Mijarên Din