​​​​​​​Rojeva rojnameyên erebî – 30 Gulan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, destwerdana Tirkiyê li Lîbya û nakokiya Amerîka û Çînê kir.

EL-EREB: PÛTÎN JI ESED DAXWAZ DEZGEHÊN DÎTIR DIKE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn wezaretên parastin û derve ferman kir ku diyalogan bi Şamê re bikin ku dezgehên dîtir radestî leşkerên rûs bikin û serweriya deryayî li Sûriyê fireh bikin."

Du dezgehên leşkerî yên Rûsya yên domdar hene; baregeha asîmanî li parêzgeha Laziqiyê ku ji bo derbeyên asîmanî li dijî muxalifên Beşar Esed bi kar tîne û baregeha deryayî li Tertosê ya li ser Deryaya Spî.

Pûtîn li ser pêşniyara hikumeta Rûsyayê ya der heqê îmzekirina li ser protokola bi jimara (1) ya radestkirina milk û herêmên deryayî de, erê kir, ew peyman di Tebaxa 2015’an de di navbera Moskov û Şamê de li ser belavkirina çeka asîmanî ya Rûsya li Sûriyê pêk hat.

Pûtîn bi her du wezaretên parastinê û derve re got ku diyalogên bi Sûriyê re pêk bînin û dema lihevkirinê de îmze bikin.

Ev pêngav piştî nîşqaşa li ser erkdarkirina Pûtîn a balyozê Moskovê Alexander Yefimov li Şamê weke nûnerê serokatî yê taybet ji bo pêşxistina têkiliyan bi Sûriyê re, pêk hat.

Çavdêr dibînin ku tevgera rûsî di çarçoveya guharastina siyaseta Moskovê li Sûriyê de pêk hat ku destwerdana li biryarên rejîma Sûriyê bike bi taybet der barê dosyaya aborî ku Washington di 1’ê Hizîranê de lê bibire.

EL-BEYAN: ERDOGAN HEBÛNA DAIŞ LI ROJAVAYÊ LÎBYAYÊ VEJÎN DIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hindek endamên DAIŞ`ê di nava komên çete û terorîst ên alîgirên rejîma Tirkiyê li rojavayê Lîbyayê diyar bûn. Di heman demê de Tunis û Cezaîr tedbîrên ewlehiyê ji ber metirsiyên ku terorîst derbasî xaka wan bibin, girtin."

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê dengên qeydkirî yên çekdarên rêxistina terorîst belav kirin û tê de gefan dixwin ku ewê  êrişî bajarên Terhûna û Benî Welîd bikin û sûcan li dijî niştecihên alîgriên hêzên çekdar pêk bînin. Her wiha tekez kir ku rêxistina DAIŞ`ê careke din li Terablusê paytexta Lîbyayê, derket. Bi belavbûna çeteyên girêdayî Recep Tayyîp Erdogan re da ku destekê bidin milîsên hikûmeta Wîfaq bi serkêşiya Fayiz El-Serac re, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got rejîma Tirkiyê bi sedan çekdadrên DAIŞ`yên biyanî şand Lîbyayê da ku li kêleka çeteyên wê li rojavayê Lîbyayê, şer bikin.

ŞERQ EL-EWSET: TRUMP DERBASBÛNA ÇÎNIYAN SEKINAND.. TEWANÊN LI DIJΠ HONG KONG BIDAWÎ KIRIN

Der barê nakokiyên Amerîka – Çîn de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Di şerekî nû li dijî Çînê ji ber biryara wê ya ferzkirina zagona ewlehiya netewî li Hong Kongê, serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihand ku DYA`yê derbasbûna gelê Çînê ji xaka wê re ku xeteriyê li ser ewlehiya Amerîkayê çêdike, sekinand. Her wiha diyar kir ku wan dest bi bidawîkirina tewanên bazirganî  yên Hong Kongê, kir."

Ji aliyekî din ve jî Trump bidawîkirina têkiliyê welatê xwe bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ‎‎(WHO)re ku ji destpêka belavbûna Koronavîrusê re wê tewanbar dike ku ew alîgirê Çînê ye, ragihand.

(fr-bx)


Mijarên Din