Rojeva rojnameyên erebî – 3 Tîrmeh

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa niyetên Rûsyayê li Sûriyê, hedefa serdana Erdogan ji Qeterê re û pêşdeçûnên dawîn ên li Yemenê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: NÎŞANEYÊN BINAKOK JI RÛSYAYÊ DER BARÊ NIYETÊN WÊ LI SÛRIYÊ DE

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Ji Rûsyayê nîşaneyên binakok der barê niyetên wê li Sûriyê de di mehên dawîn de ji wîlayeta serokê Amerîkayê Donald Trump de hene, hin lezbûna lêkolîna li ser çareseriyan e û hin jî tundiya ji Moskovê ve û demdirêjkirin in."

Nîşaneya dawiyê jî, agahdarikirina Rûsya ya Meclisa Ewlehiyê ku tenê nuqteyekê ya derbasbûna sînor ji bo alîkariya mirovî ya ku NY’yê pêşkêşî bakur û rojavayê Sûriyê dike, bi dema 6 mehan dixwaze.

Mekanîzmaya veguhastina alîkariyan bi rêya sînor li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2014’an, tu erêkirinê ji Şamê naxwaze. Par Rûsyayê fişar kir ku hejmara nuqteyan ji 4’an daxist 2’yan ku NY bi hikumeta Sûriyê re dan û standinan pêk bîne. Her wiha beriya çend mehan jî daxwaza navneteweyî ya vekirina dergeha Yeirûbiyê bi ser Iraqê ve red kir, niha jî beriya demborandina biryara Meclisa Ewlehiyê di 10’ê vê mehê de Moskov dixwaze tenê nuqteyeke sînor bi Tirkiyê re bi dema 6 mehan hebe, bêyî ku pişta xwe bide banga sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres an li gorî daxuyaniya sêalî ya garantorên Astanayê ya ku duh li dar ketiye, tev bigere ku tê de pêwîstî bi hêsankirina alîkariyan ji tevahî sûriyan re hat nîqaşkirin.

Ev pêngav tê analîzkirin ku bersiva li ser Qanûna Qeyser e ku Şamê vegerîne saziyên navneteweyî. Her wiha beriya wê jî Rûsya di 23’yê meha borî de, ji dilxwaziya ku NY’yê ji bo parastina nexweşxane, karwanên alîkariyên mirovî ji hedefgirtina leşkerî, vekişî. Ev jî piştî biryara navneteweyî ya tawanbariya Şam û hevalbendên wê ya bombebarankirina navendên tenduristiyê li bakur û rojavayê Sûriyê, pêk hat.

Hin nîşaneyên bilindkirin û şer, ji gera ‘garantorên Astanayê’ ya ku çarşema borî li dar ketiye, hatin. Rast e Tirkiye di bawerkirina aliyên rêveçûna Astanyayê de bi ser ket ku nîşaneya rexneya li dijî Heyet Tehrîr El-Şam rakirin wek di daxuyaniya sêalî ya Îlona borî de hatiye, lê belê daxuyaniya nû vegerî dikeya rexneyên yekser li dijî hevalbendên Washingtonê bi rêya piştrastkirina redkirina "tu ajandeyên qutbûnê" û " rêveberiya xweser" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îşaret bi Kurdan tê kirin ku Washington piştevaniya wan dike. Her wiha rexneyên li serweriya li ser petrolê bi rasthatina nakokiyên Rûsyayê li dijî amerîkayên li Rojhilatê Firatê jî hat kirin.  Li aliyekî din jî di daxuyaniyê de hat gotin ku piştevaniya Washingtonê ya biryara tevlêkirina Colanê red dikin, derbeyên Îsraîlê li Sûriyê ku ewlehî û aramiya herêmê dixe xeteriyê û cezayên yekalî red dikin.

EL-EREB: ERDOGAN LI DEWHAYÊ YE, PÊDIVIYA PROJEYA ROJHILATA NAVÎN BI PERE Û PIŞTEVANIYÊ HEYE

Der barê mijarê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên dewletên Kendavê li ser serdana duh a serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a bi dizî ji Qeterê re bi wergirtina pereyan wesif kir, mîna ku bapîrên wî yên Osmanî bi dewletên Ereb re dikir. Her wiha serdana wî ji Dewhayê re bi hedefa wergirtina ji Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî ya pereyên qeterî ya piştevaniya madî ji projeya Rojhilata Navîn e."

Ev jî hat, di demeke de ku serokwezîrê Qeterê yê berê Şêx Hemed Bin Casim Al Sanî destnîşan kir ku Tirkiyê amade ye valahiya ku dê vekişîna parçeyî yan jî temamî ya Amerîka ji gelek baregehên Qeterê re bihêle, dagire.

Di serdana Erdogan li Dewhayê de, ku êdî her tim ew navên di serdanên derve yên serokkomarê Tirkiyê de hene, mîna zavayê wî, wezîrê xezîneyê Barat Beyrak, wezîrê Parastinê Hilusî Akar, serokê îstîxbaratê Hakan Fîdan, hebûn.

Ajansa Qeterê bi bîr xist ku Şêx Temîm bi Erdogan re têkiliyên stratejîk ya her du welatan û rêbazên piştevanî û geşkirina tevahî aliyan, nexasim hevkariya aborî, fînanse, bazirganî, enerjî û parastin hatin nîqaşkirin ku berjewendiyên her du welatan bê parastin.

Çavkaniyên Kendavê got ku serokkomarê Tirkiyê fişarê li Qeterê dike ku piştevaniya wê ya hemleyên leşkerî li Sûriyê û Lîbyayê bike, her wiha torana leşkerî li Rojhilata Navîn dike mîna çawa bapîrên wî ji Reys Eroc û Xêredîn Barbaros kiriye.

EL-BEYAN: KOALÎSYON; ME CEBILXANEYÊN HÛSIYAN HEDEF GIRTIN

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Berdevkê Fermî yê Koalîsyona Piştevaniya Rewa ya Yemenê serbaz Tirkî Malikî duh piştrast kir ku çalakiyên leşkerî yên ku duh hatin destpêkirin cebilxaneyên mislîsên Hûsî ji moşekên Balistî, firokeyên bêpîlot hatin hedefgirtin, her wiha parazêgehên Senaa û Seîda hatin kotrolkirin. Fermandariya hevbeş a Koalîsyonê diyar kir ku di bersivdana êrişên bi moşekên balistî û firokeyên bêpîlot de ku di 12 saetan de 12 êrişên terorî çêbûn, bi ser ketin."

Malikî di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku balefirgeha Senaa û baregeha Dêlmî herêmên ku fermandarên Hûsî moşekên balistî û firokeyên bêpîlot li dijî Erebistana Siûdiyê bi kar tînin. Hêzên Koalîsyonê parastina sivîlan li gorî qanûna navneteweyî û mirovî dabîn dike, lê milîsên Hûsî cihên zindî yên li bajêr û baregeha Dêlmî ya asîmanî bi moşekên balistî dike hedef.

(fr)


Mijarên Din