Rojeva rojnameyên erebî – 3 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, berdewama veguhastina dewleta Tirk a çeteyan ji Lîbyayê re û hevkariya Tirkiye-Îranê kir.

EL-BEYAN: LI DÊRAZORÊ KUŞTIN ZÊDE BÛYE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Di vê dawiyê de kuştin û gefên terorîstên DAIŞ’ê li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Firatê zêde bûye, her wiha gelek kesayetên civakî yên navdar hatin kuştin."

Rojnameyê da zanîn ku di Hezîrana borî de 2 kesayetên navdar hatin qetilkirin, jê serokê komîteya eşîra Bekîr a qebîleya Egîdat Silêman Kesar li bajarê Besyarayê bû û DAIŞ’ê qetilkirina wî hilgirt ser xwe. Her wiha yê duyemîn jî sibeha roja cejna Qurbanê bû, çete li motorsîkêletekê siwar bûbûn û mixtarê bajarokê Dehla Elî Silêman Weys ji navdarên rûspiyên herêmê qetil kir. Ne tenê kiryarên qetilkirinê li dijî rûspiyên eşîran pêk hatin, lê dijî şervanên QSD’ê jî pêk tên.

“Çalakvanê meydanî Ehmed Nayif piştrast kir ku kiryarên terorîst di vê dema dawiyê de gelek kesayetên sivîl, leşkerî û zana hedef girtin, her wiha rêxistina DAIŞ’ê bi van kiryaran hewl dide tirs û xofê bixe nava sivîlan û aloziyê li herêma ku jê derketiye, belav bike.”

ŞERQ EL-EWSAT: METIRSIYÊN JI ‘IDLIBA AFRÎKAYÊ’ LI LÎBYAYÊ

Der barê Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Dewleta Tirk di veguhastina çete û çekdarên ji komên radîkal ên alîgirên wê li Sûriyê de ber bi Lîbyayê ve didomîne. Bi wê re jî lîbyayî û pisporên kom û navendên lêkolînan ji afirandina “Idliba Afrîkayê” li xaka Lîbyayê de metisîdar in."

Girêdayî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku 27 hezar çeteyên ji nav wan 10 hezar radîkal in, bi rêya dewleta Tirk şandin Lîbyayê da ku li rex hikumeta Wîfaqê li dijî Xelîfe Hefter şer bikin. Her wiha serokê saziya Selfiyom a lêkolînan a Lîbyayê Cemal Şelûf ji Şerq El-Ewsat re got dewleta Tirk Lîbya vegerandiye cihê terorîstan, her wiha hişyarî li ser derketina blokên mezin ji van rêxistinan da.”

EL-EREB: HEVKARIYA TIRKIYE-ÎRANÊ LI SER STRATEJIYA ÇAPEMENIYA DERVE

Der heqê nêzbûna Tirkiye-Îranê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Der barê gelek dozên li herêmê de ji aliyên siyasî, ewlehî û çapemeniyê ve da ku serweriyê li herêmê bikin di navbera dewleta Tirk û Îranê de hevkarî çêbû."

Berdevkê Wezîra Karên Derve ya dewleta Tirk Hamî Aksoy û yê Îranê Ebas Mosay çarşema borî cara yekê ye ku li ser şêwira çapemeniyê civînekê bi rêya vîdoekonferansê li dar dixin.

Çavdêr dibêjin ku ev civîn rûyek ji rûyên lihevkirinên li herêmê di navbera Îran û Tirkiyê de ye, mîna li Yemenê dibe. Her wiha di nêzkirina komên mîna Partiya Islah a Îxwanî ya girêdayî Enqereyê û Hûsiyên girêdayî Tehranê de bi ser ket. Her wiha bi wê cebheyek ji bo nûqîkirina Erebistana Siûdî di dosyaya Yemenê de ava kir û nehişt Peymana Riyadê pêk bê.”

(fr)


Mijarên Din