​​​​​​​Rojeva rojnameyên erebî – 3 Hezîran

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, aloziya Iraqê û destwerdana Rûsya û Tirkiyê li Lîbyayê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: METIRSÎ LI ŞAMÊ TÊKILDARÎ ALOZOIYA DERMAN Û XWARINÊ PIŞTÎ BÊQEDRBÛNA LÎREYÊ SÛRIYÊ Û HIŞYARIYÊN MEXLÛF

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Li Şamê ji ber hilweşîna nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolarê Amerîkayê bi nêzbûna pêkanîna Qanûna Qeyser ku Washingtonê li dijî rejîma Sûriyê ferz kiriye, metirsiya aloziya derman û xwarinê heye."

Cîgirê Meclisê El-Şeib Sûrî Wedah Murad hişyarî der barê girtina kargehên derman piştî bidawîbûna madeyên wê yên destpêkê di vê hefteyê de da. Wedah li pêş meclisê xîtabî hikumetê kir û wiha got: "Derman û xwarin xeta sor e û li ser gel xetere ye. Hûn heta niha di dabînkirina xwarinê de bi bin ketin û li ser rêbaza xwe dimeşin ku kargehên dermanên Sûriyê jî ku pêdiviya sûka herêmê bi bihayekî guncaw dabîn dike, bigirin. Dê di hefeteyeke din de werin girtin ku piştî madeyên destpêkê yên çêkirinê bi dawî bûn, gelo çawa hikumeta ji kargehên derman dixwaze ku bihayên dermanan li gorî dolar a 400 lîreyî diyar bike û bi wê ji wan re dibêje çareyên xwe bi rêya kirîna dolar ji sûkê dabîn bikin?"

Desthilatên Sûriyê tedbîrên rawestandina têkçûna lîreyê Sûriyê li hember dolar bilind kirin, her wiha banka navendî ya Sûriyê duh giştînameyek weşand ku asta veguhastina pereyan di navbera parêzgehan de diyar kir û hişyarî li ser piştevaniyê pereyan ji terorîstan re da.

Li aliyekî din jî Ramî Mexlûf kurê xalê serok Beşar Esed got dê çend rojên bê dijwar bin û mijarê ji hev derxin û destnîşan kir ku divê nobetdarekî dozgerî li ser şîrketa Syriatel ku piranî pereyên tê de yên wî ne, ferz nekirana.”

UKAZ: NAKOKÎ TEMAMKIRINA HIKUMETA KAZIMÎ ASTENG DIKIN

Der barê Iraqê de rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbosî hewl dide temamkirina hikumeta Mistefa Kazimî û lidarxistina rûniştina parlemanê îro pêk bîne.  Lê belê nakokiyên di navbera blokên parlamentoyê de nîşan didin ku rûniştina ku dê li dar bikeve, derfetê nede temamkirina hikumetê."

EL-EREB: DAN Û STANDINÊN 5+5 ÊN LÎBYAYÊ; XWEDAXISTINA JI BAHOZÊ RE YE YAN BAWERIYA BI ÇAREYA SIYASÎ?

Girêdayî Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ragihandina nûnera navneteweyî ya Lîbyayê ya erêkirina her du aliyên binakok a vegera li dan û standinên 5+5 ên der barê agirbesta domdar de, xweşbîniyek der heqê derfeta rawestandina şer de çêkir. Lê belê amadekariyên her du aliyên erêkirina bi fişarên ku civaka navnetweyî li ser wan ferz kiriye ku hewl dide dosyaya Lîbyayê ji serweriya Rûsya û Tirkiyê bikişîne, destnîşan dike."

Rojavayî bi serêkêşiya DYA’yê bi hêz rihneyê li ser van dan û standinan ku rêya li pêş destwerdana Tirkiyê ya leşkerî ya yekser vekiriye, dike ku hikumeta Wîfaqê parçeya ku ji dest daye, vegerîne da ku Xelîfe Hefter neçar bike razî bibe.

Lê belê di heman demê de metirsî der barê îstîsmarkirina Rûsyayê ya hevalbendiya artêşa Lîbyayê de heye ku destwerdana Tirkiyê ya aşkera ji bo dîtina bihaneya damezirandina hebûna domdar li Lîbyayê bibîne. Vê yekê jî metirsiya Amerîkayê li dijî Rûsyayê çêkir ku Washingtonê der heqê şandina Moskovê ya çekdar û çekan, her wiha balafir, ji bo piştevaniya artêşa Lîbyayê de tawanbar kir.”

(fr)


Mijarên Din