Rojeva rojnameyên erebî – 29 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser derbeyên Îsraîlê yên li Bokemalê û destwerdana dewleta Tirk a li Iraqê.

ŞERQ EL-EWSAT: DERBEYÊN ÎSRAÎLÊ LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ PIŞTÎ SERDANA QAANÎ

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di hedefgirtina Îsraîlê ya duh li nuqteyên komên alîgirên Îranê li rojhilatê Sûriyê de, 9 çekdar hatin kuştin, her wiha di 24 saetan de ev derbeya duyemîn e."

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) tê texmînkirin ku balafirên Îsraîlê nuqteyeke li bejahiya bajarê Bokemalê ya bi ser sînorê Iraqê ve hedef girt, di encamê de 9 çekdar hatin kuştin ku piraniya wan ji Iraqê ne, her wiha bi wê re jî hejmara kuştiyên alîgirên Îranê di 24 saetan de herî kêm 15 in.

Ev pêşketin jî piştî serdana fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî ji rojhilatê Sûriyê re ya roja şemiyê, pêk tê û ev jî li gorî rapora ajansa Tesnîm a Îranê ya fermî ye. Hat destnîşankirin ku Qaanî serdana bajarê Bokemal ê Sûriyê yê bi ser sînorê Iraqê ve beriya çend rojan kiriye, her wiha piştre jî ajansê bêyî tu şîrovekirinê rapor rakir.

EL-EREB: “PENÇE PILING” NEXŞEYA EWLEHIYÊ YA TIRKIYÊ LI HUNDIRÊ IRAQÊ XÊZ DIKE

Der barê Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Di çapemeniyê de kuştina leşkerên Tirk li pey hev li bakurê Iraqê derdikeve ku ev xwezaya êrişên leşkerî yên hêzên Tirkiyê ji nîvê meha Hezîranê ve li hundirê Iraqê, berovajî dike. Li gel wê jî bombebaranên asîmanî û topbaranên bejahî hene. Her wiha çavdêr dibînin ku hikumeta Tirkiyê vê yekê bi mebest dike ku destwerdana leşkerî li bakurê Iraqê mîna rasteqîniyekê bisepîne."

Li gorî rojnameyê, iraqî û nexasim Kurd ji destwerdana Tirkiyê li Iraqê metirsîdar in ku mîna çawa li Sûriyê parçeyên axa wê dagir kirin, dixwaze li Iraqê jî vê yekê bike. Her wiha vê jî bi hinceta şerê li dijî avakirinên kurdî dike.

Çavkaniyên ji Iraqê got nîşaneyên xeta ewlehiyê ya Tirkiyê êdî li kûrahiya xaka Iraqê dest pê kir. Her wiha tê texmînkirin ku Tirkiye ji herêmên "Pençe Piling" li gorî paşxaneya hikumeta Erdogan li Sûriyê heta li Iraqê jî, jê venakişe. Enqere ji çend salan ve red dike ku ji baregehên leşkerî yên li hundirî Iraqê ava kirine, derkeve. Baregeha herî girîng jî ya Başîqa ya li nêzî Mûsilê ye.

(fr)


Mijarên Din