Rojeva rojnameyên erebî – 25 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê yên li Idlibê, her wiha geşedanên li Iraqê û belavbûna vîrusa Koronayê li hin dewletên Rojhilata Navîn de nivîsîn.

AL-EREB: LEŞKERÊN TIRKIYÊ BUHAYÊ SERGERMIYA ERDOGAN DIDIN

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê û bi taybet der barê rewşa Idlibê de nivîsîn. Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de wiha nivîsî: "Roja duşemê, di encama bombebarana balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê li dijî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li herêma Kefersefra ya gundewarên Idlibê, nêzî 10 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û birîndar bûn. Rûsyayê berê wê jî bi çend saetan êrişeke mîna wê li xaleke din a li Cebel Alzawiyê pêk anî.

Rojên dawiyê diyar dibe ku bombebaranên li dijî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlib û Helebê zêde bûne,  wekî fişareke Rûsyayê li dijî Enqereyê, ya ku piştgiriya komên çekdar dike, mîna Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra).

Heyet Tehrîr El-Şam hêzeke bibandor e ku Tirkiye pala didê, ji bo parastina desthilatdariya xwe ya li Sûriyê, lê Moskov teqez dike ku pêwîst e ev rêxistin ku şaxê El-Qaîdeyê ye, tune bike.

Çavdêr dibêjin ku Rûsya bi biryar e pêvajoya paqijkirina Idlibê  ji Heyet Tehrîr El-Şam dewam bike, êrişên li dijî hêzên Tirkiyê yên ku piştgiriya vê hêzê dikin jî, ji bo Enqereyê nameyek e ku eger Tirkiye daxwazên Rûsyayê pêk neyne, ew ê bêtir bi pêş de here.”

ŞERQ EL-EWSAT: PLANA AMERÎKAYÊ YA KU DÊ SÛRIYÊ BIXE "QUTIYA ÎZOLEKIRINÊ"

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Hin nîşanên planeke stratejîk a Amerîkayê der barê Sûriyê de xuya dikin. Di planê de rêzekiryarên leşkerî, siyasî, dîplomatîk, aborî û zagonî hene, ku dê "rejîma Sûriyê bi salan têxe qutiya îzolekirinê". Dibe ku ev plan nîvê meha Hezîranê dest pê bike. Ew jî dema pêkanîna "Zagona Sezar” e ku dê li gorî wê cezayên aborî li dijî aliyên sûrî û yên ne sûrî yên alîkariya ji nû ve avakirina Sûriyê dikin, bê dayîn.

Meha Hezîranê sê bûyer hene ku dê hewldanên fişara li dijî Sûriyê zêde bikin; ya yekemîn; ‘Zagona Sezar’ e, ya duyemîn kongreya dewletên daner e ku dê li Brukselê bê lidarxistin, di wê kongreyê de mercên ji nû ve avakirinê dê bêne nûkirin. Ya sêyemîn jî, nakokiyên dewletên rojava û Rûsyayê der barê derbaskirina alîkariyê mirovî bo Sûriyê de ye.

Di hêla siyasî de Washington dê têkiliyên xwe bê hêzên opozîsyonê re dewam bike, her wiha bi koçber û pendberên Sûriyê re, dîsa dê hevrêziyê bi dewletên ku piştgiriya opozîsyonê dikin re, pêk bîne. Di çarçoveya "Koma Biçûk" de ku Amerîka, Brîtanya, Almanya, Sûriye, Urdun û Misir di nav de ne.

Di hêla leşkerî de jî dê çend fişaran bike, yekem; dê hebûna bejahî û qedexeya firînê li rojhilatê Firatê dewam bike, ji bo piştgiriya hevalbendên Washingtonê Hêzên Sûriya Demokratîk, da ku nehêle hêzên rejîmê wan herêman bixin bin desthilatdariya xwe û çavkaniyên enerjiyê û heyînên xwezayî mîna gaz, petrol, berhemên çandiniyê û bendavên avê û enerjiyê, desteser bike.

A duyemîn; mayîna li baregeha Tenefê da ku rêya di navbera Tehran û Şamê de bibire û piştgiriya lojîstîk bide operasyonên taybet ên hevpeymanê û Îsraîlê. Ya sêyemîn jî, piştgiriya îstixbaratî û dîplomatîk bo Tirkiyê ye.

Ya çaremîn jî, erêkirina êrişên asmanî yên Îsraîlê li dijî Şamê û derdora wê ye. Amerîka di wê baweriyê de ye ku "fişarên li dijî Şamê dê derfetê bidin Îsraîlê ku êrişan pêk bîne û desthilatdariya Îranê li Sûriyê kêm bike."

OKAZ: BERIYA CIVÎNA ERÊKIRINÊ… ÎRO LI DIJÎ ELAWÎ MEŞA MILYONAN

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsand: "Bloka hevbendiya Kurdistanî li Parlemana Iraqê rexneyeke tund bire ser serokwezîrê erkdar Mihemed Elawî û ew tawanbar kir ku ne serbixwe ye. Blokê di daxuyaniyekê de got: “Der barê beşdarbûna me ya civîna dengdayîna ji bo hikumetê de roja pêncşemê, tu biryar tune ye."

Li aliyekî din komîteya ku xwepêşandanên "Şoreşa Cotmehê" bang li êl û eşîrên Iraqê kir ku piştgiriya xwepêşandana roja sêşemê bikin. Komîteyê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku xwepêşandêr bi birayar in xwepêşandanên xwe dewam bikin.

EL-BEYAN: KORONA LI UMAN, KIWÊT, BEHREYN Û IRAQÊ YE

Der barê belavbûna vîrusa Koronayê de ronameyê nivîsî: "Li hin welatên Rojhilata Navîn nexweşên Koronayê hatin dîtin, piştî ku vîrus li Iranê belav bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Umanê du diyar ku wan du nexweşên Koronayê li welêt qeyd kirine, her du welatî ji Îranê hatine û rewşa wan aram e.

Wezareta Tenduristiyê ya Kiwêtê jî diyar kir ku hin welatiyên ji bajarê Meşhedê yê Îranê hatin sehkirin, di encamê de 3 rewşên bi Koronayê ketine, hatin dîtin.

Her wiha Wezarete Tenduristiyê ya Behreynê jî diyar kir ku welatiyekî ku Îranê hatibû bi Koronayê hetiye, lewma ew rakirin cihekî taybet ê çavdêriya tenduristî, her wiha aliyên têkildar tedbîrên pêwîst girtin."

(kn)


Mijarên Din