Rojeva rojnameyên erebî – 23 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro der der barê geşedanên li Sûriyê, rewşa Lîbyayê û fişarên navdewletî yên li dijî dewleta Tirk de nivîsîn.

EL-BEYAN: ÇARENÛSA KOMÎTEYA MAKZAGONÊ NEDIYAR E

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn. Hilbijartinên parlemanê û mijara komîteya makezagonê di rojevê de bûn. Der barê van mijaran de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Duh li Sûriyê hilbijartinên parlemanê bi dawî bûn, tê gotin ku navên nû yên ku berê di nava derdorên civakî û siyasî de nedihatin naskirin, ketin bin banê parlemanê, lê li aliyekî din êl û eşîr ji parlemanê hatin dûrxistin.

Hilbijartin du caran hate paşxistin, cara yekê li benda encamên hevdîtinên siyasî di navbera hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê de, cara duyemîn jî bi sedema belevbûna vîrusa koronayê, lê van hilbijartinan gelek pirs bi xwe re anîn der barê tevlêbûna opozîsyonê de, ji ber ku aliyên herêmî û navdewletî hewl didan ku rêveberiyeke hevbeş ji her du aliyan ava bikin, piştî ku di hevdîtinên komîteya makezagonê de hin pêşketin pêk hatin. Lê Şamê ji bo 4 salan parlemaneke nû ragihand û çarenûsa komîteya makezagonê jî maye nediyar.

Çavdêr dibêjin ku hilbijartinên parlemanê yên ku Şamê pêk anîn, tê wateya ku komîteya makezagonê bê mifa ye.”

ŞERQ EL-EWSAT: HEWLDANÊN NAVDEWLETÎ JI BO SARKIRINA ALOZIYA LI LÎBYAYÊ

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê wiha nivîsî: "Hewldanên dîplomatîk ên navdewletî der barê çareseriya siyasî li Lîbyayê û sarkirina aloziyê de zêde bûne. Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric diyar kir ku "Ji bo Lîbyayê tu çareya leşkerî tune ye". Her wiha got çareya tekane pêwîst e "siyasî be" û hêvî kir ku sarbûna aloziyê li Lîbyayê bibe sedema  berdewamkirina pêvajoya siyasî bi rêveberiya şandeya navdewletî".

EL-EREB: DYA FIŞARÊ LI TIRKIYE DIKE KU LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ LI PETROLÊ NEGERE

Têkildarî bertekên navdewletî yên li dijî liv û tevgera Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî rojnameyê nivîsî: "Xwestekên Amerîkayê yên der barê rawestandina tevgera Tirkiyê ya lêgerîna petrolê li rojhilatê Deryaya Spî de, nîşan dide ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê helwesteke navdewletî çêbûye. Di vê navberê de Yekitiya Ewropayê hewl dide, cezayan biavêje ser Tirkiyê, lê xuya dike ku ev ceza jî dê rê li pêşiya binpêkirinên Tirkiyê li dijî aramî û ewlehiya herêmê negire.”


Mijarên Din