Rojeva rojnameyên erebî- 16`ê Gulanê

Rojnameyên erebî yê îro der barê arîşeya di navbera Îran û Rûsya  de li Sûriyê nivîsî, her wiha mijara destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê û rewşa DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê jî di rojevê de bû.

EL-BEYAN: LI SÛRIYÊ RIKBERIYA DI NAVBERA ÎRAN Û RÛSYAYÊ DE

Der barê mijarê rojnameyên nivîsî:"Di meha derbasbûyî de, der barê hebûna Îranê li Siryê du guherîn çêbûn, piştî ku hate gotin desthilata Îranê li Sûriyê kêm bide, di encama êrişên li dijî baregehên hêzên Îranê û alîgirên wê.

Geşedana yekemîn ew bû tişta ku hefteya derbasbûyî li El-Bokmalê çêbû, wê derê hin komên milîsan ên herêmê hatin belavkirin û hate xwestin ku ev milîs herin çola Sûriyê, ku li wir hêza Îranê qels e, ew herêm li ser dînorê Iraqê ye û nêzî deriyê sînor ê Tenefê ye, her wiha nêzî baregeha Amerîkayê ye.

Geşedana duyem ew e ku çalakvanan diyar kirin ku li Derayê di navbera  Îranê û Rûsya de dîse rikberî çêbû. Çalakvanê bi navê Umer Elherîrî ji Derayê diyar kir ku rikberiya Îranê û Rûsya pir diyar bûye, bi taybet piştî bûyerêm dawiyê û êrişa li dijî hin baregehên dewleta Sûriyê û hêzên ewlehiyê. Her wih diyar kir ku hebûna milîsên Îranê li Derayê aloziya li herêmê girantir dike, ji her ew milîsên planên Îranê pêk tînin.

Di vê navberê de çavdêr dibêjin ku niyeta Îranê ya vekişîna ji Sûriyê tune ye, lê ew hêzên ji nû ve li herêmê belav dike da ku windahiyên xwe kêm bike.

EL-EREB: TIRKIYÊ LEZ DIKE KU JI DESTWERDANA LÎBYAYÊ ENCAM BIGRE

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî "Tirkiyê bi lez dixwaze ji peymanên xwe yê li Lîbyayê encam bigire. Li gorî lihevhatina meha çileyê ya bi serokê hikûmeta wifaqê Fayiz El-Seraj re, pêwîste ku herêmeke aborî di navbera beravên Tirkiyê yên li ser Deriya Spî û beravê Lîbyayê yên bakur û rojhilt, were vekirin, da ku Tirkiyê destên xwe deyne ser hebûnên Lîbyayê.

Şirketa betrolê ya Tirkiyê TPAO daxwaz ji hikûmeta El-Serac kir ku destûr bide da ku li rojhilatê deryaya spî dest bi lêgerîna petrolê bike.

EL-ŞERQ EL-EWSET: PENTAGON: DAIŞ HÎNA JÎ DIKARE ÊRIŞÊN TERORÎ PÊK BÎNE

Der barê vegera çeteyên DAIŞ`ê rojnameyê nivîsî:"Li gorî raporeke Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê, DAIŞ hîna hêza wê heye ku li Sûriyê û Irarqê, operasyonên terorê  û êrişên çekdarî pêk bîne.

Di rapora ku 130 rûpelan pêk tê de, tê gotin ku nêzî 14 ta 18 hezar çekdarên DAIŞ`ê hene, ev jî metirsiyeke mezin e, ev dikarin bibin mîna tevgereke raperîna Sinnî, weke ya ku li Iraqê çêbû ji aliyê terorîstê Urdunî yê bi navê Ebû Miseb El-Zerqawî, yê di sala 2006`an li Iraqê hate kuştin."

Di raporê hate gotin ku endamên DAIŞ`ê yên mayî, di destên wan de bi milyonan dolar hene, hin jî veşartî ne, hin jê jî ji şaneyên wan ên li gelek dewletan tê. Lê raporê diyar kir ku, ev hêza DAIŞ`ê û hijmara endaman û pereyên wî, rê nade ku careke din vegere weke beriya sala 2014`an, dema ku gelek herêmên Sûriyê û Iraqê dagir kirin.

Rapora Amerîkayê dijêje ku rêxistin (DAIŞ) nikare li Iraqê êrîşên terorê yên mezin pêk bîne, ji destpêka salê ta niha hijmara êrişên DAIŞ` ji sedî 37 kêm bûye."

(kn)


Mijarên Din