Rojeva rojnameyên erebî – 13 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê de û aloziya di navbera Tirkiye û Sûriyê de, her wiha geşedanên li Yemenê û hewldanên Îranê yên lihevanîna aliyên hevalbendên xwe yên Iraqê de nivîsîn.

ŞERQ EL-EWSAT: RÛSYA BERPIRSYARIYA ALOZIYA LI IDLIBÊ DIAVÊJE SER “KOMÊN ÇEKDAR”

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li hev kir ku hevdîtinên der barê aloziya Idlibê de dewam bikin. Di heman demê de hate ragihandin ku şandeyeke Tirkiyê dê biçe Moskovê, piştî ku du hevdîtinên li Enqereyê bê encam bi dawî bûn.

Kremlînê ragihand ku her du serokan, di hevpeyvîneke telefonê de, mijara çareseriyê li Sûriyê nirxand, her wiha rewşa aloz a Idlibê û li bakurê rojavayê Sûriyê. Di daxuyaniya Kremlînê de hate gotin ku her du serokan li hev kiriye ku her du welat, bi rêya wezaretên têkildar, têkiliyên der barê mijarê de dewam bikin. Paşê diyar bû ku Enqere dê şandeyekê bi rê bike Moskovê da ku hevdîtinan dewam bikin.

Kremlînê diyar kir ku mijarên nakokiyê di navbera her du aliyan de, mijara cudakirina komên nerm ku amade ne tev li pêvajoya hevdîtinên siyasî bibin û komên tundraw ên terorîst ên mîna “Cebhet El-Nusra” û hêzên girêdayî wê. Her wiha mijara rawestandina hemû êrişên ku ji aliyê Idlibê ve têne ser herêmên derdorê.”

EL-EREB: ERDOGAN JI ARTÊŞÊ BI GUMAN E LEWMA LI IDLIBÊ NEKETE PEVÇÛNAN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan êdî her roj gefan dixwe ku bersiva artêşa Sûriyê bide, lê bêyî ku tiştekî bike. Çavdêr dibêjin ku baweriya Erdogan êdî bi serkirdeyên artêşê tune ye, her wiha gumanên wî hene der barê ezmûnên li ser erdê yên artêşê de, ji ber ku vê artêşê bi salan şerê Kurdan kir bêyî ku encamekê bigire.

Hêzên Sûriyê çend caran êriş birin ser xalên çavdêriyê yên Tirkiyê û leşkerîn Tirkiyê hatin kuştin jî, lê Erdogan her gef dixwarin ku dê êrişî hêzên serokê Sûriyê Beşar El-Esad bike, lê gefên xwe pêk neanîn.

Çavdêr dibêjin ku Erdogan ne di wê baweriyê de ye ku artêşa wî dikare bikeve şer li dijî El-Esad û Moskovê, ji ber ku baweriya wî bi piştgiriya artêşê tune ye, piştî tiştên bi serê fermandarên artêşê de anî, di dema hewldana derbeyê ya havîna 2016’an, hin wan ji erkên wan avêtin, hin girtin û bêrêzî li hinên din kir.

EL-BEYAN: “HEVPEYMAN” LI DALÎ Û COFÊ HÛSIYAN DORPÊÇ DIKE

Der barê geşedanên li Yemenê de rojnameya El-Bayan nivîsî: “Hêzên Hevpeymana Erebî operasyonên xwe dewam dikin, her roj li derdora milîsên Hûsiyan teng dikin. Êdî milîsên Hûsiyan li Dalî û Cofê hatine dorpêçkirin, piştî êrişên asmanî yên du rojên derbasbûyî ku bi dehan Hûsî tê de hatin kuştin.

Hêzên hevbeş li herêma El-Meslûb ku li rojavayê parêzgeha Cofê ye, êrişî komên milîsan kir. Her wiha bi topan baregehên milîsan topbaran kirin, di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

BEWABET EL-EHRAM: NATO LI SER DAXWAZA TRUMP LI IRAQÊ AMADEKARIYA KAREKÎ MEZIN DIKE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku NATO roleke mezintir li Rojhilata Navîn pêk bîne, NATO’yê diyar kir ku ew ê erkên perwerdeyê li Iraqê ferhtir bike.

Wezîrên parastinê yê NATO’yê biryar da ku hijmara endamên NATO’yê yên ku li Iraqê perwerdeyê didin, ku niha 500 kes in, zêde bike.

Ajansa Bloombergê li ser zimanê  sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got “Di dema niha de dê hin xebatên NATO’yê yên perwerdeyê dewam bikin. Her wiha wezîran li hev kir ku amadekariyên gavên piştî vê gava yekem bikin.”

EL-EREB: ÎRAN JI BO HEVALBENDÊ XWE LI DIJÎ SERHILDANA IRAQÊ BI HÊZ BIKE, HEWL DIDE EL-SEDR Û EL-MALIKÎ LI HEV BÎNE

Der barê geşedan û protestoyên li Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Çavkaniyên siyasî yên Bexdayê diyar kir ku Îran hewl dide lîderê şiî Muqteda El-Sedr û serokê koalîsyona Dewlet El-Qanûn Nûrî El-Malikî li hev bîne da ku rê li pêşiya protestoyên gel bigire û di pergala çîna siyasî ya desthilatdar de guherînekê pêk bîne.

Tehran di wê baweriyê de ye ku lihevhatina El-Sedr û El-Malikî dê bibe alîkar ku karibin hêzên Amerîkayê ji Iraqê derxin. Li gorî çavkaniyan, El-Sedr niha ji bo xwendinê li Îranê ye, hin navbênkar jî hewl didin dosyaya têkiliyên bi El-Malikî re pê re vekin.

(kn)


Mijarên Din