Rojeva rojnameyên erebî - 13 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê nakokiyên Sûriyê û Rûsyayê de nivîsîn, her wiha geşdanên li Iraqê û destwerdana Tirkiyê bo herêmê jî di rojevê de bûn.

ŞERQ EL-EWSAT: JI MOSKOVÊ HIN NÎŞAN HENE KU ARÎŞEYA BI ŞAMÊ RE DÊ ZÊDE BIBE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Raya giştî ya Rûsyayê geşedan û gengeşiya li Sûriyê dişopîne, ew gengeşe di navbera aliyên hundir ên bibandor de, her wiha gengeşiyên der barê hemleye çapemeniyê ya dawiyê, ku fireh bûye û êdî rasterast êrişî serok Vladimîr Pûtîn dikin.

Çavdêran ji Şerq El-Ewsat re got zimanê daxuyaniya endamên parlemana Sûriyê Xalid El-Ebûd, yê ku qebûl nekir lêborînê ji Sûriyê Moskoyê bixwaze, dide nîşan ku ev nameyên ji çapemeniyê derketin, ji aliyên rêveberiya Sûriyê ve hatine erêkirin û piştgirîkirin. Mebesta van nameyan jî ew bû ku bêje, Şamê jî bersiva êrişên ji aliyên Rûsyayê ve li dijî serokê Sûriyê Beşar El-Esed hatin kirin, da.

Her çi qas Rûsya bêdeng e jî li hember geşdanên dawî û nameyên çapemeniyê jî, lê çavdêr dibêjin ku armanca êrişa çapemeniyê ya Rûsyayê ew bû ku bibêje va ye beşek karsazên Sûriyê ji astengiyên li pêşiya geşbûna aboriya Sûriyê ne razî ne, her wiha ew astengî xebatên şirketên Rûsyayê jî asteng dike. Lê ev êriş paşê veguherî êrişa siyasî, ji ber Rûsya ji rejîmê aciz e, der barê hin mijaran de mîna mijara komîteya destûrê, her wiha hewldanên astengkirina lihevhatinên Rûsya û Tirkiyê.”

Li gorî çavkaniyan dibe hin geşedanên zelaltir rû bidin di demên pêş de, piştî ku nexweşiya Koronayê kêm bibe, ji ber ku Rûsya niha giraniyê dide mijara nexweşiyê.”

Hin nêrîn derketin ku dibêjin ku ev êrişa çapemiyê ya Rûsyayê li dijî rejîmê, dide nîşan ku rayedarên Rûsyayê êdî gihîştine wê baweriyê ku çareya sereke ew biryara nevdewletî ya 2254’an lazim e bê pêkanîn, bi hemû xalên xwe yên girêdayî pêvajoya siyasî, makezagon û hilbijartinan.”

Li gorî van nêrînan, ezmûna Rûsyayê ku tenê pala xwe dide mijara makezagonê, bi ser neket, ji ber ku her du aliyan, hikumet û opozîsyonê astengî çêkirin. Ji ber vê yekê niha pêwîst e vegere dosyaya siyasî, lê ev nayê wateya hilweşandina rejîmê û serkeftina opozîsyonê, lê belê tê wateya ku formeke hevbeş, di navbera rejîmê û opozîsyonê de bê peydakirin.

Di vê navberê de hin nêrîn di çapemeniya Rûsyayê de derketin, der barê êrişên Îsraîlê yên dawiyê li Sûriyê de ku êdî pir berfireh bûne. Di çapemeniya Rûsyayê de hate gotin ku di dema êrişan de batariyên moşekan hatine betalkirin, ev jî wê wateya ku Rûsya dixwaze hebûna Îranê li Sûriyê kêm bike.”

Girêdayî êrişên çapemeniyê yê li dijî El-Esed, xuya ye ku êdî pîvanên Rûsyayê yên dan û standina bi rewşa Sûriyê re, hatine guhertin, li gorî ku şîrovekarekî ji Rûsyayê dibêje, lê ev nayê wateya ku Kremlînê ji kêleka Sûriyê xwe daye alî, lê dibe ku lêvegerek çêbe, her wiha êdî pêvajoya siyasî dest pê dike ku Rûsya niha hewceyî wê yekê ye. Şîrovekar diyar kir ku Rûsya niha bi mijara nexweşiya Koronayê mijûl e, lewma dê tu guherînên bilez û bibandor pêk neyên.

EL-EREB: GELO DÊ SÊWIYÊN EBÛ MEHDÎ EL-MUHENDIS DESTHILATA XWE LI IRAQÊ WINDA BIKIN

Der barê geşdanên li Iraqê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Geşedanên siyasî yên li Iraqê nîşan didin ku guherînên bingehîn der barê pêşeroja nêzîk de çêbin, bi taybet der barê rewşa komên çekdar ên ber bi Îranê ve, ji wan jî komên Hizbullahê ku tê payîn desthilata xwe ya ji sala 2014`an ve bi dest xistibû, winda bike.

Ev milîsên bi Îranê re, ji bilî ku lîderê xwe û mêjiyên xwe Ebû Mehdî El-Muhendis, meha Kanûna derbasbûyî winda kirin, niha jî dibe ku desthilata xwe jî winda kirin, piştî ku serokwezîrê nû Mistefa Kazimî dest bi erkdariya xwe kir.”

EL-BEYAN: QEREQAŞ; CIVÎNA PÊNCALÎ NAMEYA DÎPLOMATÎK A GIRAN E

Der barê tevgera Tirkiyê li herêmê de rojnameyê nivîsî: "Wezîrê karên derve, rêzdar Enwer Qereqaş diyar kir ku civîna pêr hate lidarxistin û wezîrên karên derve yên Fransa, Yewnanistan, Qibris û Misrê, her wiha dewleta Îmaratê jî beşdar bûn, nameye dîplomasî yan giran bû û platformeke girîng bû li dijî "zagonên daristanê.”

Qereqaş di twittekê de nivîsî "Civîna ku li ser daxwaza Misirê hate lidarxistin û Fransa, Qibris, Yewnanistan û Îmarat beşdar bûn, her wiha daxuyaniyan civînê, nameyeke dîplomasî ya giran bû. Her wiha ew platformeke girîng hate avakirin û zimanê zagona navdewletî li şûna zaganên daristanê hate çespandin.”

(kn)


Mijarên Din