ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-11-2022`YAN

Kongra Star a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo komxebateke diyalogê bi dirûşma Jin, jiyan, azadî li sandîqeya kar a bajarokê Rimêlan li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mîtan Şoreş ku di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li Qamişlo şehîd bûbû li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo teqezî bi girêdana xwe ya bi axa xwe û berdewamkirina berxwedanê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî li hember hemû êrişên dagirkirinê, kirin û destnîşan kirin ku divê Koalîsyona Navneteweyî li hember sûcên li dijî gelê herêmê helwesteke diyar nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şêniyên herêma Cizîrê amadekariyên meşeke girseyî dikin. Endamê Komîteya Amadekar banga tevlêbûna meşê li hemû pêkhateyên herêmê kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên Ereb ên kantona Şehbayê li dijî êriş û komployên li ser herêmê banga hevgirtinê li pêkhateyan kir û got, ʹʹEm ê li hemberî ti êrişan bêdeng nemînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê meclisa kantona Girê Spî Hemîd El Ebid civata navneteweyî hişyar kir ku belavbûna HTŞ`ê kantonê û siyasetên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, li ser ewlehiya cîhanê xetere ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beşdarên hevdîtina diyaloga kurdî-erebî ku li bajarê Boxum ê Almanyayê hate lidarxistin, destnîşan kirin ku hevdîtinên bi vî rengî yên girêdayî çarenûsa gelên herêmê girîng in û ev hevdîtin di avakirina mantiqeke domdar ji bo têkiliyeke çalak a Erebî-Kurdî de bi ser ket. Her wiha teqezî bi girîngiya fikrê rêber Ocalan di pêkanîna armancên van hevdîtinan û çareserkirina kirîzên herêmê de kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yek ji rêveberên Beşa Ewlehiya Pîşesazî ya Bendava Firatê  da zanîn ku asta ava gola Bendava Firatê daketiye 6 metreyan û mîqdarên ava ku ber bi Sûriyê ve diherike ji bo parastina asta golê têrê nake. Her wiha hişyarî da ku eger dewleta Tirk a dagirker girtina ava çemê Firatê bidomîne, dê bendav ji xizmetê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Koma Şehîd Hogir bi dengbêjên temenmezin mîrata çandî ya berê û ya niha tîne cem hev û bi vê yekê hewl dide ku ruhê stranbêjiya folklorî di nav ciwanan de belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA