​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-11-2022`YAN

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmeke xiyabî ji bo şervanê HPG`ê Yusif Dawûd (Bilind) li goristana şehîd Dijwar li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê xwepêşandanek bi dirûşma Tolhildan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Amûdê li hola Beylesan bi çalakiyekê ji bo xwendina nameyên her du şehîdan Sara û Rûken li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û rojnamevanê misirî Îhamî El Milêcî destnîşan kir ku desthilatdariya Trik bi kiryarên xwe yên faşîst li dijî rêber Abdullah Ocalan, dijberiya xwe ya bi azadiyê re nîşan dide ji ber ku ew ji rêber Ocalan û fikrê wî ditirse û got: “Tevî ku ew di nav çar dîwaran de ye lê dîsa jî dagirkeriya Tirk jê ditirse, gelo eger derkeve dê çawa be, bêguman derketina wî dê bibe destpêka dawiya vê pergala faşîst.” (BI WÊNE)

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban destnîşan kir ku belgeyên heyî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla piştrast dike. Şaban ev êriş wek sûcê şer bi nav kir û banga li aliyên navneteweyî kir li dijî dewleta Tirk bikevin tevgerê. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

HRRKʹê amadekariyên lidarxistina 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dike. Mîhrîcan dê du hefteyan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê diyar kir ku birêxistinkirin û perwerdekirina civakê li gorî şerê gel ê şoreşgerî û hişyarkirina wê ji xetereya şerê taybet erka ciwanan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Koçberên Kampa Ebû Xeşeb a li gundewarê bakurê Dêrazorê bang li Meclisa Sivîl a Dêrazorê û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan bikin û rewşa tenduristiyê baştir bikin. Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî soza başkirina rewşa kampê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Piştî saleke ji nakokiyên tund, guherîneke siyasî ku iraqiyan hêviya başbûna aborî û ewlehiyê dikir, Iraqê dosyayên serokatiya komarê û hikumetê girtin. Lê siyasetmedar û pisporan bi dûr naxin ku xetimîneke din li Iraqê çêbe, ji ber pirsgirêk ne tenê hikumet in, lê belê xwezaya sîstema siyasî ya li ser parvekirina etnîkî û neteweperstiyê ye, ji wê zêdetir jî destwerdanên derve li welat. (BI WÊNE)

ANHA