ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-11-2022`YAN

Şêniyên Hesekê hevserokê Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê şehîd Zeyneb Saroxan di çilrojiya wê de li goristana şeîd Dijwar a kantona Hesekê bi bîr tîne saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo, hevserokê Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê ya herêma Cizîrê şehîd Yilmaz Şero di çilrojiya wî de li goristana şehîd Delîl Saroxan ya Qamişlo bi bîr tînin set di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku girtina rojnamevanan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, domandina polîtîkayên bêdengkirin û şikandina “pênûsên azad” e ku rastiya polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd aşkera dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bakurê Sûriyê ya dagirkirî bi temamî bixe bin serweriya çeteyên Cebhet El Nusra. Çavkaniyan eşkere kirin ku serokkomarê Misirê di lûtkeya li Cezaîrê de zexteke mezin kir da ku destwerdanên Tirkiyê yên li welatên erebî werin şermezarkirin, lê ev yek Cezaîrê tev lihev kir. Li aliyêkî din hewldanên normalîzekirina têkikiliyên Qahîre û Enqereyê asteng bûn.

Di 6-18’ê Mijdarê de li bajarê Şerm El Şêx ê Misirê Lûtkeya Evhewayê ya NY`yê li dar dikeve. Li gel rewşa avhewayê ya aloz, pispor û rayedarên misirî destnîşan kir ku dewletên mezin û nakokiyên wan sedema vê aloziyê ne û rawestandina şer wekî çareseriyeke vê aloziyê diyar kir.

KURDISTAN

Hiqûqnasekî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker neçar e metnên peyman û lihevkirinên 1992′yan ku di şerê çekdarî de çekên kîmyewî qedexe dike, pêk bîne. Her wiha veşartina sûcên dagirkeriya Tirk ji aliyê PDK′ê ve, di çarçoveya planekê de tê kirin. (BI WÊNE)

JIN

Jinên ji Minbicê diyar kir ku bi rêya xweperwerdekirinê dê têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin da ku amade bin li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Bi nêzîkbûna zivistanê re, şaredariyên gel ên herêma Firatê ku ji meha Gulana îsal ve dest bi xebatên xwe kirin, zêdeyî ji sedî 80 projeyên xwe bi dawî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA