ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civînek ji şênêiyan û saziyên bajarê Hesekê re jib o nîqaşkirina rewşên heyî û pirsgirêkên gel li dar dixe saet 10:00`an. Girêdayî heman mijarê civînek din li navçeya Şedadê li dar dixe.

-şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Bedran Sefîrik li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet 17:00`an.

-Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya bajarê Qamişlo zarokên sêwî yên neycîrî radestî şandeye neycîrî fermî dike saet 11:00`an.

- Şêx êlên Ereb ên herêma Tebqayê destnîşan kirin ku bi rêya komxebata êlên Firatê peyama rastiya helwestên wan û berxwedana li dijî gefên wê yên domdar dan Tirkiyê. Her wiha pêwîstiya vedîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê bi tevlibûna tevahiya aliyan di nav de Rêjîma Sûriyê tekez kir.

- Şêniyên gundên Şêrawa yên girêdayî kantona Efrînê tekez kirin ku kiryarên dagirkeriya Tirk vîna wan ya berxwedan û têkoşînê naşikîne.

POLÎTÎKA

- Hevserokê meclisa kantona Şehbayê Îmad Dawûd got hindek dewlet bi biryara sûrî tehekum dikin û balkişand ser ku hewldanên Tirkiyê û Rûsyayê girêdayî pêkanîna lihevkirinan li Idlibê li gorî berjewendiyên xwe rastî helwesta gel hatin di nîşaneyekê de ji bo xwepêşendanên gelêrî yên dawîn li Idlibê.

JIN

- Di çarçoveya hemleya Koordînasyona Kongreya Star de yak u di 8`ê Tebaxê de destpê kiriye li bajarê Helebê 31 civîn di nav 14 rojan de li dar xistin. Her wiha li Şehbayê Kongreya Star hewl dide civîn û semînerên girêdayî gefên Tiriyê zêde bike.

ÇAND Û HUNER

- Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Qirah a kantona Şehbayê dewreyên hunerên wênexêziyê ji zarokan re vekirin. Da ji vekirina pêşangeha ku dê di çend hefteyên pêş de bê vekirin, amade bibin.

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Meteryalan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha ji 4 milyon 882 hezar pirtûk, milyonek û 900 hezar pirtûk çapkirin. Pirtûk ji 3 pêvajoyên xwendinê re ne. Her wiha hin guhartinên guncaw di meteryalan de çêbûne û pirtûka waneya Jineolojiyê li meteryalên amadeyi zêde bûye.

- Bi hatina sala xwendinê ya nû re, metirsiyên şêniyên gundên Til Fender û Sosek ên li ser sînorê Tirkiyê yê rojavayê bajarê Girê Spî der barê zêdegaviyên Tirkiyê yên li ser dibistan û xwendekaran de weke salên borî de, zêde dibin.

ANHA