​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-4-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

- Di van demên ku cîhan bi Koronavîrûsê bê çare maye, dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Til Temirê dike. Ji ber êrişan ev meheke av û kehrebe li ser zêdetirî 500 hezar kesî kut bûye.  (BIWÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin li gel belavbûna Koronavîrûsê li cîhanê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku yekser mudexeleya rewşa girtîgeha Îmrahiyê bikin û tedbîrên pêwîst bigirin. (BIWÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Seroka Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. (BIWÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Mudirê Navenda Ereb ê lêkolînan a li Qahîrayê Hanî Silêman got Tirkiye ajan û amûrên cuda bi kar tîne da ku bi awayekî kûr derbasî herêma Ereb bibe. Ew şirîka qetilkirina sivîlan li Sûriyê ye. Silêman bal kişand tu pêşeroja Erdogan tune ye. (BIWÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

-Çavdêrên rewşa Sûriyê diyar kirin ku wê şerek nêz li Idlibê rû bide. Nîşaneya wê jî komkirina hêzên leşkerî ye bi taybet yên Tirkiyê. Ji aliyekî din ve Îran hewl dide nakokiya partiyên Şîe li Iraqê bi dawî bike. Di dema ku Koronavîrûsê cîhan dike nav karantînayan. (BIWÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Pisporê aborî yê Misirî û mamoste û serokê beşa aborî ya Akademiya Sadat Dr. Îhab El-Disûqî got cîhan li berambî aloziyek aborî rastîn e. Wê hêzên aborî yên dewletên xwedî pergalên perwerde, tenduristî û lêkolîna zanistî bi hêz bibin. her wiha îşaret pê kir ku niha şerek  dijwar rû dide lê dijmin ne diyar e. (BIWÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Astengdarî li pêşiya xwe nekir asteng, lê belê israra wî zêde dike da ku benda ku wî ji jiyanê dûr dixist bişkîne. Tevî şertên dijwar ên ku welat tê re derbas dibin, debara malbatê xwe peyda dike. (BIWÊNE Û DÎMEN)

ANHA