​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-11-2022`YAN

Şêniyên kantona Hesekê sersaxî didin malbata şehîd Dîlan Mihemed ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re ji bo 6 mehên din ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye. Xedîce got divê rêxisitnên hiqûqî û navneteweyî vê yekê ji dewleta Tirk bipirsin û li ser van binpêkirinan hesab jê bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer Azad Ebdî bang li rêxistinên hiqûqî û tenduristî yên cîhanê kir ku biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve lêkolînê bikin. Her wiha bang li hikumeta Iraqê kir ku di vî warî de hevkar be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Hesekê û Helebê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker nekarî armancên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, ji ber vê yekê çekên kîmyewî bi kar tîne. Welatiyan got dewleta Tirk çi qasî çekan bi kar bîne jî gerîla dê bi ser bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komên çete yên ku niha li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de tevdigerin, bi pevçûn û nakokiyên navxweyî dikevin rojevê. Lê di rastiyê de ji El Nusra heta DAIŞ, Artêşa Niştimaniya Suriyeyê û HTŞ`ê hemû ji heman çavkaniyê xwedî dibin û xizmeta polîtîkayên dagirkeran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Ji ber ku bajarê Minbicê nêzî herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin û rojane tên topbarankirin, cotkarên Minbicê ditirsin ku nikarin berhemên xwe berhev bikin. Li gorî amarên Komîteya Çandiniyê, zeviyên çandiniyê bi dirêjahiya 65 kîlometre û firehiya 4 kîlometre, li kêleka deverên dagirkirî hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji rêveberên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno diyar kir ku dewamkirina dorpêça hikumeta Şamê dê pêkanîna projeyên xizmetguzariyê asteng bike. Sîno bang li aliyên pêwendîdar kir ku sînorekî ji van kiryarên wê re deyne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Piştî bidawîbûna erka serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn û lihevnekirina li ser namzetekî, Lubnan kete rewşa valahiyê. Gelo dê rewşa bê ya Lubnanê çawa be? Aktorên ku Lubnanê ji vê valahiyê derxin çi ne?

ANHA