ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3.10.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser dicive ji bo ku mîsaqa Meclisa Edaletê nîqaş bike û erê bike. Her wiha biryara Meclisa Rêveber ji bo diyarkirina hevseroka Desteya Karûbarên Civakî bixin nav dengdayînê. Civîn li navenda Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayî li dardikeve saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Mihemed Ibrahîm ê ku di encama qezeyekê de dema li ser erka xwe bû şehîd bûye li Goristana Şehîd Dilşêr ê gundê Digrî oxir dikin saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyan diyar kirin ku ew komîteya destûrî ya ku di vê dawiyê de ji bo amadekirina destûra Sûriyê ya nû ava bûye red dikin û dibêjin ew nûnertiya wan nake û bi encamên wê ve jî ne girêdayî ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser  mekanîzmeya ku dê   kesên ji ber şewatan zirar dîtine dabîn bike destnîşan kir û diyar kir ku dê komîteyên aborî û çandinî ya her rêveberiyekê dê wan zirar  diyar bike. Desteyê dema radestkirinê bi destpêkirina belavkirina tovan ji meserfên çandiniyê ve girêda.(BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Lêkolînerê têkiliyên navdewletî û pisporê karûbarên Tirkiyê Mistefa Selah got Tirkiyê koma Ixwan muslimîn a ku wek koma terorîst hatiye sinifandin hemêz dike û ji wan re stargehan û desteka aborî, leşkerî û siyasî peyda dike. Selah tekez kir ku kom bûye amûra pêkanîn siyaseta Tirkiyê li dewletî erebî û divê helwestek erebî yekgirtî li dijî mudexeleya Tirkiyê were nîşandan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê şaxê Firatê yê Partiya Sûriya Pêşerojê Kerîm Îbrahîm got: “Zimanê gefan ê ku serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan bikartîne, nîşan dide ew dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û nasnameya herêmê biguhere.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê, xebatên qîrkirina kolanên bajêr didomîne . Di rojên pêş de jî dê dest bi kolanên gundewarên Tebqayê bike. Di vê derbarê de bêtirî 18 hezar metre sêgoşe qîr ji bo navenda bajêr hatiye destnîşankirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mewsima zeytûnê li kantona Efrînê talan dikin û darên berhemdar qut dikin, şêniyên herêma Efrînê dest bi çinîna zeytûnê li kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a Helebê li ser bangawaziyên şêniyên dest bi ziftkirina kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser gelek qonaxan bi lêçûna 200 milyon lîreyên Sûriyê kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA