ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.8.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Amûdê sersaxiyê ji malbata şehîd Ceger Amûdê yê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bû, dixwazin saet 11:00`an (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rayedarên kantonên Şehba û Efrînê bang li tevahî rêxistin, meclis û yekîtiyên ku bi hiqûqên mirovahiyê bang dikin, kirin ku sînorekî ji siyaseta dorpêça rejîma Sûriyê ya li ser şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ferz kiriye, deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteyên Fêrkirin û Perwerdê yên  Reqa, Tebqa û Dêrazorê xebatên sererastkirin û restorakirina gelek dibistanan pêk anîn. Ji wê jî zêdetir mamoste perwerde kirin da ku rewşa xwendinê li herêmên rizgarkirî bê pêşxistin. Dibistanên amade 122 in û têra 415 hezar û 272 xwendekaran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kirin, dê li ser xaka ku bi saya qurbanên şehîdan hatiye rizgarkirin bimînin û heta nefesa dawî li rex QSD’ê wê xakê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesên ku derfet ji wan re çêbûye û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine gotin: “Ocalan her tim diyalog û aştî li şûna şer tercîh dike. Ocalan ji me re digot ku dijmin ew nekarî rakirina çeke kirine.”(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Cîgirê fermendariya giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan Ebû Erac got: “Bûyerên li bakurê gundewarê Hema û başûrê gundewarê Idilbê li ser bingeha lihevkirinek veşartî li Astaneyê rû didin. Armacna Rûsya û rejîma Sûriyê ew e ku rêya Heleb-Şam û rêya Heleb-Lazîqiye vebikin.”(BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Hêzel a Çand û Huner li navçeya Tirbespiyê şehîd Dilgeş di salvegea 4`emîn a şehadeta wî de li navenda akademiyê bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Serdem a girêdayî hêzên Erka Xweparstin şanoyekê bi navê (Fnasî) li navenda Mihemed Şêx a Çand û Huner li bajarê Qamişlo saet: 18:00`an de pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Gelê Çeçen piştî bi sedan salan niha çand û zimanê xwe vedijînin. Komelya Çeçen a Minbicê dewreyên perwerdê yên fêrkirina zimanê Çeçenî û vejandina çandê, vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Mistefawiyê ya girêdayî navçeya Girkê Legê dest bi pêkanîna gelek projeyên xizmetguzarî yên sererastkirina rêyên rastî ziraran hatine û sererastkirina piran, kir. Her wiha Parka Giştî li navenda bajarok jî vekir .(BI WÊNE Û DÎMEN).