ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-6-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Kinacî (Zîlan) çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên hefteya çandê ya bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dest pê dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Israfîl Bekîr got: “Lêkirina dîwarê parçekirinê û li Sûriyê ferkirina bikaranîna lîreyê Tirkiyê, li dijî qanûnên navdewletî û peymanên navdewletî yên girêdayî serdestiya dewletan in. Divê Tirkiyê li pêşberî dadgeha navdewletî were darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rûpelên dîrokê bi navên jinên fedakar ên ku çarenûsa gelên xwe guhertiye û li dijî zilm û tarîtiyê serî hildane tijî û dagirtî ye. Jinên fedaî ji bo ku gelê xwe bigihînin azadiyê bedena xwe kir pir. Lê jinên Kurd ên fedakar her tim bi nav û deng in, ji ber ku ne tenê li hemberî dagirkeriyê, di heman de li hemberî hişmendiya baviksalar jî serî rakir. (BI WÊNE).

- Endama rêveber a Navenda Lêkolînan û parastina mafên jinê Aynûr Başa got: “Sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî jin û zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digihêjin asta sûcên şer ên li dijî mirovahiyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan got: “Yekîtiya Kurd garantora yekîtiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê ye. Gelê Sûriyê armancên dewleta Tirk ên firehkirina dagirkeriyê fêm kirine.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Meclisa Rêveber a PYD'ê  Bêrîvan Hesen got: "Dewletên Ereb li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk û binpêkirina serdestiya welatên Ereb re bêdeng in. Civaka navdewletî jî bi bêdengiya xwe alîkariyê dide dagirkeriya Tirk." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêma Reqayê, piştî salên dawî çandina garisê zer paş ketibû, niha çandina garisê zer ji nû ve geş dibe û bi pêş dikeve. Lê pirsgirêka li pêşiya cotkaran tunebûna kargehên givaştinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Til Temirê ji 800 hezar donim zêdetirî 4 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîn. Tevî şewitîna 50 hezar donim ji ber kirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane li dijî  gundên ser xetên temas û yên din bin kontrola çeteyan de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Li ser dîwarê navenda Meclisa Kampa Serdemê wêneyeke hatiye xêzkirin ku rewşa Efrînê ya berî dagirkirinê û piştî dagirkirinê nîşan dide. Roşan Sîno li ser vê yekê dibêje: "Ez bi vê wêneyê hewl didim rewşa Efrînê ya berî dagirkirinê û piştî dagirkirinê, girêdana efrîniyan bi zeytûnan ve îfade bikim.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA