ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li Girkê Legê û Tirbespiyê ji bo şermezarkirina kompoya li ser Şengalê ya ji aliyê hikumeta Iraqê û PDK'ê ve hatiye plankirin, meş tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkeriyê koçber bûne, bêdengiya civaka navneteweyî ya der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li kantona Efrînê ya dagirkirî de şermezar kirin û gotin: "Bi bêdengiya xwe şirîkên sûcan in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî serdana dawîn a ENKS’ê ji Efrîna dagirkirî re, şêniyan da zanîn ev serdan yek ji hewldanên têkbirina yekitiya Kurd û rewabûna dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber rewşa siyasî û leşkerî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, şêniyên herêmê bêtir baldar û hevkar in. Rêgeza xweparastinê ji xwe re dikin bingeh. Şênî dibêjin ku erka hemûyan e ku xwe biparêzin ji ber ku parastin ne tenê dikeve ser milê şervanan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Helebê got ji ber dewleta Tirk ji fikrên rêber Abdullah Ocalan ditirse û naxwaze gelê azadîxwaz fikrê wî nas bike, tecrîdê ferz dike, lê divê her kes bizane ku çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi perspektîfên rêber Abdullah Ocalan pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê di 4’ê Nîsana 2015’an de, Parka Rêber Ocalan ava kir, da ku bibe mîras û şahidê berxwedana wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Zirganê li ser zeviyên xwe bi fikar in, bi taybet li herêmên eniyên şer ên bi ser artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêx Elladîn Ehmed şêxê eşîra Esyad El-Heyayîn bang kir ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogên cidî li dar bixin û bang li Komkara Erebî jî kir ku li hemberî artêşa Tirk helwestekê nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê li dijî tundiya li ser jinan çalakiyekê li çerxerêya Rêbertî ya beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gelek cureyên darên berhemdar û daristanî li Şitilgeha Navendî ya Minbicê hene. Jê darên fistiq helebî ya ku çandiniya wê li herêmê di vê dawiyê de zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Klînîka Arî serdana gundê Bana Qesrê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo kir û di roja yekemîn de 18 nexweş pêşwaz kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya bajarê Hesekê di dema qedexeya giştî de ya ji ber vîrusa koronayê saetên qeydkirina waneyên meteryalên asta amadehî zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA