ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-MSD'ê bi diruşmeya "Ber bi kongreyeke netewî ji bo şêniyên Cizîr û Firatê ve" panela xwe ya 5'an a li bajarê Reqayê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxên eşîrên Ereb ên Reqayê bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û nêz hev bibin. Her wiha qonaxa ku herêm tê re derbas dibe bi "qonaxeke nazik" bi nav kir û diyar kir ku pêwîst e gel li hemberî planên li dijî herêmê hevgirtî û baldar be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bavên şehîdan ên herêma Cizîrê destnîşan kir ku dê heta azadkirina Rêber Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin û got: "Me azadî û wekhevî di fikrê Ocalan de dît û me ji xwe re bingeh girt." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êlê eşîra El-Fadil a Şedadê bang li NY`yî û Meclisa Ewlehiyê kir ku ji bo derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Bakur û Rojihilatê Sûriyê, gavên pratîk bavêje û wiha got: "Çareserkirina aloziya Sûriyê bi derketina dagirkeriya Tirk û diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê diyar kir ku sûc, binpêkirin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkerî yên bakurê Sûriyê, hemû pîvanên mirovahiyê û qanûnên navneteweyî binpê dike. Li hemberî wê yekê rêxistinên mirovî bêdengiya xwe diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku bêyî jinan siyaseteke demokratîk ne pêkan e, ji ber vê Meclisa Jinan a PYD'ê hewl dide fikirê siyaseta demokratîk di nava hemû aliyan belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî serkeftina projeya çandina zebzeyên havînî ya bi çavdêriya Komîteya Aborî ya Jinan a Herêma Dêrik, projeye tê berfirhekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-595 dibistanên Dêrazorê deriyên xwe li pêş 237 hezar şagirtan vekir. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa Koronayê tedbîrên xweparastinê yên pêwîst girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Li gelek dewletên cîhanê mîhrîcan tên lidarxistin, lê belê dema ku mîhrîcaneke navneteweyî li kampekê ku bi hezaran koçber lê dimînin bê lidarxistin, dibe bûyereke nejirêzê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA