ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  30. 09. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk dê werin şopandin.

DOSYA

- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya çandî û pêkhateyên xwe tê nasîn. Her pêkhate bi çand û zimanê xwe dijî û mafê wê di pergala demokratîk de tê parastin. Yek ji qada ku ji ber pergala yek yekî xwe rizgar kiriye, ziman e. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Herêma Efrîn Osman El-Şêx Îsa got: “Beşdarnebûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîteya destûrî de, tê wateya ku komîte ji destpêkê ve gavek binketî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Hin alî di mijara gefan de bi dewleta Tirk re hevkar in. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan Rêveberiya Xweser ji diyalogê re amade ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên Ereb û Tirkmen ên Girê Spî destnîşan kirin ku, komîteya destûrî ya nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de nagire ji niha ve felc bûye û gotin: " Destûra ku em tê de nebin, nûnertiya me nake"(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a bajarê Reqayê di demeke kurt de, di çarçoveya plana jinûve avakirinê de gelek xebatan pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên herêma Dêrikê hewl didin cureyên cuda yên hilberînan biçînin. Ji bo warê çandiniyê xurt bikin û berhemên nû derbasî herêmê bikin. Yek ji van jî fistiqebîd e û cara yekem e ku li herêmê tê çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Heyva Sor a Kurd azarên kêmbûna pêdiviyên tibî dikişîne. Nemaze ku zivistan nêzîk bûye û nexweşî zêde dibin. Heyva Sor hewl dide bi rêya şaxên xwe yê li tevahî kantona Şehbayê şêniyan li ser destwerdana lezgîn perwerde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din